|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Dr. Celalettin Kartal
Sê ferhengên girîng

Sê ferhengên bi nûr!

 

Ev zêdeyî (=zorbeyî) 55 salin ku Kurd li Almanya dijîn. Tê zanin zimanzanên wan li Almanya kêmin, yên hene jî ne li gor asteke pêwistin. Derfet û micalên wan lawazin. Nirxê zimanê kurdî cihê bêzariyê ye. Pispor nikarin tenê (=tenya) bi kurdîzaniyê nanê xwe derxin. Loma piraniya ferhengên kurdî ji “çêdariyeke pêwîst” dûrin. Dîsa jî cihê dilxweşiyê ye wekî hinek malperên zimanê kurdî hene. Hene, lê bi kêmkurî ne. Heman tişt (=şit) ji bo pirtûkên kurdî-almanî jî derbas dibe. Rewş (baredox) cihê gazina ye ne ya bêhêvîbûnêye! Hima ji ber vê yekê ez li jêr hinek berhemên zimanzanekî Kurd bi kurt û puxt bi we didim nasîn. Navê wî Feryad Fazil Omar e û ew li Berlin dijî.

 

  1.  Kurdisch-Deutsches Wörterbuch (Kurmancî), Kurdische Studien, Berlin 1992, 721 S.

 

Ev ferhengeke kone (kevn e) ye, katî hatiye belavkirin valayek (=keleber) dagirtiye. Lê tê de hinek (=tozek) dûbarekirin heye. Ferheng hem bi pîtên (=herfên) latinî û hem jî bi yên aramî (erebî) hatiye amadekirin. Hemû kurdîzan yên bi alfabe ya latinî û an ya aramî dizanin dikarin wê bikarbînin. Bidaxe, tê de peyvên (bejeyên) tirkî û erebî jî ne kêmin, lê gelek ji wan ne girîngin. Hinek ji wan bi rêyeke cûda (=cewaz)  hatine nivîsin (=nûsin). Loma renge mirovên dogmeparêz (“pewrewbawer”) jê re dilsar bin. Bi kurtî ev ferheng di sedsala 20a de girîng û hêjabû (valayek dagirtibû), lê vêga (=êsta) têra mirovên kurmancîzan nake. Kurmancî serdema (=kat,wext) geşbûna xwe dijî!

 

  1.  Kurdisch-Deutsches Wörterbuch (Soranî), Institut für Kurdische Studien, Berlin 2005, 1184 S., 98 €

 

Ev ferheng nîşana dewlemendiya zimanê kurdî ye. Wek ya jor hemû peyv (=ûşek) hem bi pîtên latinî û hem bi yên aramî (“erebî”) hatine tomarkirin. Pirtûk ji bo hemû mirovên soranîzan girîng e. Lê bidaxe, mirovên bi kurmancî dizanin, heger ew ji bilî latinî bi alfabe ya erebî nizanibin, nikarin têr jê sûd wergirin. Nexwe ferheng bi taybetî ji bo mirovên soranîzan hatiye amadekirin. Herwiha dirustkirina ferhengê, anî rêza alfabê ya “erebî” vê yekê yekser diselmin e (îspat dike). Lê divê bê gotin ku hemû peyv bi latinî jî hatine tomar kirin, lê mixabim, di lêgerina wan de dîtina peyvan (= ûşekan) ji “latinîzanan” re kêşe ye. Bo nimûne, yên tenê bi latinî dizanin nikarin peyv û ûşekên tomarkirî wek ferhengêke yek alfabeyî bi asanî bibînin. Nimûne, hemû peyv (ûşek) ewil bi pîtên “erebî” û pişt re bi latinî hatine danîn. Di ser de jî mirovên latinzan nizanin, kengî, kîjan pît destpê dike. Lê bi ya min, mirovê baş bi kurmancî zanibe, herçiqas tenê latînzan be jî, dikare tozekê jê sûd wergire. Heger mirov van kêmûkuriyên biçuk deyne aliyekî ev ferhengeke bi nirxe.

 

  1. Deutsch-Kurdisches Wörterbuch (Soranî), Institut für Kurdische Studien Berlin, Berlin 2016, 1872 S., 129 €

 

Ji vê ferhengê hemû mirovên “kurdîzan” dikarin sûd wergirin, lê soranî- û almanîzan dikarin jê zêdetir sûdbexş bibin. Ev berhem di barê (lebarê) soranî de valayeke mezin (=gewre) dadigre. Ya girîngtir, hemû pisporên kurdîzan dikarin ta astekê jê sûd wergirin. Di ser de jî mutercim û wergervanên kurdî-almanî, aborî- û yasanasên kurd dikarin jê feydekî baş bibînin. Bo vê yekê ez dikarim vê ferhengê ji hemû mirovên bi almanî, soranî û herwiha kurmancîzan re tewsiye bikim. Lê diyare nimûnên li ber peyv û bejeyan hatine danîn bi piranî (zorîne) bi pîtên aramî ne. Ev yek nirxê pirtûkê ji bo latinzanan tozekê kêm dike. Herwiha di dawiya ferhengê de lîsteke lêkeran (=kirdaran) heye, lê mixabim ew tev bi pîtên erebî ne. Nexwe ji vê beşê jî latinîzan nikarin têr sûd wergirin. Lê bi ya min tevî hinek kêmûkuriyan jî ev berhem hêjaye nirxandineke berfirehtir (=firewantir). Loma ev danasîn êsta tenê xêrhatineke.

 

  1.  Encam û hinek diyarîkirdin

 

Divê bê gotin ti ferheng, çi bi kurdî û çi bi zimanekî din, bê kêmasî (kêmûkurî) nînin. Loma rexnê yên di barê (lebarê) kêmûkuriyan de ta radayekê girîng in û hew.

 

Ev herdu ferheng yên li jor hatin nasîn bi zaravayê (xweşwîstî) soranî (kurdiya navendî=nawendî) ne: Yek ji wan bi soranî-almanî (2005) û ya din jî bi almanî-soranî ye (2016). Herdû jî “yekbeş” in, loma di wan de an beşê almanî-kurdî an yê kurdî-almanî heye. Jiber vê yekê xwendevan (=xwêner) nikarin têr ji wan sûd wergirin. Xwezî ev ferheng “dûbeş” bûna. Ferhenga ne dûbeş wek mirovekî “yek linge” (=laqe), tiştekî (şitekî) nîvco ye. Lê renge ku çapeke dûalî (=dûbeşî) ev ferheng hêj “girantir” (bihadartir) bikira.

 

Bê guman arezû (=lêpirsinewe) di barê zimanê kurdî de li Almanya kêm e. Loma ev herdû ferheng bi bihane. Bê çapxaneke “gewre” pirsgirêkên giranbihabûnê nikarin bên çareserkirin. Bo nimûne, çapxanên mezin (=gewre) wek Langenscheidt derxistina ferhengên kurdî ji ber kêm lêpirsinê (=arezû) çap nakin. Loma ta vêga (=êsta) ferhengên kurdî bi hinek hewldanên takekesên payebend (=dilsoz), “komelên bêtaqet” û dezgehên lawaz tên amadekirin. Ma ne ji ber vê sedemê ye ku ferhengên kurdî-kurdî tinin!? Ka ferhengên kurmancî-soranî bi pîtên latinî? Ka ferhengên yasa û aborî? Nexe karîgeriya (=bandora) vê rewşê (baredoxê) li ser têkiliyên nava “kurd û kurdan” heye! Ma piraniya (zorbey) pisporên qanunnasên li Almanya dijîn, heger Kurd bin jî bi kurdî baş dizanin? Ma gelek ji wan ne tenê bi tirkî diaxivin? Heman rastî ji bo piraniya mutercîmên kurdî-almanî, derunnas, pizîşk, aborînas jî derbas dibe? Dîyar e ev baredox ji çand û kelepurên (=şitên qedîm) Kurda re hereşe ye. Nebûna dezgehên xurt (zilhêz), asta zanîn û bikaranîna zimanê kurdî cihê dilsariyê ye. Ev alozî û hereşe (tehdît) li ser çanda kurdî, herwiha bi taybetî li derveyî welat berdewam e. Hima ji ber vê yekê xebata zimanzanên kurdî û mamostên bi nirx wek birêz Feryad Omar Fazil bo Kurda zor girîng e; cihê dilxweşiyê ye. Destên wî sax bin; temenê wî dirêj be.               

 

Dr. jur. Celalettin Kartal

Pisporê koçberî, kêmnetey

û mafên mirovan  


   

 

 

Dr. Celalettin Kartal3923

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com