|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Qubad Talebanî: Weke wefayekê bo Mam Celal divê Kurd yekîtiya xwe biparêzin

 

Ji aliyê RÛDAW 06.10.2017

 

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî

Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê duyem ê Celal Talebanî, Qubad Talebanî di merasima bi ax spartina bavê xwe de li Debaşanê , li ser navê malbata xwe peyamek xwand û spasiya xelkê her çar parçeyên Kurdistanê kir, ku peyamên hevxemî û hevsoziyê gihandine wan.

 

Malbata Talebanî di vê peyamê de ragihand: “Li derveyî partayetî û rengên ciyawaz û nêrînên ciyawaz, weke wefayekê bo Mam (Celal), bila em vê yekrêziyê û tifaqê biparêzin. Em îro di rewşeke aloz de dijîn, pêwîstiya me bi yekrêziyê heye û me pêwîstî bi vê yekê heye, ku em sûdê ji waneyên Mam (Celal) werbigirin.”

 

Naveroka peyama Malbata Talebanî ku ji aliyê Qubad Talebanî ve hat xwandin:

 

“Bi navê malbat û tevahiya kesûkarên Mam Celal em spasiyeke bê dawî li we dikin, ji bo xemxoriya we û bo derbirîna dilgiraniya we û bo westiyana we. Ji Almanya ve peyamên we ji her çar parçeyên Kurdistanê ve gihîştin destê me. Lê belê ew peyamên ku bo me hatin peyamên sersaxiyê bûn, bi rastî ez dixwazim serxweşiyê li yek bi yekê we bikim, çimku rast e Mam Celal bavê kek Bavil ê birayê min û min bi xwe bû, lê belê mamê we hemûyan bû.

 

Mam Celal mamê hemû Kurdistanê bû. Xebat bo tevahiya komelên xelkê Kurdistanê kir. Bi wê jî nerawestiya û bo tevahiya gelê Iraqê xebat kir û hewl û renc da û westiya. Cihê destê wî jî xuya bû, ku tifaq û biratî û karkirina bi hev re prensîpa sereke ya heval Mam Celal bû. Ji ber wê bi qasî ku xema xelkê Kurdistanê û komelên iraqî xwar, kêmtir xema me xwar weke kurê wî. Ew jî cihê şanaziyê ye bo me ku li cihê jiyaneke asayî û bavê Bavil û min, Kurdistan û xebata bo komelên xelkê Kurdistanê hilbijart.

 

Çawan ku di jiyanê de herdem hewl da ku yekrêzî û yekparçeyî û yekdengiyê biparêze, di vê baweriyê de me weke wefayekê bo mamê we, bila em vê yekrêziyê û tifaqê biparêzin. Li derveyî partayetî û rengên ciyawaz û nêrînên ciyawaz, em îro di rewşeke aloz de dijîn, pêwîstiya me bi vê yekrêziyê heye û m epêwîstî bi wê heye ku em sûdê ji waneyên Mam werbigirin. Bila rojane em wan dersên Mam (Celal) bi kar bînin di ber xizmetkirina komelên xelkê Kurdistanê de.

 

Ji ber wê her li vir ez daxwaz ji we dikim ku hûn hemû dest bixin nav destê hev, peyama Mam, peyama Mam bigihînin, ku em herdem dê yek bin û em nahêlin ew nakokî bibin qelîştek di navbera me de.

 

Dubare li ser navê malbat û hemû kesûkarên heval Mam Celal ve em spasiya yek bi yekê we dikin, niha em dawiyê bi merasimê tînin û ji sibê (semi 07-10-2017) ve serxweşî li Silêmanî û Hewlêrê dest pê dike, piştre jî li bajar û bajarok û qezayên Kurdistanê dê birêve biçe.”

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0610201713


   

 

 

3921

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com