|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Egîtê Xudo- 90

 

 

(1927- 1999)

Navbera gundê me û gundê Elegezê 2 km. bû. Dibistana gundê me ya heftsale bû, lê ya Elegezê dibistaneke bi nav û deng ya xwendina navîn bû. Li dora Elegezê deh gundên Kurdên êzdî bûn. Ji pey xwendina dibistanên gundê xwe yên heftsale ra payê zarokên wan gundan û zarokên hinek gundên ermenyan dihatine wê mektebê xwendinê. Elegezê da usa jî sêwîxaneke mezin hebû. Şagirt pirr bûn û dibistan jî mezin bû. Ez jî ji pey xwendina gundê mera çûme dibistana Elegezê.


Wê demê Egîtê Xudo serokê dibistanê bû. Dersê ziman û edebyeta ermenî dida me. Ez wê demê xortekî 14-15 salî bûm. Min edebyet pir hiz dikir. Pirtûkê edebî gelek duxwend. Dersdarê min yê ziman û edebyetê ew yek zû tê derxist, guhdarya wî ser min bû. 


Hela ji salên şagirtyê min bi zimanê ermenî helbest dinivîsî. Wî nivîsarên min begem dikir û temî dida min ku ji edebyeta cihanê pirr bixûnim, guh bidime helbestvanyê û zimanê me: kurmancî.
Ji pey salên şêstîra ez çûm Yêrêvanê, xwendina bilind. Dersdarê min jî êdî li rêdaksya rojnema RYA TEZE da serokê para edebyetê dixebitî. Dîsa me hev dît. Ez timê diçûme rêdaksyayê oda dersdarê xwe. Min çi ku nû dinivîsî dibir jêra duxwend. Bi hizkirin guh dida min. Begem dikir, rexne dikir. RYA TEZE da diweşand. Rast fikira wî ji minra pir biha bû, ji bo wek gelekên din cem wî çavnebiharî, hevsûdî tunebû. Ez gelek tişt ji wî hîn bûm… Sal derbaz bûn em bûne weke hevala. Wî jî nivîsên xwe ji min ra duxwend… 
Paşê ez bûme zavê wan. 


Egît bîra min da wek merivekî xêrxwez, rewşenbîr, xerîbdost, xweyê kûltûra bilind, xeyset û dilê paqij ma.

***
Egîtê Xudo Mhoyan sala 1927 a li gundê Elegezê (berê Camûşvana mezin), nehya Aparanê, komara Ermenistanê malbeteke êzdiyan da ji dayka xwe bûye. Kal-bavên wê ji êla Sîpka, qebîla Êzdiya ya Şemsika bûn. Nîvê sedsala 19 an, ji dest zulm-zor, ferman, qir û birra Osmanyê, çawa Êzdiyên Ermenistanê nav dikin Roma reş, ji Bakûrê Kurdistanê revyane Împêratorya Rûsyayê, herema Ermenistanê, berpala çîyayê Elegezê. Li wur ji xwe ra gundê Camûşvana mezin ava kirine. Dewleta Rûs ji, îlahî heremên perên wê, halê aborî xirab û kûltûrî va paşdamayî bûn. Vira jî zulm û zor hebû. Lê civakeke wek Êzdiyan ra, kîderê seva hebandinê kesî zordestî li kesî nedikir, fermanên qirkirin, talankirin, zêrandin û cudatyê tunebûn, ew war bi rastî jî wan ra xilazbûn bû…
Xelkê qenc-xirab, têr-birçî halê xeza çyayê Elegezêyî sert da, nîv koçer dijîtin.


Lê li vira jî zulma Roma reş xilaz nebûn...Ji serketina şorişa Oktobirêra Împêratorya Rûsan hilweşya. Hêzên Rûsa ji Kovkasê kişyan, paşda çûn...Dîsa xelkên wê heremê devê xezeva Roma reş da man...
Hêzên tirkan û alayên hemîdyan sala 1918 an hatin gîhîştine wan gundên Êzdiyan, yên navça Elegezê. Komkujîke xezev anîne serê Êzdiyên wê heremê. Kalkê wî: Miho, herd birên xwe va hatine kuştin.Tek ji malbetên herd kalkên wî (ji alyê bavê û dê da) romyan weke 15-20 zilam kuştin). Şedê wan bûyaran gilî dikirin, ku zilamên Êzdiyan, yên ketibûn destê eskerê Romê usa bi hovane kuştibûn, serjê kiribûn, ku ji pey çûyîna wan zalimara xelkê cinyazên miryê xwe nas nedikirin. Gelek zilam jî wek hêsîr tev talên ajotine kûraya Tirkyayê, ew jî bê ser-berate unda bûn, çi anîne serê wan heta niha jî ne eyane. 
Egîtê xodo, gotar û kurteçîrokên xwe da, ku salê başqe li rûpelê RYA TEZE û almanaxa „Bahara Teze“ da hatine weşendin gelekî besa wê komkujyê û wê zulmê dikedike.

Gerekê bi heqî bê gotin tek dewra Sovyêtê da Êzdiyên vê heremê bîna xwe kişandin. Bavê wî: remetyê Xudoyê Miho zilamekî jêhatîyî serwext bû. Ji pey qulixkirna leşkeryê ra wî kivş dikin sedrê sovêta gundê wan û ji kurdên êzdî ew tê bijartin wek endemê rêvabir ya Fêdêrasiyona Pêşkovkazê. (Wê deme her sê komarê Pêşkovkasê: Gurcistan, Adirbêcan û Ermenistan bi hevra bûn, hukumat û parlamêntên wan jî yek bûn. Rêvabirya wan ra digotin ZAGSÎK). Demekî kin da Apê Xudo, çawa di nav êzdiya, usa jî di nav Ermenyên wê heremê da nav û hurmeteke qenc qazanc dike, tê naskirin û hiskirin. Heta nîvê salê heftêyî jî (devedevî 40 salî) wî serokatîyê çend gund û kolxozên Êzdiyan wê navçê dikir. 


Apê Xudo usa ji bavekî xemxur, malxê malbeta giran bû. Heyşt zarokên wî û dayka Meyanê hebûn. Dayka Meyane bi rastî xanim-xatûneke kurmancyê bû-kevanya mala mêvana. Guhdarya dê û bavê tim ser perwerdekirna zarokên wan bû. Bawarkî zarokên wan temama jî xwendina bilind standin û seva gelê xwe bûn merivne kêrhatî. Ji wan birayê dû wîra: Şekroyê Xudo, pirofêsor, akadêmîk, kordzanekî bi nav û deng, diêeyan bû, Tîtal, mamostakî zane, salê dirêj serokê mekteba gundê xwe bû, birayê biçûk: Gêorgî, pirofêsorê bijişkyêyî bi nav û denge. Ew salên dirêj di warê tiravmatalogya zaroka da li komara Ermenistanê bijîşkê sereke bû. Ji pey hilweşîna welatê sovêtêra malêva destguhestî Amêrîkayê bû. Xûşkê wan heçar jî bi xwendina bilind bûn.


Elegez wê demê gundekî kurdên êzdiyayî qedîmî rengîn bû, merkeza navçê (nehî). Nehî jî hema-hema ya êzdiya dihate naskirin. Mekteba wê navçê, ya mezin, Tîatira kurda ya dewletê û gelek îdarên kûltûrî-debê lê hebûn. Serok û quluxçyên nehyê hîmlî kurdê êzdî bûn. Mala wan jî bûbû cîyê hatin-çûyînê, mêvan û merivên naskirî. Zarokê we malbeta eșîretiyê , li nav admosfêra miletperweryê da mezin bûn. Teva ra jî meremê herî mezin xizmeta gelê xwe bikin.


Ji pey qedandina dibistana gundê Elegezê ya navîn ra ew întyamên qebûlbûnê bi açixî dide û sala 1948 a li bajarê Yêrêvanê dikeve zanîngeha pêdagogyê, beşa ziman û edebyetê. Zanîngehê xilaz dike, vedigere gundê xwe. Çend sala mekteba gund da dersên ziman û edebyeta ermenî dide, paşê dibe berpirsyarê wê mektebê.


Sala 1961 ê wî teglîfî rojnema RYA TEZE dikin. Wê demê da heta sala 1993 a, 34 sala rojnemê da serokê para edebyetê xebitî. 
SAla 1999 a heftêdu salya xwe da Egîtê Xudo çû ser dilovabya xwe.

***
Egîtê Xudo payê emrê xweyî pirrê di nava pêvajoya demezirandina edebyeta Kurdên Ermenistanê da derbaz kir. Ji kar va girêdayî ew tim di nav wê tevgerê da bû. . Gelek nivîskarên me ji nivîsarên xweye ewlin li ber çevê wî gihîştin û bûn nivîskarên bi nav û deng,.

Em nêzîkî hev bûn û min texmîn dikir, ku ew cawa bi destanînên şayîr û nivîskarên meva kêfxweş dibû, ber xwe diket dema wa gotî hinek „nivîskarên“me, ku bi heqî ji şureta nivîskaryên dûr bûn rojnemê da gunê neweşandina berhemên xweye „hêja“ dikirin sûcê wî.


Berhemên hêja tiimê wî dibijart û dida serokatya rojnemê ( katibê cawdar, cîgir û rêdaktor). Ya dijwer vê stadyaê bû. Li vira ji bo peyvek, yan fikireke bi şik berhem nediweşendin. Egît ji bo vê yekê pirr diqehirî…
Derheqa Egîtê Xudo da, Têmûrê Xelîl, ku tev 13 sala RYA TEZE da xebitîbûn û odekê da rûniştibûn, wa dinivîse: „Kî zane, dibe eger ne keda Egîtê Xudo bûya, edebîyeta me îro ewqas gulvedayî nîbûya. Ewî helan dida gelekan, şeka tu kesî ne dişkênand, tiştê herî ne bi dilê efrandaran bigota, ev bû: “Tu gerekê gelekî bixûnî…”. Hinek efrandar dixeyîdîn, ku berhemên wan çap ne dikir. Yên kê sist bûn, digot gerekê “bişidînî”, lê yên kê baş bûn, lê ji berê da zanibû, ku here ber destê berpirsyar wê neyê çapkirinê, rêyek didît, ku wî rast fêm bikin û carna digot: “Ev berhem ji bo pirtûkê baş in, di rojnamê da nabin”. Ne dixwest “surên” redaksyonê derxe û hêvîya efrandaran bişkêne.“ 


Emekê serokê parê li ser her berhemeke edebî, yên nava wan 34 sala da di rojnemê da weşendî heye
Nenihêrî kurteçîrokên wîye delal, xwe nivîskar hesav nedikir û ji goveka nivîskaryê, weşandina pirtûka dûr disekinî. Wî warî da neqencî, neheqî û zordarî çiqas bêjî hebû. Welatê Sovêtê da ji bo weşendina pirtûka, nivîskarê xudanê pirtûkan îlahî yên edebî perekî baş distandin. Ji boy wê jî ne k u kê bi rastî nivîskar bû, lê kê zor bû, nas û dostê kê hebûn, kê rûqalim û bêşerm bû, pey hev pirtûkên xwe „derdixist“, perê xwe distand. Di çapkirina pirtûkên kurdî da tu rastî tunebû. Salbisal ermenya çapa weşana pirtûkên Kurdî kêm dikirin, nivîskar û berhemên baş zêde dibûn, bi sala berhemê hêja neweşandî diman…Lê carna, têyê hew binhêrya pirtûkek qet ne pêwîst hat kete navê û yê gerekê bihatana weşandin şûnda ketin. Dew û doz, ji hev xeyîdantin dest pê dibû. Kesî gazine xwendevan, nivîskara jî nedibihîst…

Egît merivekî rûnerm bû û ji wê dew-dozê dûr dima. Kurteçîrokên wî car cara rûpelên RYA TEZE û pirtûkên BAHARA TEZE- antologyên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê yên salena da derdiketin.
Naveroka gelek kurteçîrokên wî bûyarên tiragîk ê sala 1918 an bûn, dema eskerê Roma reş û hêzên Hemîdyan, wek lêyîke xezebêye reş hatin gihîştin wan gundên Kurdê êzdî yên berpala çyayê Elegezê û bi neyartî nêzîkî Êzdiyan bûn, Di nav çend roja da bi seda mêr kuştin, xûna xelkê am-tam rêtin. Şede bûyara tiştên nebûyî derheqa zulm û xezeba wanda gilî dikirn. Heta kevirê goristana jî şikênandin, talan kirin, nelet û nifir pey xwe hîştin. Egît kurteçîrokên xwe da ew bûyar rind tanî ber çevah…Sed heyf hinek ji wan usa jî neneşirbûyî man.


Kurteçîrokeke (novêl) wî heye bi navê „Jerê“. Vira da usa rind jîyana gund, cînartî, çevnebiharî û gevezya gundyaye sade hatye nîgarkirin, ku ji pey xwendinê ra ji bîra mêriv naçe…Çiqas jî kurteçîrok bi bûyareke tiragîk dewî dibe, dîsa xwendevan nikare nekene. 


Nivîskar tiştekî biçûk yan gundîkî sade efrandina xwe ra dike hîm û dorê cihaneke hewaskar diefrîne, digihîje kûrayî û tomerîbûnê pirsgrêkên jîyanêye mezin. Recûl hespa gundîkî ye. Herba Sala 1941 ê da Recûl jî ji xweyî distînin dibine şêr. Recûl seqet ji şêr vedigere. Vê kurteçîroka 2-3 perda tê bêjî temamya zulm û xezeba şêr tê ber çavê xwendevan. 


Sala 1986 a romana wî DÊ Û DÊMARÎ li Yêrêvanê hate weşandin.*Romanê guhdarya xwendevana kişande ser xwe. Naverok û pirsgirêkên romanê aktûal bûn, ji jîyanê hildabû, nêzîkî dilê xwendevanên wî nivşî. Raste ji herba cihanê ya duda gelek derbas bûbû, lê vî nivşî kul û derd, hilweşînên salê şêr û dijweryên peyra bi çavê xwe dîtibûn, bawarkî her malekê da hela jana bîranîna birînên şêr hebû.


Kare keçeke gênce. Dergîstyê wêyî hizkirî çûye ber şêr û kaxaza wîye reş hatye. Yanê hatye kuştin. Karê gundekî kurdê êzdî, yê cînarê gundê mala bavê xwe sêwîxanê da kar dike û tenê odekê da dimîne. Undakirina dergîstyê hizkirî gelekî hukumî ser Karê kirye. Şerr wek ewrekî reşî tarî ew gunda jî li nav kul û derdada pêçaye. Şeveke zivistanêye bager derê oda Karê dixin. Karê dêrî vedike. Jineke Rûs zaroka xweye virnik va dikeve hundûr, hîvî dike Karê wê şevê wan sitarke. Karê cî dide wan, wann an-av dike, radizên. Hew sîbê ji xewê radibe, dibîne jinka Rûs zaroka xwe hîştye, çûye…Karê ra dest bi emrekî zemet dibe. Zewaca duda jî dîsa bi tiragîk xilaz dibe. Ew û xasya xwe wî lawê Rûs ji xwera mezin dikin, dikine ewledê xwe. Dewya şêr tê, lê dewya pirsgirêkên ji şêrra çêbûyî nayê. Dema zewaca xort jî tê. Piroblêma zewaca wî tê meydanê. Êzdî dînê mayîn nazewicin. Dayka wîye Rûs xwe dide hisandin… Çîrokeke bi konfilîkt û pirsgirêk, aminayî û pismamtî, biratya gelên cuda, qedera tomerî, ku bi rastî jî di nav gelên Sovetê da çê bûbû… 
Bûyarê romanê, nîgarê têda payê pirrê, heta nav jî yên rastî bûn, nivîskar ji emir hildabû û bawarkî neguherîibû. Gundê Elegezê da sêwîxaneke mezin hebû. Navê serokê wê Badalyan bû. Navê xebatçyên hevalên Karê, navê gundyan çawa emirda hebû nivîkar hemû usa jî romanê da nivîsye. 


Roman bi kurmancîke delal, cûrekî sivik hatye nivîsar û bi hewas tê xwendin. Sala 1995 a ev romana li Stokholmê bi kurmancya latînî hate weşandin. Ji kirîlî Nacî Kutlay kirye latînî.Ev roman nava xwendevanê Ewropayê da yek ji romanê serketî hate naskirin.
* Rêdaktorê wê ez bûm.


(CevkanÎ: Eskerê Boyîk-Chanda Kurdê Sovêtê; DENG; 1912)

 

Eskerê Boyîk

22.11.2017


   

 

 

Eskerê Boyîk4010

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com