|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Du gorên komî hatin dîtin: Bi sedan termên zarok û jinên êzidî tê de ne

18:58 02.12.2017

Îro roja şemiyê navenda ragihandin a Heşda şeibî li Şingalê daxuyaniyek da û tê de got, "Hêzên wan du gorên komî yên êzidiyan li başûrê Şingalê dîtine û têde nêzikî termên 140 welatiyên êzidî hene û piranya wan zarok û jin in."

Navenda Heşda şeibî ya ragihandinê di daxuyaniya xwe ya ji bo saziyên medyayê de, ku wêneyekî bi destê peyamnêrê Sputnik Kurdistan ê li Hewlêrê ketiye, dibêje hêzeke Heşda Şeibî ji lîwa 15an sibeha îro li navçeya Cezîrê li başûrê Şingalê goreka komî dîtiye û têde termên 80 welatiyên êzidî hene.

Herwiha di heman demê de îro lîwa 53an jî li gundê Qabus li başûrê Şingalê goreka din dîtiye û termên 20 jin û hejmareka mezin a zarokan tê de ye.

Heşda Şeibî di daxuyaniya xwe wisa berdewam kir: "Di her du gorên komî de nêzikî 140 termên welatiyên êzidî ji zarok û jinan pêk tê, hene û çaverêya hatina tîmên nojdarî dikin, ji bo ku nasnameyên wan qurbaniyan bi rêya lêkolînên DNAyê eşker bikin."

https://krd.sputniknews.com/kurdistan/201712027049418-gor-komi-ezidi-term/

 


   

 

 

4018

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com