|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nedim Erkis
ÇİMA HÛN HEWARA GUNDÊN EFŞÊ, ÎŞİXANÊ P, KELHOKÊ NABIHÎZIN?

Armanca nivîsamin jibo hersê gunda,jiber ev bi salaye hatine îşgal kirin,dibin êrîşa dene,gelek gundê dinijî bi heman mînakê rû bi rûn e!

XWEYÊ GÛNDA!
Hemû gundê kû hatine îşgal kirin,destesrkirin,wêrankirin û êrîşa re rû bi rûn e, divê xweyî van gûnda bi cesaret li gundê xwe xweyî derkevin?!. Hûn li gund û warê xwe xweyî dernekevin kes xweî dernakeve! Hek tê sitandin nayî dayîn! Jibo vê yekê çi piwîst be,bedelê wê çi dibe bira bibe divê em amadebin! Jiber axa meriv,gundê meriv û warê merivi,rûmeta mirov e,hebûna mirov e,xîreta mîrov e!

MECILISA GUDÊ BAKÛR?!
Ji sala 2000 û virde êzdî û xwediyê gunda hewl didin vegerin gund û warê xwe! Di vê pêvajoya dem dirêjde gelek bedel hatine dayîn! Jibo êzdî vengerin tehdît,zilm,zor,lêdan,hûksizlixî hemû rêbazî dervayî mirovatiyê hatine cerbandinê! Me çikiriye tenê daxuyanî,bernamek çêkiriye! Bi vê şêwazî wek hûn jî dibînin em bi sernakevin?! Divê bi rengekî azad û cesaret bi şêwazê piratîk tev bigerin! Ne hegena em ji piropoxanda û formalîte pêştir nagîjîn ti cîhî?!

HEMÛ RÊXISTINÊ ÊZDIYAN RE ?!
Di hemû destûr,armanc û hedefê hemû rêxistinade veger êzdiyan,jibo war û gundê wan heye! Ev demeke dirêje êzdî û xweyê gunda dixwazin vegeri! Bedelê gelek bi zahmet,tehdît,zor,îşgal,desteserkirin,hemû şêwaziyê antî demokratîk û dervayî mirovatiyê bi kar tînin jibo êzdî vengerin! Heta îro gelek gundê êzdiyan desteser kirine,bi milyona euro bi darê zorê ji mal û warê êzdiyan rant girtin! Dêbijin tapu,xênî û gund ê weye li mafê îşkal,desterserkirin,rant û tecavûzkirin,îhlalkirin ê meye! Heta vêga dervayî piropoxanda,daxuyaniyek anjî bernamekê we çikiriye? Hûnê çibikin?! Gelo jibo hûn erkê xwe pêk bînin hûn liviya çine! Anjî hûn ne azadin?!

PARTIYÊ SIYASÎ Ê BAKÛR?!
Ez bawerim di destûr namê partiyê wede mafê kêm ol, kêm netewa,adalet,hûk demokrasî,azadî,vegera hemwelatiya ji dervayî welat û bi tayîbet poztîf cûde daxwaziya we jibo êzdiyan di Pirpoxanda û destürade baş tê zanîn!Li hember biriyara êzdiyan ya vegera gund û warê wan we çikiriye? Li hember îşgal,desteserkirin,îhlalkirinê wari û gunda we çikiriye? Li gelek gundê êzdiyan nûnerê we heman zilmê û îşgal pêktînin we çikiriye?!We çikas ev zilma ser olekê,civakekê,êzdiyê bi fermana sedsala bist û yekê re rû mane li meclisa turkiyê aniye ziman?Hûnê ji vir û ha li heber va bûyerê hatine ziman çibiki? Êzdî di piroja wede hene?!

BIRÊZ FELEKNAS UCA Û ALÎ ATALAN?!

Cara yekemîn di diroka türkiyê de jibo êzdiyan şansê di partiya HDP kû êzdî bivin mîlet Wekili ji were hat dayîn! Weke we ji nêzve nazdikim we li dervayî welat bi sala wekilî û parlementerî kiriye! Yanî tecruba we gelek poztîf,hemû daxwaziyê Jibo êzdiya min li jor anîne ziman hûn jimin çêtir zanin! Diheman demêde jibo hûn van pirsgirêka çareserbikin hatine hilbijartin?!

Gelo we heta vêga jibo çareserkirina van pirsgirêka hebûn û tinbû êzdiyê bakur we çikiriye?Anjî hûnê çibikin?! Ez rewşa we zanim,ez ne we rexine dikim! Ez kabaxiyî û tehdîtê ser êzdiyan tinim bira we! Hûn karin piroja partiya xwe jibo ëzdiyan bi karbînîn!Hûn karin li mecilisê desteserkin,tehdit,îşgal,zordestiya ser ol,civaka xwe weynin rojevê! Hûn karin bi nûnerê partiya we kû bi nûnerê partiyê dinre dibin yek heman zordestiyê dikin qebûlnekin?! Hûn karin vegera êzdiyan zaftir aktîf û motîfe bikin! Ez bawerim hûn di van mijarade azadin?!

JI PARTIYA AKP Û PARTIYÊ MÛHALÎF RE?!

Bûyerê min li jor anîne ziman ji 2000 virde li tûrkiyê di qewimin! Heta vê piraniya partî,mîlet vekîliyê herêmê,nuner,meclis,wezirê alaqedare hevditin ser Hemû bûyerê qewine hevditin pêkanin! Bi riya hûk bi salaye em dadegeha kazancdikin!Me Serok komare di derhekê êzdî rewşa heiyî de dosya parvekiriye?!

Ez nakevim teoriya dewlet çiye gerek çibikira?! Lê ê hûkê dewletê bin pêdikin û xwe ser dewletê re serdest dibinin û bûyerê li jor dibin qanûnê dewleta türkiyêde çêdibin! Axa,feodal,eşîrê herêmê jimere dijin dewlet bide we jî em nadin we! Hek û mal ê wene li xweyî emin! Jiber hûn êzdîne hû kolê mene! Emê li we bixin,tehdîtbikin!Emê bi sextekarî ser we dalwêra çêbikin! Hûn saxbin jî hûn kolêmen û mirîbin ji kolê mene! Gelo ev zînhiyet ne ji ya daişê û Feto xiraptire?!

Gelo hûkumet û partiyê siyasî ê kengê dengê me tevî heklîbûna adalet û hûkê bi bihîse?! Axa,Fedol û eşîrê herêmê kû xwe dixin şûna dewletê kengê ê hisab Bipirse?! Êzdiyê dibin Ferman û tehdîtade ê kengê azadbin?! Armanca êzdiyan tenê ewe kû vegerin welat û gundê xwe,tecrûbê û yatrimê xwe li welat gudê xwe pêkbinin?!

JI ÇAPEMENIYA AZAD Û RÊXISTINÊ MAFÊ MIROVA RE?!
Ji her kesî zaftir hûn van tirajediyê li ser êzdiya dizanin!Jiber me her tim hewara xwe gihandiye we,wejî dengê me li cîhanê belakiriye! Ez bivê mûnasebetê spasiyê xwe ji were diyardikim.Lê mixabin pirsgêrêk çaresernebûye kabaxtirbûye! Hêvîdarim hûn jiberê zaftir li me xweyî derkevin! Û dengê me bi cîhanê bidin hisandin!

ÇIMA ÎŞXAN B.EFŞÊ Û KELHOK!
Jiber bi rengekî aktûel rewşa Efşê gundiya tehdît dikin,nahêlin xêniyê xwe avabikin! Kelhok ev 5 salin mahkeme dewam dikin,mahkema Herî dawî 08.11.2017 a,bû Ya were jî 31.01.2018 ye,hema tehdît û îşgal berdewame! Reşa gundê Îşxanê Piçuk wek rewşa Kelhokê ye,lê heta vêga bi dengekî bilind rewşa xwe diyar nekirine?!

Bi mûnasebetê ez banga xwe li hemû xweyê gûnda dikim dengê xwe eşker bildin bikin! Li hemû kesê kare binvisine,bi xune anjî çi îmkanê wî hebe têxe xizmeta êzdîxanê û wegera gund,warê xwe?!

Ûn iro ne nivsînin ûnê kengê bivinsînin?!

Ûn îro xweyî dernekevin û kengê xweyî derkevin?!

Ûn îro xîret nekin ûnê kengê xîretbikin?!

Ûn îro zanebûna xwe bi hevre parvenekin,hûnê kengê parvekin?!

Ji hindika diçe hindik,ji zafa dîçe zaf?!

Heq tê sitandin,nayê dayîn?!.

Ez Hêvîdarim herkes vê nivîsê bixune û belabike!

Nedîm Erkis
22.11.2017


   

 

 

Nedim Erkis4011

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com