|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye

 

Ji aliyê Aso Sarawiy 02.12.2017
Berpirsê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo
Berpirsê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo ragihand, ku bi tevê ku Wezareta Pêşmerge hevkariyên xwe yên ji bo hêza wan biriye lê ew ne amade ne ji Şingalê derbikevin. Şeşo dibêje: “Eger em jî ji Şingalê derbikevin, dê gel bi temamî bê hêvî bibin.”

 

Berpirsê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand, ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hevkariyên ji bo hêza wan hatine birîn û hewl didin vê arîşeyê çareser bikin.

 

Şeşo derbarê mayîna li Şingalê jî got: “Em ji Şingalê dernakevin. Eger em jî ji Şingalê derbikevin, dê gel bi temamî bê hêvî bibin û pirsgirêkên Şingalê jî dê mezin bibin.”

 

Heyder Şeşo amaje bi wê yekê kir, ku nebûna hêzên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê hiştiye liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêdetir bibe û diyar kir: “Ev 10 roj in liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye. Peywendiyên wan ên li gel Heşda Şeibî jî pir baş in.”

 

Piştî bûyera 16ê Cotmehê Hêza Parastina Êzdîxanê li Şingalê man.

 

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hêza Parastina Êzdîxanê pabendê biryara Wezareta Pêşmerge nebûn û nehatine ew cihê ku ji bo wan hatibû destnîşankirin. Ji ber vê yekê Wezareta Pêşmerge hevkariyên ji vê hêzê re birî.”

 

Li gorî gotina Heyder Şeşo hejmara pêşmergeyên Hêza Parastina Êzdîxanê 7 hezar kes in. Di yekemîn pêngava tevlîkirina vê hêzê ya ser Wezareta Pêşmerge de, navê hezar pêşmergeyan hatibû tomarkirin.

 

Roja 17ê Cotmehê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bêyî şer çûne nav Şingalê û Hêzên Pêşmerge vekişiyan.

 

Fermandarê Rojavayê Dîcleyê yê Peşmerge ragihand, pêşmergeyên Êzidî û hêza Êzdiyên nav Heşda Şeibî li hev kirine da ku şer çênebe û bi hevre di nava Şingalê de bimînin.

 

Hêza Parastina Êzdîxanê di sala 2014ê de piştî êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê hate avakirin.

 

(N.S)


   

 

 

4017

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com