|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Kurdên êzidî careke din koçber bûn

 

Ji aliyê Tehsîn Qasim 29.10.2017
 
Kampa Koçberan

Şingal (Rûdaw) –  Zêdetirî hezar malabatên Şingalê, piştî êrşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê koçberî kampên li parêzgeha Duhokê bûn. Her wiha 28 rêxistinên alîkariya koçberan, karên xwe yên Şingalê dane sekinandin.

 

Piştî hatina Heşda Şeibî rêya di navbera Şingalê û Duhokê de hatine girtin. Kes nikare here Şingalê yan jî jê derkeve.

 

Koçberek ku ev du meh bûn vegeriyabû bajarê xwe û ji xwe re xaniyekî nû çêkiribû dibêje, êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bû sedema koçberbûna wan.

 

Malbata Nofa Elî jî ji gundê Herdana Şingalê, bi neçarî koçber bûn û çareke din hatine kampên Duhokê û vegerine nav jiyana koçberiyê.

 

Nofa Elî dibêje: “Ev 3 meh bûn em vegeriyabûne gundê xwe. Ji ber Heşda Şeibî rewş aloz bû, zarokên me nedikarîn herin dibistanê. Em bi neçarî vegeriyane kampê. Em li gundê xwe rehet bûn.”

 

Nêzîkî 13 hezar malbatan niha li Şingalê ne û Heşda Şeibî destûra hatinçûnê nade wan. Xatûn Mîrza jî yek ji wan kesan e, ku malbata wê bûye 2 perçe.

 

Xatûn Mîrza dide xuyakirin: “Ev 5 roj in ez hatime kampê lê ez nikarim vegerime Şingalê. Nîvê malbata min li wî aliyê maye. Bi sedan kesên mîna min hene. Herwiha li Şingalê jî rewş ne baş e. Vê sibê zarokên min telefon kirin û bi girî pirskirin ka ez dê kengî vegerim.”

 

Beriya êrîşa Heşda Şeibî, 28 rêxistinên navxwe û biyanî li Şingalê û Çiyayê Şingalê kar dikirin. Lê ji ber vê rewşê wan jî dest ji karên xwe berdane.

 

Rêveberê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê Pîr Diyan jî got: “Mixabin, piştî hatina Heşda Şeibî hemû rêxistinên civaka sivîl ên alîkariyê ji Şingal û derdora wê vekişiyan. Weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî me jî nekarî xwe bigihînin deverê. Niha rewşa Şingalê pir xirab e. Hemwelatiyên wê derê peywendiyê bi me dikin û daxwaza alîkariyê dikin.”

 

Li gorî gotina hemwelatiyên Rojavayê Dîcleyê û Şingalê, weke pêwîst alîkarî jî nagihe destên wan.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/291020178

 


   

 

 

3969

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com