|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Hê jî çarenivîsa 3 hezar û 242 Êzîdîyên Şingalê ne diyar e

 

Ji aliyê Nasir Elî 31.10.2017
Kurdên êzidî yên ji Şingalê koçber bibûn
Kurdên êzidî yên ji Şingalê koçber bibûn

Hewlêr (Rûdaw) – Hêdî hêdî roja DAIŞê ber bi avabûnê ve diçe û ew rêxistina destxwîn têk diçe. Lê hê jî çarenivîsa zêdetirî 3 hezar kurdên êzidî ne diyar e.

 

Di 14ê Tebaxa 2014ê de dema çekdarên DAIŞê êrîşê Şingal û derodra wê kirin, bi hezaran keç, jin, zarok û zilamên êzidî revandin. Piştî têkçûna DAIŞê li Mûsil û Reqayê, kurdên êzidî li hêviyê bûn ku revandiyên wan werin rizgarkirin. Lê Rêveberê Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî Xeyrî Bozanî dibêje: “Li Reqayê tenê 20 kurdên êzidî hatine rizgarkirin.”

 

Di destpêka êrîşa xwe de, çekdarên DAIŞê dîlên kurdên êzidî li navenda Şingalê kom kirin. paşî jin û zilam ji hev cihê kirin. piraniya zilaman hatine gulebaran kirin û jin û zarok jî veguhestine Tileferê. Dîlên kurdên êzidî bi ser çekdaran de weke “xenîmet” an ku destkeftiyê şer, hatine parvekirin. Beşek ji wan birin Mûsilê û beşek jî birine bajarê Reqa ya Sûriyê.

 

6 hezar û 417 kes hatine revandin

 

Li gorî amarên dawîn, ku Rêveberê Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî Xeyrî Bozanî daye Rûdawê, di êrîşa 14ê Tebaxa 2014ê de, DAIŞê 6 hezar û 417 kurdên êzidî li Şingalê revand. Ji wan 3 hezar û 547 kes keç û jin bûn û 2 hezar û 870 kes jî kur û zilam bûn.

 

piştî demekê kurt, hewlên ji bo rizgarkirina revandiyan dest pê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina van kesên hatine revandin, rêveberiyeke taybet ava kir.

 

Li gorî amarên Xeyrî Bozanî, ji wê demê ve heta niha 3 hezar û 175 kes hatine rizgarkirin. Ji wan hezar û 124 kes jin, 335 kes zilam, 889 kes keçik û 827 jî zarokên kur in.

 

Li Sûriye û Iraqê DAIŞ ber bi têkçûn û nemanê ve diçe lê hê jî çarenivîsa 3 hezar û 242 kesan ne diyar e, ku ji wan hezar û 535 jê keç û jin in û hezar 707 kes jî zarokê kur û zilam in.

 

Xeyrî Bozanî dibêje: “Ew kesên çarenivîsa wan ne diyar dijîn lê ew birine cihên din.

 

Hêviya êzidiyan her dimîne

 

Xewle Xidir yek ji wan keçê kurdê êzidî bû ku 2 sal û nîvan di destê DAIŞê de ma û niha li Kampa Şarya yav Duhokê ye.

 

Ew piraniya dema xwe li ber televîzyonê derbas dike, li hêviyê dimîne, ku agahiyeke ji kesûkarên xwe yên di destê DAIŞê de bibhîse.

 

Xewle Xidir dibêje: “Ez li hêviyê me çarenivîsa malbata min diyar bibe. Ez êşa bindestiyê baş dizanim, min bi çavê xwe dît ka çi dianîn serê mirovan.”

 

Heta niha jî dayik, du xwîşk û birayê Xewleyê wenda ne. Ew hê jî bi hêviye, ku endamên malbata wê vegerin û dibêje: “Heta dawiya jiyana xwe ez ji vegera wan bê hêvî nabim.”

 

Pir kêm malbatên kurdên êzidî hene, ku endamên malbatên wan nehatibine revandin. Ebdullah Şirêm heta niha gelek kurdên êzidî rizgar kiriye, bi taybetî jî ew ên ku birine Sûriyê.

 

Qaçaxçî: Dibe gelek ji wan hatibine kuştin

 

Ebdullah Şirêm li gorî ezmûnên xwe dibêje: “DAIŞ bizane li ku derê dê êrîş çêbibe wê derê vala dike. Kesên hatine ravandin jî dibin cihekî bi ewletir. Dibe hinek ji wan êzidiyên ne diyar jî niha li Dêrezor û deverên din ên di destê DAIŞê de ne.”

 

Ebdullah Şirêm, ku hinek kes wî weke “qaçaxçî” binav dikin, ne di wê baweriyê de ye, ku 3 hezar 242 kesên ne diyar hemû di jiyanê de mabin. Lewma dibêje: “Beşek ji wan ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. Beşek ji wan jî bi taybetî zilam û ciwan birine eniyên şer û li wir hatine kuştin. Hinek ji wan jî ji ber bombebarana firokeyan û di nava şer de hatine kuştin.”

 

Derbarê kesên hatine revandin de Ebdullah Şirêm zanyariyên zêdetir eşkere dike û diyar dike: “Beşek ji wan birine Tirkiyê, beşak jî li Şamê û bajarên din in. Ew kesên birine Tirkiyê nêzîkî 100 zarok in û tirkmenên ku piştî kontrolkirina Tileferê revîne, bi xwe re birine. Ewên di deam êrîşa artêşa Sûriyê de ketine destê hikûmeta Sûriyê jî birine Şamê.”

 

Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Koro ji Rûdawê re ragihand: “Karên me yên ji bo rizgarkirina kesên revandî berdewam dike. Em dizanin ka hinek ji wan li ku derê ne û em niha rêya rizgarkirina wan digerin.”

 

Husên Koro eşkere kir, ku piştî nemana DAIŞê jî ew dê hewl û karên xwe yên ji bo lêgerîn û peydakirina kesên hatine revandin, berdewam bikin.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/311020175


   

 

 

3976

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com