|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
DAXÛYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ

Rêzdarên bi rûmet...

Em wek Kordînasyona Meclisên Gundên Êzîdîyên Bakurê Kurdistanê li Ewrupa, pirsgirêk û destdirêjîya li ser mal, milk û gundên Êzîdîyan ji nêz ve dişopînin,û emê vê dirûtîya di bin navê şemsîya biratîya bi derewa û bi fen û finasa êdî qebûl nekin.

Zordestî, zilm, heqaret û destdirêjîya li ser mal û milkê Êzîdîyan û bi taybetî jî li ser Gundê Efşê qebûl nakin û em bi hemû hestên xwe ve van kiryarên dagirkerên AKP’ê şermazer dikin!

Bila her kes zanibê ku Gundên Efşê, Kêlhokê û herwiha hemû Gundên Êzîdîyan ne bi tenê û bê xwedî ne. Êrîş û zordestîya li ser Efşê û hemû mal û milkê Êzîdîyan li Bakurê Kurdistanê ne însanî û ahlaqîye. Ev êrîş berdawamîya qirkirin û fermana Şengalê bi xwe ye.

Herweha bi sîyaseteke qirêj û bi vê dirûtî û bêbextîya xwe û bi hevalbendîya li gel sîstemê di bin navê misilmantîyê de gund, mal û milkê me dagir dikin. Êdî ev yek wê ji alîyê Civaka Êzîdî ve neyê qabûl kirin.

Em bangî hemû mal, komel, rêxistin û şeqsîyetên Êzîdîya dikin ku li dijî dagirkeran, li dijî van kesên ku hêz û quweta xwe ji AKP’ê distînin, derkevin û bê deng nemînin.

Her çiqas ku Parlamenterên me wek Birêz Ali Atalan xebat, sêrledan û hewldanên xwe kirine jî, lê ev kesên ku navê wan li jêrê derbas dibin, dev ji helwestên xwê yên bi qirêj û tehdîtên xwe ên li ser Êzîdîyan bernadin. 

Bahattin Çelik cîgirê Walîyê Mêrdînê û bavê xwe Halil Çelik û hevalbandên wan, serokê cahşan Osman Doğru ji Gundê Tilhesenê, bi şêweyêkî eşkere û vekirî gundîyên ku dixwazin Gundê Efşê ava bikin tehdît dikin û ev birayên me ên ji Efşê bi astengî û gefan rû bi rû dimînin.

Vê yekê ji bîra nekin!

Em îro bi xwe hemû Efşî ne.
Îro Efşê ye, lê sibe gundê we ye. 
Îro Kelhoka, lê sibe dora we ye.

Em bi hemû îmkan û dêrfetên xwe piştgirîya xwe ji bo Gundên Efşê, Kelhokê û hemû cih û warên Êzîdîyan diyar dikin. Di heman demê de jî em bangî tevaye raya giştî, kesên welatparêz û dem û dezgehên mirovhêz dikin ku pêşîya van kesên tehdîtkar bigrin û li Êzîdîyên Bakurê Kurdistanê xwedî derkevin.

Li ser vî esasî em we silav dikin!

 

Kordînasyona Meclisên Gundên Êzîdîyên Bakurê Kurdistanê li Ewrupa

07.11.2017


   

 

 

3989

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com