|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Beyar Robarî
Jîyana gundîya

 

       

 

Keferşîlê, Keferûmê û Satiya

Robariya, Şêrewa û Cûmiya

Çi xweşe jiyana gundan û gundiya

Şêrîntire ji hemêza diya

Ew dayîkên desmala li ber eniya

Dimijînin berxan û didoşin çêl û miya

Dimalan hundir û didin hevdû pirtiya

                                   **

Gazê, Keferdêlê û Xezêwiya

Gewirka, Celemê û Xalta bi herdû piya

Çi hêjaya jîn û jiyana gundiya

Li nav bax, rez û zeviya

Zeviyên hinar, zêtûn û biya

Pembî, titûn, gilyaz û kunciya

Kardikin keç û xort tev ri sipiya

                                   **

Jîn û jiyana gundiya

Keyf û xebat û zehmetiya

Çandin, çinîn û kelandina daniya

Xwedîkirina balind û pez bi keriya

Qusandin û şuştin hêriya

Avakirina nivîn, cî û pirtiya

Zemwand, stran, govend û xwendiya

Şevbêrk, henek û qeşmerî li ser sewkiya.

 

Beyar Robarî

27 - 08 - 2017


   

 

 

Beyar Robarî3960

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com