|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şerzad Zeynelabidîn
Ew horiya sîfet melek

 

Li ser xatra çavên belek

Bûme şivan çû m ber kara *

Belkî bo me bi hêt felek

Ku dexlê me bi çît kara **

Ew horiya sîfet melek

Wez dûr kirim ji kes û kara ***

Min ew divêt wesa gelek

Neşêm ji ber wê bi kem çi kara ****

Ewê ew xetê Tuxrayê

Bo min di xand car û bara

Ji nû keftim ber belayê

Li dilî taye her êvara

Dil ê bi ê ş  û kul û jane

Wekî gestî cotek mara

Hema carek evê bi zane

Bi zivre li me birîndara

Bi zivre sehke meydanê

Kelex pirr bûn ji evîndara

Bese, bes tu bi ke ziyanê

Bi ke rehmê li van hejara

Ger tu gul bî, bilbil im ez

Har û dîn berdam beyara

Ger tu Zîn bî, nê Mem im ez

Her di kem fîxan, hewara

Ger tu Xec bî, Siyamend im

Ketme pey kûvyê zinara

Ger tu Şîrîn, nê Ferhad im

Di kişînim xem û pejara

Ger tu Leyla, Mecnon im ez

Digerrh im li çol û şînwara

Ger tu Colyêt, Romyo me ez

Dizivrim li ber koçk û diwara

Ger tu "........." Şêrzad im ez

Me nav kula li ser çinara

Evroke te nabînim ez

Talana ketye bihara.

Şerzad Zeynelabidîn

*****************

* Kar=kehir, karole kehrik,

têşka biznê ya -1-salî.

**Kar=Kara dexl û danî,

bi şewazeyekê bazinane tê afrandin nêzîkî mêtrek

 fireh û -2-mêtir bilind e.

***Kar=kes û kar,  xizmên mirovî ewên nêzîk.

****Kar=îs, şuxil,emel

 


   

 

 

Şerzad Zeynelabidîn 3991

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com