|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Yilmaz Yildiz
Lamîya Hajî Başar li Kopenhagenê çendîn cîvîn pêk anîn

Lamîya Hajî Başar, keça Êzîdî a ji destê DAIŞ’ê rizgar bûyî, li Kopenhagenê çendîn cîvîn pêk anîn

Keça Êzîdî, Lamîya Hajî Başar, ku nêzîkî du salan weke êsîr di destê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de mabû, di rojên 10-11-12/12-2017’an de, li bajarê Kopenhagenê bû.

Yilmaz Yildiz/Kopenhag
13.12.2017
 
 
 
Lamîya Hajî Başar li ser vexwendina Komîta Şingalê (Påfuglens Vinger – Baskên Teyr Tawis), ku beşeke ji Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark, li ser girtina xwe, rewşa Êzîdîyan û keçên Êzîdî ên di destê DAIŞ’ê de, çendîn semîner, civîn û çavpêkeftin pêk anîn.

Roja 11.12.2017’an li Navenda Çand û Kultûrê a Cihanê (Verdens Kulturcenter) li Nørrebro/Kopenhagen semînerek hat saz kirin. Li vir Lamîya Hajî Başar li ser girtin û hêsîrîya hatî serê wê, jenosîda hatî serê Êzîdîyan agahî dan beşdaran. Dr. Mîrza Dinayî jî, ku wek berdevk û şêwirmendê Lamîya ye jî di semînerê de axivî û bi berfirehî bahsa karêsat û jenosîda hatî serê Êzîdîyan kir. Gelek kes beşdarî semînerê bûn û bi xemgînî û bi baldarî guhdarîya serpêhatî û zilm û zora li dijî Lamîya û bi hezaran keçên Êzîdî kirin.

Îro jî (12/12-2017), Lamîya û Dr. Mîrza li Mûzexaneya Netewî (Nationalmuseet) hin hevpeyvîn li gel hin rojnamevanan pêk anîn.

Piştre jî li gel endamê parlamento ji Partîya Sosyaldemokrat, Lars Aslan Rasmussen, civînek pêk hat.

Piştî vê civînê, di seat 13.00 de civînek jî li Parlamentoya Danîmark li gel Komîteya Kar û Barên Derve (Udenrigsudvalg), ku endamê hemû partîyên di parlamento tê de cihê xwe digrin hebû. Li vir jî seatek wext Lamîya û Dr. Mîrza axaftin kirin û daxwaza alîkarîyê ji Danîmark kirin ku ew jî wek Almanya çendîn keç û jinên Êzîdî, ku ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne, ji bo dermankirina nexweşîya derûnî bînin Danîmark û alîkarîya wan bê kirin.

Di eynî rojê de dîsan li cem Radio24 jî hevpeyvînek li gel Lamîya pêk hat. Li vir jî dîsan Lamîya bahsa serpêhatîya xwe kir û daxwaza alîkarîyê ji bo keç û jinên Êzîdî xwest.

Wek ku tê zanîn, rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê di 3/8-2014’an de êrîşî Şingalê kiribû û jenosîdeke mezin anîbû serê Êzîdîyan. Bi sedhezaran koçber bûn, bi hezaran mêr kuştin û zêdeyî 6000 Êzîdî jî weke êsîr bi xwe re birin. Jinên mezin kuştin, zarok ji dayîkan qut kirin û dan malbatên ereban, serê kuran/lawan şuştin û ew fêrî şer kirin û ji bo şerên xwe bi kar anîn. Keç û jinên gênc li sûkan firotin û destdirêjîya namûsê kirin.

Lamîya Hajî Başar salek û 8 mehan di destê DAÎŞ’ê de ma. Çar caran hewl da ku birevê, lê her hat girtin û her car jî zilm û tahdeyên mezin lê hatin kirin. Gelek caran hat kirrîn û firotin, du caran hewla xwekuştinê de, lê her bi ser neket, ji ber ku wek wê bi xwe anî ziman:

”Di destpêkê de ez gelekî ditirsîyam. Her ku çû û her roj lêdan û bê av û bê xwarin, tirs jî êdî nema. Carekê 4 mehan li ser hev tik û tenê di odeyêkê de mam asê, û min 4 mehan li ser hev çavê rojê nedît. Pencere bi têl û diraban asê kiribûn, ji bo xatirê ku nikaribim birevim. Mirin êdî ji bo min çareserîya herî baş bû. Min qet tu caran bahwer nedikir ku ezê rojekê ji nav destên wan bê Xwedêyan, wan kafiran rizgar bibim”.

Cara 5. mîn, Lamîya bi alîkarîya apê xwe, ku ew jî berê di destê DAIŞ’ê de bû û piştre rizgar bûbû, bi alîkarîya kaçaxçîyan hewla bazdanê dikê. Apê wê peran didê kaçaxçîyan ji bo ku Lamîya û hevalên wê rizgar bikin. Lamîya li gel hevaleke xwe û keçikeke temen biçûk, destê keçika biçûk di destê Lamîya de, li dû hev dimeşin û DAÎŞ jî di pey wan de, direvin û ber bi Herêma Kurdistanê ve tên.

Dema ku derdora nîvseatek meş xwe nêzîkî herêma Pêşmerge li Kerkûkê dikin, hevala Lamîya pê li mayînekê/mînekê, ku DAÎŞ’ê li wê herêmê çandibû, dikê û di cî de her sê ber bi jor ve difirin. Hevala Lamîya û keçika biçûk a di destê Lamîya de di cî de tên kuştin û Lamîya ji dev û çavên xwe ve bi giranî birîndar dibê. Kaçaxçî Lamîya digihînin herêma Pêşmerge û ew jî bi hawarî wê digihînin nexweşxaneya Kerkûkê. Piştre gava Lamîya tê Almanya, li Almanya jî tê derman kirin, lê mixabin her wek berê baş nebûye.

Heta vê gavê jî hê dê û bav û gelek kes ji malbata Lamîya di destê DAÎŞ’ê de mane asê. Ji bilî wê hê 3210 Êzîdî jî di destê DAÎŞ’ê de mane û heta vê gavê jî kes nizanê çi li wan hat an jî li kuderê hatine veşartin.

Lamîya ji Gundê Koço ye, ku 15 km. dikevê başûrê Şingalê. Di gund de 1800 Êzîdî dijîyan. Dema DAÎŞ hat, hemû êsîr kirin, mêr kuştin û jin û zarok bi xwe re birin. Derdora Gundê Koço hemû gundên ereban e. Dema DAÎŞ hat Koço, derdora gund teva girtin û çend roj mohlet dan Êzîdîyan, an misilman bibin an jî bên kuştin. Tu derfetên revê ji bo wan nebûn û gundê wan dûrî û gundê wan dûrî Çîyayê Şingalê bû ku ew jî wek Êzîdîyên din hewla revê bikin. Hemû cîranên wan, kirîvên wan ên bi sedên salan, li wan quliftin û îxanet bi wan re kirin. Dema ku Êzîdîyan dev ji ola xwe berneda û misilmantî qebul nekirin, DAÎŞ kete nav wan û dest bi komkujîyan kir.

 


   

 

 

Yilmaz Yildiz4030

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com