|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
PİŞTÎ 3.SALA HESRETA GUND Û WELATÊ MIN !

 

Ev 3 salbûn jiber tendûristiya xwe min nikaribû herim gundê xwe,Piştî destura Doktora,
Jibo ez û heyetekê doza mahkema xêniyê Kelhokê 08.11.2017 bi şopînin çûn Batmanê,Mixabin weke hertim bi bahaneke Piçûk kû ji dosyayê weresetek kêbû talok heta 31.01.2018 hat dayîn! Me kêmasî serastkir.Ji Despêkê heta vêga 26 dûrûşma me pêkanin?!.

Me wek heyet bi Valiyê Batmanê Ahmet Deniz re hevdîtin pêkanî,despêkê me spasiya V.A.Deniz kir kû serdana tahziya rêspiyême Mahmud Kezer kirbû, hevdîtin gelek poztîf derbasbû,me maxdûriyeta xweye 5 sala berfire anîn ziman V.Deniz jî Kêfxweşiya xwe anî ziman kû êzdî dixwazin wegerin gud û welatê xwe,soz da kû ê sibê here bişiriyê û bi rayedarare vê meselê bi axife! Mejî rewş êzdiyê Bişiriyê û rewşa êzdiyê Şengalê yê kampa Qorixê birxist, spas kir û xatir xwastin.

Çed roj peyre me serdana kaymekamê Bişiriyê kir,me dît dosya kû me dabû vali ser masê kaymekam bû,piştî pêşwaziyê me heman pirsgirik û daxwazî ji kaymekam ji kir,Kaymakam jî go mi dosya we dixwand tiştê hukû û hewce emê pêk binin û ezê bi derê muhatab rejî parvekim.Jibo kampa Qorixê got emê êzinga bidin û jibo pêwîstiyê din me bi Muxtar Erhan Tagay re xeberdaye! Mejî Spas kir û xatir xwastin.

Me hesreta bi gund û goristanê xwe re bi xemgîn pêkanî,berî çend heyva me rêspiyê xwe Mahmud Kezer,sembola xwe Qeşem Kezer hindakiribû me wan û bi deha bûhûştiyê goristana Kelhokê û Hecrê ziyaretkirin.

Dema cara 2 min çûn Kelhokê me dît erdê meyî tapûlî cot dikirin.Mejî li karakolê gilî kir,pêşîde me wên kişandin.heta karakol hat motor reviyan leşekera wêne cot tespît kirin!Dema em li ser erdbû kesê kû gundê me îşkalkirine gotin kû ûn ne mêvanbûna yanî ê li me bixistina,gotin hûn bi saxî nikarin werin wir yanî ûn tenê mirï karin werin wir! Gotin hûn hertim kolê pêşiyême bûne! Gotin em te karin bidin girtin û ji komtan re gotin ev ne vatandaşê tirkaye! Mejî kû tiştê pêwîst bû anî ziman,leşekera jî Piştî tespîta,gotin emê ji savcî û Kaymekare bîşînî!

Mejî hemû derê pêwîst û hewce ziyaretkirin.Daxuyanî da Batman çağdaş Gaztesi,1.Haber var,Batman gaztesi û ÎHD Batmanê!

Emjibo rametiyê pir Şemdin çûn gûndê Çiniriya,
şaşisimê,Şimizê,Texeriyê û gorstanê,Hecrê,Kelhokê û Mezelka,me gelek dostê hêja dîtin.

Pîştî me bi van pirsgirêk û gerare hesrata gund û welatê xwe pêkanî zemanê me zu Derbasbû! Bi hêviyê serkeftina doza gundê Kelhokê ya 31.01.2018 me xatir,ji bûhiştiya,gund û welatê xwe xwastin.!

Nedim Erkiş
19.11.2017


   

 

 

Nedim Erkis4006

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com