|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
MÎKAYÊLÊ REŞÎD - 90

 

 

Îsal temam dibe 90 salya helbestvanekî meyî eyan Mîkayêlê Reșîd. Ev helbestvanê mezin, ku niha derheqê da hindik tê bîranîn û nivîsar yek ji stûnên helbestvanya me ya dewra Sovêtê bû. Eger welat û pêșewitî hebûna wê derheqa efrandin, ked û emekê wî da ji ya teva pirtir bigata gotin…

Mîkaêlê Reşîd (Heydoyan) sala 1927 li bajarê Tilbîsê maleke kurdên êzdî da ji dayîk bûye. Zarotiya wî gelekî dijwer derbas bûye. Zu bavê xwe unda dike. Xweyîkirina wî û herd xûșkê biçûk dikeve ser milê dayikê-Zeynebê. Xwendina navîn dibistana ermenya ya bajarê Tilbîsê da tam dike.

Ji pey dewî anîna xwendinê li xwendinxana pêtagogiyê li bajarê Yêrêvanê (sala 1948 a) xwendina xwe li înstîtûta pêtagogiyê ya ser navê Xaçatûr Abovyan, beşa zimên da berdewan dike. Sala xwendinê ya dudada desguhestî bajarê Moskivayê, înstîtûta edebîyetê ya ser navê M.Gorkîye dibe. Wê îdara xwendina edebiyetê, ya cihanê da bi nav û deng, ku pirr nivîskar, edebiyetzan diniyayêye mezin lê xwendine, sala 1954 bi serketin xilas dike. Ji pey qedandina xwendina edebiyetêye bilindra vedigere Ermenistanê. Salekê rojnema nehiya Aştarakê “Aştarakî Kolxoznîk”da dixebite. Dema sala 1955a rojnema kurdî “RİYA TEZE” carke din dest bi weşana xwe dike, Mîkayêl destguhestî rêdaksiya wê rojnemê dibe (1955-1961).

Peyra, salê dirêj para axaftinên kurdî ya radiyoya Yêrêvanê da wek werger dixebite.

Mîkaîlê Reşîd di sala 1985-an pêncî heyșt saliyê, dema efrandarîêye here kamil da ji kirîza dil diçe li ber dilovaniya Xwedê.

 

* * *

Helbestên Mîkayêlê Reşîd ên ewlin rojnemên bi zimanê ermenî, rûsî, berevoken efrandinên nivîskarên kurdên sovêtê (1948, 1954, 1957, 1961…), rojnema “RİYA TEZE”, û pirtûkên dersa da hatine weşendin. Helbestvan ewqas rind zimanê ermenî, kurdî û rûsî zanibû ku bi hersê zimana jî efirandîye û pirtûkê helbestên wî bi hersê zimana jî hatine weşandin.

Pirtûka helbesta ya ewlin. “Bi rêyên welêt”sala 1958a bi zimanê ermenî tê weşendin. Ev pirtûka gelekî rind aliyê xwendevanên komara Ermenistanêda tê pêşwezîkirin, navekî hêja helbestvan ra tîne.

Pey ra ev berevokên wîye helbesta hatine weşendin:

“Dilê min”; helbest, 1960; 122 rû.

“Bi rêyên welêt”sala 1960 bi zimanê rûsî (Moskva).

“Pişîka min”helbest ji bo zarokan; 1965; 10 rû

“Wede” helbest,1966;106 rû.

“Şems” helbest,1970;120 rû.

“Pencere”helbest 1974; 159 rû.

“Ecêb”helbest, 1976 , bi zimanê rûsî (Moskva).

“Mitale”helbest, 1978; 105 rû

“Îsaf” helbest, 1984; 120 rû.

 

Sala 1983a, bi wergera wî helbestên helbestvanê ermenî yê sedsalên navîn Nahapêt Kûçak bi berevokeke başqe bi navê “Hayrên”bi kurmancî tê weşendin.

“Pencere”helbest, 1985; bi zimanê rûsî (Moskva).

 

Werger:

Yêxîşê Çarêns “Lênîn û Elî”1957 (tevî Sihîdê Îbo).

Av. Îsahakîyan “Berevok”1977 (tevî koma nivîskaran).

Bi hazirkirin û rêdaktorîya wî çend hejmarên efrandinê nivîskarên kurdê Ermenistanê –“Bahara Teze”hatine weşendin.

 

* * *

 

Mîkaîlê Reşîd yek ji helbestvanên kurdên Soveta berê yê herî navdar û xweyê berhemên giranbiha bû. Ew pêşengê helbesta nûjen ya kurdên Sovet ê bû. Wî gelek cure û stîlên helbesta nûjen ya cîhanî anî nava helbesta kurdî. Di helbestên xwe da texnîka helbestvaniya nûjen carna bi zanîstî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûrenaverokeke nûye xweşik dihat hûnandun.

Hinek helbestên wî, tevî nûjeniyê, usa ketine qalibê netewiyê, ku bûne sitiranên hizkirî: Helbesteke usane “Qîza kurda”

 

Nava hezara

Ew qey xezale,

Baxçeda gule,

Mirazê dile.

 

Bi xwe qemere,

Enî kevere,

Lêvê narînin

Dişewitînin.

 

Bejine zirave,

Sot dil-hinave,

Birû kevanin

Çav tire wanin

 

Lê çaxê şêrbe

Ese wê şêrbe,

Ta li dinêbim

Qurbana wê bim.

 

Gelo ew kîye

Ji çi eslîye?

Şede esmane

Qîza kurdane

 

 

Nivîskar dengbêjê dema xweye. Merivhiz e. Dilê wî her bûyareke demêra davêje. Derheqa mirovayê û cihanêda dikewgire. Halê welet û gelê wî time jêra ciyê fikirandinê û xema bûne. Çiqas jî gelê wî li “çiya dimîne”, “nêzîkî Xudê ye”, “Ji kul û derdê gel çiya xuliqîne, lê heta “Rebê jorîn “jî ber neheqiya ku li kurda tê kirin kerre:

 

Tu zanî em kê ne?

Em li çiyê dimînin,

Nêzîkî Xudê ne.

 

Xûna xwe sor dane,

Can dane kurdêd me,

Lê bê weten mane.

 

Ji kul û derdê me

Nava dewr û qurna

Ev çiya xuliqîne.

 

Dibên – Xudê rehme

Û me tirê Xudê

Wê bê hewara me.

 

Kurdo, xwe ra here,

Ber kul û derdê te

Rebê jorin kerr e. (“Kurd”www.ruvr.ru)

 

Sebebê bindestîya kurdan tenê dagerkir û neyar nînin. Helbestvan xweş dibêje:

 

Hela qebîl hene,

Hene ber û berek,

Hev dikujin hela,

Hene sîlih û çek.

 

Hela ev pênc tilî

Hevdu fem nakin rind,

Hela çav digirîn,

Wêran dibin hê gund.

 

Kurd lawê xwe hela

Didin xelqê xerîb,

Xweyşems in, nav eyan,

Lê mala wan terî.

 

Qurne tên û diçin,

Hê qebîl in û ber,

Hê qirka hev digrin,

Hev ra hê dikin şerr.

 

Xudê dilê şêra,

Aqil û zên daye,

Lê tifaqa mêra

Hela êtîm maye. (“Halê kurda”www.ruvr.ru.)

 

Nivîskar bengiyê jiyanê, xezayê û evîndariyêye. Bi reng, ewaz û didemên xezayê xweşik helbestê dixemilîne:

 

Rê diçe xaro-maro,

Rê dibe berbi çiya,

Dilê min çawa zaro,

Şa bûye boy van ciya.

 

Dora min bahar û tav,

Jorda tê bayê hênik,

Û rex rê jîr û bedew

Dikşe ava tenik.

 

Ez diçim û bê derdim

Û dîsa cahilim ez,

Lê dûrva silav didin

Kulîlkê gevez-gevez…

(Bahar, kitêba dersê: Lîtêratûra bona dersxana 5-6; rû 186; Yêrêvan 1978)

 

Tav efrandinê wî da jiyan e, xuliqdarê her tiştiye. Ronayî û bawariya paşîrojê helbestên wî da heye.

 

Ez xilaz bûm ji zindana şevê,

Pê nûra sibê ser-çavê xwe şûşt,

Tav kete malê û rast wê demê

Qulçê malê da siya paşin jî kuşt.

 

Dewata hezar rengî bû derva,

Min pêsîra xwe ber tavê vekir,

Tavê ramûsa sîngê min qemer,

Ûtavê zerpê dilê min se kir.

 

Teyr û teyreda silav dane min,

Bîna xwe boy min kulîlka jî şand,

Û tava devken, tava min xanim

Germa xweye kej pê tîrênca şand.

(“Sibe”Îsaf . Yêrêvan 1984, rû 3)

 

Şa dibe û dikewgire, cihana ruhê evd ber xwendevana vedike, pesnê xezaya efrandar dide, derheqa felsefa jiyanê û mirinê da xwendevanra diaxive. Helbestên wî da hisreta salên derbazbûyî, evinên çûyî, hest û hesîna xortaniyê û kesera kaltiyê heye.

 

Jinê çaxê min îdî pîr bûne,

Îdî tîr bûne xemê rojê wan,

Niha zarê me îdî hîn bûne

Ber hevdû vekin dilê can-cîwan.

 

Sorê lêvê wan qe tiştek nema,

Şevê pore wan wê sipî bûne,

Û carna şeva êşeke nemam

Dil hemêz dike, xilazbûn tune.A

 

Ber xwe dikevin, jinê çaxê me,

Hûn dilê minda hê cahil mane,

Dinêda heye aşiqê amin,

Ku qîmetê we niha jî zane.

(“Jinê çaxê min” Bahara Teze-3, 1984, rû 80)

 

 

Me, gêncê wê demê, ev helbesta ezber zanibû. Û carna, wek laqirdî, me cem wî digot. Dikeniya: “Çend sale dine hûnê bi keser vê helbestê ji bîr bînin”. Sal derbaz bûn, bi xwera gelek tişt birin, dewsê keser, kesera tije hisret hîştin…

 

 

Helbesteke hizkirîye “Ezîzê min”

 

Û çû Emînê Evdalî dilzarr,

 Ku mina zarra dine dinhêrî,

Germ dibû boy me roja here sar

Ji dil û bîna ewî camerî.

 

Û çû Ûsivê Bekoyî dilrem,

Ku şêrda hezar carî mirin dît,

Lê şiêrê xweda hîşt dilekî germ,

Got:-Dinê xweşe, wê xweyîkin, gidî.

 

Û çû Şikoyê Hesenî delal,

Bengiyê rroyê, zar-zimanê me,

Wî dixwest yeke me bike hezar,

Lê riya wî birî mirina nemerd.

 

Û çû Erebê Şemodinêdî,

Ewî bi zarê Xanê dilzêrîn

Got:Bi tifaqbin, hey, kurdê cindî,

Heker dixwezin dinêda bijîn. (“Îsaf”pû 61)

 

Li nava her çarxetekê da, helbestvan karibûye bi hunura bêqisûr qimetê şuxulvanî, xeyset, efrandarîya wan mezinên edebyeta me, hogirên xweye qelemê, bi kesera tije hizkirin, bi şêkirandin şexsiyeta wan bineqişîne.

Di nav efrandinê helbestvan da helbestên ji bo zaroka cîkî girîng digrin. Ji aliyê cûre, naverok û têxnîka nivîsarê da ew berbiçevin û bala xwendevana dikşînine ser xwe. Bi rastû jî vê beşa edebyetê da valayîk hebû. Helbestên “Çivîkê çûkê”, “Berf”, “Hesoyê tembel”, “Nan”, “Pişîk”û yên mayîn wê valayê hevkî tije dikin.

 

Min wera çar sêv anîn

Sêvek para Nazêye,

Sêvek para Qazêye,

Sêvek para inêye,

Sêvek ma, para kêye

(“Çar sêv”, Bahara Teze, 1982, rû 30)

 

Mîlayêlê Reşîd xizneke edebiyetêye bedew ji pey xwe hîştye. Ew ji wan meznê edebyeta kurda ne, ku efrandinê wî hewcê lêkolîn-qimetkirina berfirene. Mixabin, rûyê elfeba kirîlî da heta niha cihana efrandariya wî nebûye hebûna xwendevanên kurd.

Helbestvan Fêrîkê Ûsiv hevaltî pir nedikir, dibûrî bû, zû nêzîkî hevalan nedibû, hevkî jî bi stirû bû. Emir da navbera wî û Mîkayê Reşîd ewqas jî germ nî bû. Lê helbesta ku diyarî Mîkayêlê Reşîd kirye qîmetkirna poêziya helbestvan Mîkayêlê Reşîd e bilind dide kivşê:

 

Emir da aqas jî dil û ced,

Me şoriya hevaltiyê nekir,

Lê tim jî, lê tim jî bi hisret,

Min mêla xeysetê te dikir.

Min nava mitalê xwe nûr da,

Li taxek Pampa xwe hizkirî,

Çê dikir ji te ra zef zû da

Tamekî tûfînî kilskirî.

Wî gundê bedewî, bilincî

Em diçûn sersal û eydê hev,

Û li ser kulavê kurmancî

Guh dida me şiêr û beytê hev…

 

Mîkayêlê Reşid endemê Yekîtîya nivîskar û rojnemevanên Yekîtîya sovêtê bû.

 

 

Hinek helbestên Mîkayêlê Reșît:

 

Tu fesal here

 

Nav kulîlkara tu fesal here,

Kulîlk xeberê dilê evînin,

Ku rijyane rokê li van dera

Û niha buxz û bîna xwe tînin.

 

Herke tu rokê kulîlka te’mkî-

Hinek șirînin û hinek jî te’l,

Li nav kulîlka dibe tu femkî,

Wekî hub time șirîne û te’l.

 

Dewir û zemana dilê evîndar

Gilyê te’l-șirîn gotine hevdu,

Ew gilî bûne kulîlkê delal,

Nav kulîlkara fesal here tu

1977

 

 

Dirav

Dirav hiz nake li cîkî bimîne,
Dirav hiz dike dirava bîne.

Û boy titşekî peydakî, dest xî,
Gotî hemû rê bin linga xî.

Û dirav mîna tucarê koçer
Tu cîya nahêle, dibe der bi der.

Ew tê – şên dibin bajar û welat,
Cîkî din dibe girî, kul, nelet.

Cîkî ew evda dighîne ezmîn,
Cîkî din dike bêhurmet û dîn.

Destê aqil da milûk, xêrxaz e,
Eşq û şabûn e, bext û miraz e.

Lê bidî destê evdekî diljehr –
Îdî hazir in dew û doz û şer.

Şayîr im, qedirê pera nizanim,
Lema hiz nakin ewan cêba min.

Naxwezim bibim bend û qûlê wan,
Bila carna jî ez bibim dêran.

Bila carna jî ez bibim dêran,
Tek dil û malê din nebin wêran.


Çivîkê çûkê

Vê sur û sermê
Fêza bêderê
Çivîkê çûkê
Danî ser darê.

Berî êvarê
Ba vize-viz e,
Çûkê ser darê
Ha dilerize.

Soldirû rabû
Û gote terzî:
-Çûkê şewitî
Pêxas û tezî.

Soldirû cote
Sol dirû anî,
Terzî deste kinc
Ber çûkê danî.

Çûkinga terez
Lez sol pê kirin,
Kincê xas, teze
Li xwe wer kirin.

Çivîkê, çûkê
Xwe ra bigere,
Delalê bûkê,
Bifire, here.

Çûkê nikare
Tu gava bike,
Çûkê nikare
Baskê xwe veke.

Çûkê, biçûkê
Dike gazine:
-Ev sol giran in,
-Ev kinc mezin in,


Halê kurda

Hela qebîl hene,
Hene ber û berek,
Hev dikujin hela,
Hene sîlih û çek.

Hela ev pênc tilî
Hevdu fem nakin rind,
Hela çev digirîn,
Wêran dibin hê gund.

Kurd lawê xwe hela
Didin xelqê xerîb,
Xweyşems in, nav eyan,
Lê mala wan terî.

Qurne tên û diçin,
Hê qebîl in û ber,
Hê qirka hev digrin,
Hev ra hê dikin şer.
 

 


   

 

 

Eskerê Boyîk3993

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com