|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Pirtûkek nû li ser Êzîdîyan bi zimanê danîmarkî – ”Hêsîra di Dewleta Îslamê de” - derket

Nivîskar û rojnamevanê danîmarkî-kurdî, Deniz Berxwedan Serinci, pirtûkek bi zimanê danîmarkî li ser jîyana keçeke Êzîdî, ku di dema jenosîda terorîstên DAIŞ'ê a li Şingalê, weke bi hezaran keç û jinên Êzîdî ketibû destê har û hovên DAÎŞ'ê û li gel xwîçka xwe nêzîkî salekê dimînê, nivîsîye.

Piştî ku her du xwîçk rizgar dibin, bi rêya projeyeke Almanya a di bin serpereştîya Prof. Ilhan Kizilhan de, li gel 1.100 keç û jinên din ên Êzîdî ên rizgarî ji bo dermankirinê hatin Almanya.
Pirtûk li ser çîroka Ghalîya 27 salî ye, lê çîroka wê di eynî wextî de jî çîroka hemû wan keç û jinên Êzîdî ye, ku bi salan di bin zilm û zora DAÎŞ'ê de man û li sûk û bajaran dihatin firotin. Heta niha jî hê bi hezaran keç û jinên Êzîdî di nav destên wan hovan de mayine asê.

Pirtûk ji alîyê çapxaneya Gyldendal hatîye çap kirin û îro jî bi vê minasebetê resepsîyonek hat dayin.

Gelek heval û nas û dostên kurd û danîmarkî, ku di nav wan de gelek sîyasetmedar, parlamenter û kevnewezîr jî hebûn, beşdar bûn.

Gelek kesan axaftin kirin û dîtinên xwe di derbarê Êzîdîyan û jenosîda hatî serê wan de anî ziman.

Hunermend Cahît Ece jî bi bilûra xwe rengek taybet da resepsîyonê.

Hêjayî gotinê ye ku Deniz tu dîyarî wernegirtin. Ji dêvla dîyarîyan daxwaz kir ku di rêya Komîta Şingalê de alîkarîya keç û jinên Êzîdî bikin.

Yilmaz Yildiz, cîgirê serokê Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark (KKÊD) jî li ser navê Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark û Komîteya Piştgirîya Şingalê a bi navê "Påfuglens Vinger" (Baskên Teyir Tawis) axaftinek pêşkêş kir, bal kişand ser jenosîda li Şingalê, rewşa Êzîdîyan bi giştî û bi taybetî jî rewşa van keç û jinên Êzîdî ên hatîn rizgar kirin û ên hê jî di destên DAÎŞ'ê de mayine asê û hêvîya alîkarîyê ji hikumet û parlamentoya Danîmark kir. Herweha daxwaz kir ku Danîmark jî wek Almanya hin ji wan keç û jinên Êzîdî ji bo dermankirinê bînê Daîmark.

Bi nivîsîna vê pirtûkê û pirtûka berîya niha a di derbarê DAIŞ'ê de û bi nivîs û meqaleyên xwe ên li ser keç û jinên Êzîdî û jenosîda li Şingalê, rojnamevan û nivîskar Deniz kar û xebateke giranbiha û pîroz kirîye. Em jî wek malpêra Bahzani.net/kurdî ji ber vî karê wî ê pîroz spasîyek germ lê dikin.

 


   

 

 

3994

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com