|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Xelkê Şingalê rê li ber parlamenteran girtin

 

Duh li hejmarek ji kurdên êzidî yên Şingalê, li dijî du parlamenterên sunne yên xelkê Mûsilê bi navên Elî Berxosî û Zahir Xatûnî xwepêşandaneke lidar xistin û ragihandin ku wan du parlamenteran dest di revandina keç û jinên Kurdên êzdî de heye

14 Aralık 2017 
 
 
 
 

Hejmarek ji xelkê Şingalê li navçeya xwe xwepêşandanek pêk anîn û rê li ber du parlamenterên erebên sunne yên xelkê Mûsilê girtin bi rêya Şingalê herin Beacê.

Duh li hejmarek ji kurdên êzidî yên Şingalê, li dijî du parlamenterên sunne yên xelkê Mûsilê bi navên Elî Berxosî û Zahir Xatûnî xwepêşandaneke lidar xistin û ragihandin ku wan du parlamenteran dest di revandina keç û jinên Kurdên êzdî de heye.

Kesatiyê Olî yê Êzdî Faxir Şingalî ji Rûdawê re ragihand wan du parlamenteran dest di revandina keç û jinên kurdên êzidî de hebûye lewra wan nehişt ku ew dinava bajarê Şingalê de derbas bibin û biçin Beacê.

Roja 3ê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrîşî Şingal û gundên derdorê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran kurdên êzidî revandin.

Ji kurdên êzidî yên hatine revandin beşek bi rêyên cor bi cor hatine rizgari lê hê jî çarnûsa beşeke mezin a wan ne diyar e.

Li herêmên ji destî rêxistina DAIŞê hatine kontrolkirin bi dehan gorêm bi komî hatin dîtin.

Di Kanûna sala 2014ê de Hêzên Pêşmerge beşek ji herêm û gundên derdora Şingalê rizgar kir. Di Mijdara 2015ê de jî Şingal bi operasyoneke berfireh ya bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate kontrolkirin.

Rudaw

http://www.rojawelat.net/kurdistan/xelk-singal-r-li-ber-parlamenteran-girtin-h3657.html

 


   

 

 

4029

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com