|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
DEM DEMA HEVGIRTINÊ YE

 

Ki reviyan ki xiyanet kir ki nava pilanê qirêjdeye diyare. Lê di vê roja dijwarde em weke kurd destê xwe bidin hev û vê êrişa hovane bidin sekinandin. Ser netewame pilan û projeyên xeter hene. Tirkiyê Îran  Îrak bi yek dengi yek biryarê li diji netewa kurdin û bi hevre  kar dikin. Ev dewletê xwinmij her çiqas nakokiyên wan bi hevre hebinji dema mijar dibe Kurd û Kurdistan Ew dibin yek deng .

Geli kurdê qahreman em di rojên hebun û tunebunê jiyan dikin. Pêşmerge û gerila ji bo xaka Kurdistan xwina xweya pak dirjine û nahêle neyarên kurda  dilşa bibe.  Bakur Başur  Rohilat Rojava weke gel zor xemgin û dilşikestine.  Kurdino merddino dem dema berxwedan ,moral û  serhildanêye. Rojên teng û tari rojên lihev xwedîderketinêye .

Giringe li Awrupa bi sedhezaran kurd pirsa partiyan nekin ji bo navê kurd û Kurdistan biherikin qadan bi girseyi biqîrin bila dinya bibine,bibhize kurd hene û naqedin. Mixabin kurda di vê roja reşde weke tê xwestin aqil negirtiye.  Hin rexne ,sucdari kêfxweşiya têkçunê ji aliyê hinek kesanve tê meşandin. Ev ne karê mirovaye ev kes li civata gerek em nedin axaftin. Dijminê me dixwaze em bihevbikevin û ewji bi hêsantir deskeftiyên kurda tar û Mar bike.

Ger li başur têkçun hebe wer zanibin têkçuna hemu kurdaye. Ger yekitiyak û  xwediderketinek weke kobani bi kurdare hebe kurdê serbikevin û wê piştgiri ji dewleta bistine. Ji bo vê yekê her kurdek xwe berpirsyar bibine û ji zimanê hevêşandinê durkevin ji bo yekiti ,biratî û tifaqê bibin pêşeng û li kolanan li her deverê jiyanê bihevre bimeşin. Rojên ferahiyê devbelaş û bê ahlaq zahfin. Roja teng roja nasina ciyanik û cuwamêraye.

JI PARTÎYÊN KURDÎSTANΠ DAXWAZÊN ME

Hêviyên hemu kurdên ser rukê dinyê hevgirtin,yekîtî, tifaqa nava partiyên kurdistan,iye  Neyarê kurda ferqeki naxe nava kurda . Liber çahvên wan kurd tev xayin û dijminin. Îran Îraq  Turkiye herdem bi hevre nava nakokiyandene. Dema mijar dibe kurd û Kurdistan dest didin hev civin li ser civinan pilanê tunekirina hemu kurda amade dikin. Dijminê kurda dibêjin " li ser ruyê dinyê mafê her miletî heye lê ji kurdare tuneye jiber ew ne miletin" dijminême ji bome vê dixwaze. Turkiye bi dengê bilind diqiriya digot "Kerkuk xeta meya sore" lê dema iran û iraq bi hevbendiya hinek kurd ala iran û iraqê li Kerkuk bilind kirin u ala Kurdistan darxistin erdê Turkiye zengil bi xweve kirin u direqisin. Eşkere dibêji ji kurdare jiyan nayê qebulkirin.

Madem neyarê me hove û li ser me dibin yek tam di vê roja wisa gran û  taybetde mizginiyeke baş hun dikanin bidin gelêxwe. Hemu parti bi şev û roj bahsa yekitiyê dikin û tev gotina hozanê mezin Cigerxwin ya dibe "ger em nebin yek emê herin yek bi yek" dibêjin. Lê ta roja îroj yekitiyake pêwist pêknehatiye. Hebuna kurd u Kurdistan ji partiya mestir û birumettire. Hebuna partiyên cuda dewlemendiyake. Di warê berxwedan u lihev xwediderketinêde parti ji holê radibin û parastina netewi li pêşe.

Ji bo ev daxwaz û armanc pêkwere zu ne dereng kongera netewi bê avakirin . Bi çuk mezin her rêxistin navde cih bigre ji bo vê fedekari lazime bê kirin . Grêdayi  kongerê artêşa netewi ji her çar perçê kurdistan bê avakirin û dibin fermandariyakêde. Ev dikane bibe mizginike mezin ji bo gelê kurd . Ev yek wê qada navnetewide bi bandorbe wê xwedi gotinbe. Neyarê kurdanji weke berê wê cesaret neke û najon serme.

Giringe hemû parti li ser rewşa Şengalê xwedî biryarbe. Çibu li Şengal ?ki bu sebeb ferman pêkwere? Ki çima Êzdi nehat parastin? Ger sucdar bihata eşkerekirin û bihata dadigehkirin dilê Êzdiya wê hinek fereh bibiya. Mixabin kesên vê buyerê tine ziman tê girtin û  tehditkirin. Ev yek bu cesaret ku li kerkukê xiyanet pêk were. Gelo li  Başur dadgeh ,dadger ,dozger heye? Ger heye karê wan çiye çi dikin?  Li mileteki xiyanet tê kirin kesên xiyanet kirine eşkerene lê çima lêpirsin tuneye?  Ev xeteriyake gelek mezine ji bo bêşeroja welatê,me.

Militantên Şoreşê di rojên mij û dumande dibin rohnayî û rêça gelêxwe rohnidike. Şoreşgerên Kurdistan li her çar pèrçên Kurdistanê di nava cengêde hatine birajtin û tecrubeyên mezin bi dest xistine. Neyarên kurda tanq'top'balefir û her cure çekê mezin li diji kurda bikartine lê tucar negihiştine armancên xwe. Îroj ji her demê bêhtir pêwisti bi militani û karê hevbeş heye . Tekoşina kurda duv dirêje geh bilind dibe geh nizim dibe lê berî li rohnayi, serkeftin û azadiyêye.

Qada navnetewi muhime rola xwe mezine. Ya hin giringtir tifaqa navxweyiye . Ji bo kurda siyasetek nujen, hemdem giringe. Bi babetê berê bi babetê berjewendiyên partiyeti ev doz namre lê nagihije armanca xwe. Giringe netew, gel ser hertiştire bê  girtin .Ji bo parastina netewi qet sebeb tunebin ji bo bi hevre dest bi dest mil bi mil hebuna xwe bide xuyakirin. Ger bi van daxwaz û armancan partiyên Kurdistani tevbigerin kes nikane pişta me bitewine.

Eyup Kurt 
28.10 2017


   

 

 

Eyup Kurt3962

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com