|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ezîz Gerdenzerî
Fêstîvala Poesî ya Êzîdiyan li Danîmark (Beşa yekem)

06.12.2017an li Kopenhagenê, li Danîmark de, cara yekem Fêstîvala Poesî ya Êzîdiyan, xasma êzîdiyên Ermenistanê û Kurdistanê, hat derbas kirin. Sê helbestvanên êzîdiyan: Eskerê Boyîk, Şakir Mado û xwediyê van xetan, helbestên xwe xwendin. Helbestvanên danîmarkî: Kirsten Marthedal, Rene Sandberg û Inge Helene Fly jî wergerên wan helbestvanan xwendin.

Ji bo ku li Danîmark de êzîdî baştir bên naskin, sê zaniyar û nivîskar Yilmaz Yildiz, Kåre Bluitgen û Peter Wiingaard, agehdariyên balkêş derbarê êzîdiyan de pêşkêş kirin û nêrînên xwe anîn li ser zar.

Bi piştgiriya Yekîtiya Nivîskarên Danîmark û Wezîreta Çandê ev fêstîval hat derbaskirin.

Dost û xêrxwazekî êzîdiyan, nivîskarê danîmarkî-kurdî yê navdar Adil Erdem, barê herî giran hildabû li ser milên xwe. Wî bi serfirazî û serkeftin barê rêvabiriyê heta dawîn bir.

Giriyê helbestvanê navdar Eskerê Boyîk, dema xwendina helbestan, çavên haziran tije hêsir kir.

Helbestên Şakir Mado, yên derbarê Şengala birîndar, dilê haziran sot.

Vê carê, peyva xêrhatinê ya xwediyê van xetan, em pêşkêşî xwendevanan dikin:

"...Çimkî cara yekem e, ku li Yekîtiya Nivîskarên Danîmar de, civîna derbarê êzîdiyan de tê lidarxistin, lema jî em ê bi kurtayî qise bikin, ku gelo êzîdî kî ne?

Êzîdî ew însan in yên navek ji hezar û yek navê xwedê li ser wan e. Êzîdî ew xelk in yên xwedakî dihebînin û navê wî xwedayî jî Êzîd e. Êzîdî ew civak e, ya piştî êrîşên xelîfên ereban, erebên misilman, dev jî dîn û hebandina xwe bernedan û nebûne misilman.

Êzîdî miletê 72 Fermanan e.

Cînarên êzîdîyan yên misilman, 72 caran ceribandine, ku wan tune bikin. Ceribandina dawîn, 03.08.2014an, li Qeza Şengalê(Iraqa Federal, Herêma Kurdistanê) û ji aliyê terorisên DAÎŞ pêk hat. Deh hezarî zêdetir êzîdî bi hovane hatin kuştin. 7,5 keç û bûkên êzîdiyan hatin revandin. Nîv milyon êzîdî dev ji mal û milkên xwe berdan, bûn peneber

Êzîdî grupeke însanan e, civakek e, miletek e, kîjan tenê li nav etno-konfensional gruppa kurdî de tê dîtin.

Kurdistan wisa jî welatê êzîdiyan e.

Beriya 100 salan, dema Fermana Komkujiya Ermeniyan, wisa jî piştî wê, nîv mîlyon xirîstiyanên din û 300.000 êzîdî, bi destî "Tirkên Genc" hatin kuştin û 90% êzîdî bûn peneber. Wê demê Komara Ermenistanê destê dostaniyê û xêrxwaziyê dirêjî peneberên êzîdiyan kir. Êzîdî hatin sitar kirin. Hemû rê û dirb li ber êzîdiyan hetin vekirin. Zarokên êzîdiyan dikaribûn azad û serbest bi zimanê dayîkê binivîsin û bixwînin. Ermenistan, di sedsala 20an da, bû merkez û navenda çand, ziman û wêjeya kurmancî. Bi dehan destanên folklora êzîdiyan hatin weşandin. Bi sedan qewil û beyt, çîrok, meselok û metelokên me hatine çap kirin. Alfabe a kurdî-latînî cara yekem Ermenistanê de hat afirandin. Romana kurmancî ya yekem li Ermenistanê de hate weşandin. Beşa wêjeya bi zaravê kurmancî ya here mezin, li sedsala 20an de, pê destê 35 nivîskarên me yên li Ermenistanê, hatiye nivîsar. Niha jî peyhatiyên wan nivîskaran xebata mezinên xwe berdewam dikin(berdewamî wê hebe).

 


   

 

 

Ezîz Gerdenzerî4022

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com