|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nexweşxaneya giştî ya Şingalê hatiye girtin

 

 

 02/11/2017 - 18:40

Nuçe/Kurdistan

BasNews-Serokê civaka qeza Şingalê ragehand ku, ji ber hebûna Heşda Şeibî hemû pizîşk û karmendên tendirûstî li Şingalê dubare koçber bûne, ji ber wê yekê jî dergehê nexweşxaneyan hatine girtin.

Serokê civaka qeza Şingalê Weysî Nayf ji BasNewsê re ragehand ku, ji ber girtina nexweşxane û bigehehan rewşa tendirûstiyê li Şingalê gelekî xirabe, da zanîn ku, dema Şingal ji aliyê pêşmergeyên Kurdistanê ve hate rizgarkirin êkser hikumeta herêma Kurdistanê bingeh û nexweşxane li wê navçeyê bo welatiyan vekir, lê piştî hatina Heşda Şeibî pizîş û karmend koçberî parêzgeha Dihokê bûn û careke din dergehên wan nexweşxane û bingeh hatin girtin.

Herwiha wî berpirsî da zanîn ku, hikumeta Iraqê tiştek bo başkirina rewşa tendirûstiyê nekiriye, ew kesên li nav Şingalê mane metirî li ser jiyana wan heye, taybet jî jin û zarok ji ber xelik nikarin biçin bajarê Mûsilê ji ber wê karesata bi ser xelkê Şingalê de ya 2014 an êdî ji tirsa nikarin biçin Mûsilê.

 

 


   

 

 

3987

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com