|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
AHMEDÊ GOGÊ – 80

 
 
                                         
                                              
Ahmed karibû îro li kêleka me bûya. 80 sal zêde nîne. Îsal Ahmedê me bû 80 salî. Îro min birayê xwe ji salvegera wî da bîr anî…Rehma Xwedê Ahmedê Gogê, nivîskar û rojnemevanê bi nav û deng, serokê para axavtina zimanê kurdî ya radiyoya Yêrêvanê be./ ji pey Xelîl Mûradov ra, sala 1981 heta dewya salê nodî.
 
Ahmedê  Gogê sala 1937 a, li gundê Şamîranê, ser nehya Aştarakê, navça Aragasotnê, Ermenistanê, malbeteke êzdiya, ya êla Hesinyaye  bi nav û deng da ji dayka xwera bûye. Ji pey dewî anîna dibistana gunde hevtsale ew para kurdî ya xwendinxana Yêrêvanê ya pêdagogyê da tê qebûlbûn û wê bi açixî kuta dike. Vedigere gundê xwe, dibistana gund da dersdaryê dike, pêra jî fakûltêta dîrokê û ziman ya înstîtûta pêdagogyê bi cûrê dûreke xilaz dike.
 
Sala 1964 a cîguhestî bajarêYêrêvanê dibe, para radyoaxaftinên kurdî da dikeve xebatê, berê wek rêdaktor, paşê çawa serokê parê. 
 
Wî berê jî gotar, miqale radyoyêra dinivîsî, hizkirna wîye efrandaryê hebû, lê li vira bi temamî xwe pêşkêşî karê rojnemevanyê dike. Şirove, gotar, rêportajên wî ji alyê guhdarvanava rind tên qebûlbûn. Dema rêvabirya wî da para axaftinên Kurdî, bi profîsyolîzma xwe êdî ji parê dinê danedixist. Pirr kar hate kirin bo zengînkirina fonda  kilam û miqamê kurd, gelek bernemên nû û hewaskar çê bûn.
Ahmed helbest jî dinivîsî. Hinek ji wan almanaxa nivîskarên kurd, ya salane: BAHARÊ  da  hatine  weşandin.  Dengbêj  Aramê  Tîgran  çend  helbestên  wî  kirine  kilam. Ew  sitiranên  hizkirî  ne û tim nava gel da tên gotin.   
 
Navê Ahmed wek nivîskarekî bi şuret, di nav neferên malbeta nivîskarên Kurdên Ermenistanê da bi pirtûka wîye „Dengê kal-bavê me“ hate nivîsar.Ev pirtûka delal sala 1997 a li Yêrêvanê hate weşandin.
Ahmedê Gogê sala 2003 a çû ber rema Xwedê.
 
***
 
Ez û Ahmed ne tenê hogirê hev yê qelemê, heval  bûn, lê em lawê xatîkê hev bûn. Daykê me  xûşkê  hev bûn, keçên Ûsiv Begê Hesen Axa, ji malbeteke  Êzdiyên  Ermenistanê, ya herî  bi  nav û deng  ji êla Hesinya. Serokatya  temamya kurdên Êzdî, yên hidûdê Rûsyayê da, berî şorişa Oktobirê padşê Rûs siprtbû  vê malbetê. Kalkê  me, yê  ji alyê  dê: Ûsiv  Beg, serokê  êla Hesinya yê dewyê ye. Ew dema xwe da evdekî  pêşketî, bi  nav û deng, xwendî, li  nava  rewşembir û gire–girê  ermenya  da  hizkirî, endemekî  parlamênt û hukumata dewleta Ermenya ya ewlin  bûye. Bîr tînin, ku wî zimanê rûsî û ermenî wek kurmancî diyxivî.Nav û kirinê wî yê qenc heta niha jî li nav kurdên Ermenistanê da tê gotin, kilama  li  ser wî tên sitiran.
 
Di  dîroka pêwendîyên Êzdî – Rûs û Êzdî – Ermenya da vê malbetê roleke mezin lîstye. Bûye pirake tifaqê navbera kurdên wê heremê, yê musulman û êzdî da. Ew û malbeta Gulî  Cewar Axa serdewatî û kirîvên heve kal - bava  bûne. Kîjana jî  serokatî kurdên musulman  yê  rûsyayê dikirin. Çûyîn – hatina malbeta  Gulî Çewar Axa heta mala padşayê Rûs ra jî  hebye... Ahmed  derheqa vê dîrokê da rind  zani bû. Nav bi nav gişk ji bîr tanî. Derheqa  qewimandnên  wê demê da karibû bi seheta biaxivya...
 
Ji  ber  qir – bir, şer -dewên  salên  1918 –1920 – an, destê milet ji hev diqete, dost,  pismam  û xêrxwez ji hev dûr dikevin. Dilsarî  dikeve di  navbera  wan. Êla Hesinya jî gelek  undayan  dide, gund, cî  û  warên  xwe, yên  li  çîyayê  Sînekê  dihêlin, ji  çemê  Erez  derbaz  dibin  têne  Ermenistana  Rojava... 
 
Ahmed, li  gundê  Şamîranê, merkeza  wê  êlê, li  nav  rîspî  û  zana  da  mezin  bûbû.  Ev gunda  bi  emirmeznên xwe maqûl, a´lim, çîrokbêj  û zanyarên xwe yê gelêrî heta niha jî bi  nav û denge. Gelek rîspyên wî gundî hela destpêka  sedsala  bîstan  / salên 1900 – 1905  an / zarotîêda li  mekteba gundê  Zorê da bi zimanê rûsî xwendi bûn. Ahmed di  nav  wan  da  mezin  bûbû  û  mîna  ênsîklopêdîyake  zêndî, ew  dîrok gișk  rind  zani  bû.
 
Ew li cem zanyarên  eyan Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Çasimê  Celîl  û  gelekê  din  li  xwendexana mamostahazirkirnê  ya ziman û edebyeta  Kurdî da xwendibû û bûbû  zanekî  ziman, dîrok û edebyeta kurdîyî hêja. Usa jî pêşekzanê ziman, dîrok û çanda Ermenya bû. Li  ser xebata doktoryê dixebitî. Têma doktorya wî derheqa pirsgirêkên perwerdekirina zarokên kurda bû li mektebên  Ermenîstanê da, çend  miqalê wî yê zanyarî jî, bi zimanê Ermenî, li  ser wê babetê kovara bi zimanê ermenî: MANKAVARJ ( MAMOSTA, DERSDAR ) da  derketibun.
 
Devedevî çar dehsala zêdetir ew para axaftinê kurdî ya radyoêye Yêrêvanê, wê ocaxa  kurdîyê  bi nav û deng da bi dil û can xebitî û serokî lê kir. Dema navê radîoya Yêrêvanê didin, gerekê  berî  her  kesa  emekê  Ahmedê  Gogê neyê  jibîrkirin.
 
Ew ne ku tenê li nav Kurda da lê temamya Ermenistanê da rojnemevanekî naskirî û jêhatî  bû.  Wan sala rojnema R´YA TEZE  jî  bi  nivîsarên  wî  dewlemend  dibû. Ewî  ne tenê derheqa  jîyana  kurdên  Ermenîstanê û welatê Sovyêtê da dinivîsî, lê usan jî li ser pirsgirêkên  ziman, çand, perwerde u tiştên  din  disekinî. Bi  saya  wî  fonda  sazbendya  gelê  me li  radîoya  Yêrêvanê  da  pir  dewlemend  bû. 
Wî  degme  distira, lê xweş distira, çîroka kilama, bûyarên, ku  kilam li ser hatine şêwirandin  rind  zanî  bû, ew  bû  sebeb  bi  zanyarî  nêzîkî  fonda  sazbendiya  Radyoyê  dibû.
Emekê  Ahmed  pire di  nivîsara  hinek  berhemên  min  da.
 
Sala 1970 – î gelê  Ermenî  bi şaynetî 100 salya dayîkbûna  ewledekî  xwe KOMÎTAS  dida  kivşê. Min  derheqa  Komîtas  da, wek dostekî gelê kurd zanibû, ewî dema xwe da  kilamên  meye  gelêrî  berev  kiribû  kovarên Ermenya,  ye  wê  demê  da  weşandibû, dîploma  xwe  Ewropayê  li  ser  sazbendya  Kurda  nivîsîbû. Lê  min  nizanbû ku wû û kalkê  min. Ûsiv Begê tev  xwendine, hevaltî  kirine. Komîtas  gelek  cara  mala  Kalkê  min  bûye  mêvan, li  wur  ew  kilamên delal,  ji  devê  dengbêja  nivisye...
 
Ahmed  ew  çîrok  rind  zanibû. Ez birim li cem pirofêsorên Ermenî yên wê derheqê da nivîsî  bûn (Ahmed ew nas dikirin)  û  hinek  rîspîyên  êlê, ku  rind  haj  wan  bûyaran hebûn. Bi  însyatîva  Ahmed  kurteçîroka  Komîtas  min  nivîsî...Kurteçîrok  bi  zimanê  êrmenî  jî, kurdî  jî  neşir  bû  û  rind  hate  qebûlbûn...Rastî  jî, weke  navê min  ûsa  jî  navê  Ahmed  karibû  bin  vê  efrandinê da   bihata  nivîsar. 
Êla, ku Ahmed nav da mezin  bûbû, êla mala axê  bû. Malbeta wan jî wê êlê da maleke here navdar bû, malmezina qebîla Remoşa. Ewan  tim  li  nav  hatin – çûyîn, helaqetyên  li  tev  Ermenya, Rûsa, şerê  himber  dewleta  Osmanyê  da  bûne. Tevî  malbetên  axa – begên  Serhedê  ji  kirîv  û  serdewatî  bûne. Çawa  min  jorê  jî  nivîsî, gelek  kala mekteba  gundê  Zorê, ya  zimanê  rûsî  da  xwendibûn. Ahmed  nav  wan  da  mezin  bûbû  pir  tişt  zanibû.
 
Ez  jî  li gundekî  êla  Elegezê, ji  dûrî  wê  êlê  mezin  bûbûm. Bavê  min salê 1937 – 1939  an  bûbû berpirsyarê dibistana gundê Şamîranê û keça Ûsiv Beg, Gulîzera dayka min, ku di malê da dergîstya lawê apê xwe bû, revandi  bû. Bûyareke  usa,  wê  demê gelekî  bi  qezya  bû...Û  eger, dewleta  sovyêtê  nîbya, Xwedê  zanê  dewyê  çawa  bibûya... 
 
Sala 1941 ê herba navbera  welatê  sovyêtê û Almanya Hîtlêryê da dest pê dibe. Ez tême dinê  û  bavê  min  jî bêyî mala bavê dayka minra lihev bê, diçe  ber  şêrr. Ji  pey  şêrra  jî, ji  bo bavê  min hêsîr  ketibû, rêjîma  Stalîn  tevî  geleka ew jî  sirgûnî  Sîbîrê kiribûn. Heta  sala  1953 a kanên  komirê  da  dixebitî. 
Ji pey  mirina  Stalîn  ra  bavê  min  vedigere. Dû navbira 15 – 16 salan ra  tevî  mala  bavê  dayka  min li hev tên. Gundê me jî ji hev dûr bûn, çûyîn hatin navbera me da kêm bû.
 
Ûsa, heta  despêka  salên  şêstî, dema  êz  çûm  bajarê  Yêrêvanê  xwendinê, Ahmed  jî  li  radyoyê, ya  axaftinên  kurdî  da derbazî li ser kar  bû, em  herd  kurxatî  nêzîkî  hvdu  bûn.
 
 Çi cara ew biçûya  Şamîranê, ese  ez jî xwe ra dibirim...  Bavê  Ahmed :  Xalê  Gogê  evdekî  bilindî,  bedewî xeberxweş bû. Êlê da mirovekî qedirbilind bû. Ewî û bavê min tev dersdarî  kiribûn, paşê  salê  dirêj  bûbû serokê  sovêta  gundê  Şamîranê... Dikenya û malxalanê minra  digor:  „ Wele, min Gulîzer da Boyîk bir. Ez poşman nînim.Yan  na xwerzîkî wa wê ji me ra  ji ku bihatana...“     
 
 Rîspyên  wê  êlê zane bûn. Rind  haj bûyarên  rev û beza salên 1918 – 1920  an  hebûn...Ez  bi  saya Ahmed ketime li nav wê civaka  zane. Gelek tiştî ji wan maqûlan hîn bûm..
  Ez  pir  tişta  da   borcdarê   Ahmedim…
 
Ew evdekî pirr  rem, qenc, merd, zane, merivhiz û welathiz bû.. Qedrê wî di nav rewşenbîr û zanên ermenya da jî  bilind  bû...
 
***
Naveroka pirtûka DENGÊ KAL Û BAVÊ  ME  çîroka êla Hesinya ne. Despêka sedsala 19 da ev êla êzdiyan cî û warê xwe, milk û malê xwe dihêle, ji zulma dewleta Osmanye û olperestên heremê direve, derbazî alyê Surmeyê-Sinekê dibe, xwera gunda şên dikin.  Sebebê cîhilbûna êlê ewbû, ku herem ketibû li bin deshiletdarya Rûsa. Welatê rûs da  fanatîzma olêye li ser evdên olên din tunebû, ji bo bawaryê, wek dewleta Osmanyê deshiletdarya olekê nikaribû neheqî evden olên din bikira. Pêra jî navbera serokê êla wan û rûsa da amintî çê bûbû. Serokê êlê Hesen axa, syarên xweva  derbazî alyê rûsa bûbû û dijî osmanyan şer kiribûn. Êla zêrandî ra mecal çê bûbûn ji zulm û zora civakî û olî xilazbe. 
 
Nivîskar bi mesela herd malbetên mezin: mala Axê û malmezina qebîla Remoşa ya Ûsivê Xwedo jîyana êlê radixe li ber xwendevanan, bûyara, helaqetyên navxweyî û yên tev  êl û eşîrên kurdên cînar, tevî dewlet û çînovnîkên rûsa û û ermenyan bîr tîne.
 
Derheqa her gundekî wê êlê, (berî reva salên 1918-1920) pirtûkê da usa xweş, usa zêndî hatye nivîsar, ku meriv tirê dîdemê gundê zêndî, bi çîya-banî, zozan, mêrg-çîman, reng-rewşên xweva raxistîne li ber çavan. Her gundek bi qebîla xwe, malmezin, çûyîn-hatin, xeyset, zargotin, bûyarên naxweyî yên biçûk û mezinva, erf-edet, eyd-erefat, şîn-şayî heta jin revandin, mêr kuştin jî nehatine bîrkirin. Nivîskar pê-pê li pey rêça binelyên wan gunda tê heta digihîje vê dewyê. Nîşan dide ji pey reva salên 1918-1920 ra çi hatye serê wan, Ermenstana îroyînda ew li ku  hêwîrîne, dijîn, çi şexsên zane û jêhatî ji nav wan pêşda hatine.
 
Mêrxweseên efrandinêye sereke serokê vê êl–eşîrê Ûsiv Begê Hesen axa û serokê malmezina remoşa Ûsivê Xwedo ne. Herd jî kalkê nivîskar in, yek alyê dê, yê din alyê bavêda. Ûsiv Beg   merivekî zemanê xweda xwendî, pêşverû û ji alyê gelda hizkirî bûye. Mala wan  ji alyê dewleta rûs va weke berpirsyarê hemû êzdîyên Pişkavkazê hatibûn naskirin. Bi pêşnyara wî dewleta  rûs çend dibistanên bi zimanê rûsî, li gundên êzdyan da vekiri bûn. Ûsiv Beg hogirê mûzîkvanê ermenya, yê mezin Komîtas  bûye, kîjanî li ser bingeha sitiran û awazên kurdî dîploma xwendina xwe nivîsye û hela hê dewya sedsala 19–an, gelek sitiranên kurdaye gelêrî ji dengbêjên kurd nivîsye û weşendye.  
 
Pirtûkê da bilî  axa  û  began, mirovên  bi  nav, meznên  malbetan, usa  jî  pir mirovên êlê  yên dîndar, dengbêj, nandar, rêncber, cotkar bi kar û barê xwe tên bîranîn. Bi bîranînên  hewaskar, çîrokên gelêrî, têkist û kilaman ku  dengbêjê wê  êlê  stirane, efrandin dewlemend kirine.  
 
Nivîskar derheqa serleşkerekî dema Sovêtyêyî naskirî Şemo Têmûrov da jî dinivîse, ku yek jî şoreşger û kadrê kurdî ewlin bû kete nava leşkerê Sovyêtê, bû serokê nehya gundên êzdya ya Hacîxelîlê, paşê bû  serhing  û  hogirê  Marşalê  Yekîtya  Sovyêtê  Hovhannês  Baxramyan.
 
Ew  romaneke  berfire  ye, derheqa  wê ê la  êzdîyan da. Cî, şexs, nav tev jî yê rastî ne. Bûyarên dîrokî, ku ji destpêka sedsala  bîstan hetanî wê paşwextyê  hatine  serê  êla  wan, bi hûrgilî pirtûkê da hatine  şirokirîn.
 
Pirofêsya nivîskar, ya rojnemevanya radyoyê, hukumê xwe li ser ziman, cûrê fikirandin û efrandarya pirtûkê hîştine. Loma jî, pirtûkêda her cûrê nivîsara vekirî tev li hev dibin û dibe tomerîbûnek hevgirtî, efrandineke tam, wanekî rengîn, ku di nav xweda jîyana wê êlê bi her alyava tîne li ber çavê xwendevana. Qîmete  pirtûkê ji  alyê  ziman, edebeyt, dîrok, êtnogirafî, zargotinî  va  bilinde. Zimanê pirtûkê xweşe, zelal nêzîkî yê zargotinê ye..
 
Zargotin pirtûkê da çîyê mezin digre.  Ew têkstên kilaman, ku pirtûkê da hatine weşendin wî gişk zanibû, û ne ku tenê wek stiran distira, lê bûyarên kilam ser hatine hûnandin, li nava kîjan qebîlê da, kê ew stirane, çîroka wan hurgilî şirove dikir. 
 
 Pirtûka Ahmedê Gogê DENGÊ KAL Û BAVÊ ME bi hewaskarî tê xwendin. 
 

   

 

 

Eskerê Boyîk4005

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com