|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ji Nêçîrvan Barzanî peyamek bo xwepêşanderan

 

Ji aliyê RÛDAW 19.12.2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyê xwepêşanderên Herêma Kurdistanê kir û têde ragihand: “Di dema niha de herêma me di rewşeke hesas re derbas dibe, ez ji daxwaziyên we têdigihîjim, lê daxwaz ji we dikim ku bi awayekê aştiyane daxwazên xwe bînin ziman.”
 
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ez ji daxwaziyên we têdigihîjim û ez hevsoz im li gel we,derbirîna aştiyane ya nêrînan mafekî rewa û demokratêk e, lê belê tundûtîjî ti demî nayê pesendkirin. Ez daxwaz ji we dikim ku bi aştiyane daxwazên xwe bînin ziman.”
 
Serokwezîr Barzanî herwiha tekez dike: “Pêwîst e em vê jî ji bîr nekin ku em hêj li navçeyeke tijî tundûtîjî û neseqamgîr dijîn, heta her duh pêşmergeyên me rûbirûyê êrişeke din a terorîstên DAIŞê bûne, em niha agahdarî liva hêzên iraqî ne li Mexmûrê ku ev jî cihê dilgiraniyê ye.”
 
Di beşeke dina peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Em dê hingê bihêz bin ku yekrêz û yekgirtî bin, ez xweragiriya we di vê rewşa zehmet de bilind dinirxînim û di berê de jî me rewşên xirabtir derbas kirine û di vê baweriyê de me ku bi hev re em ber bi paşerojeke baştir pêngavan dihavêjin.”
 
Di wan du rojên derbasbûyî de li çend bajar û bajarokên sînorê her du parêzgehên Silêmanî û Helebce xwepêşandan birêve çûn ku li hin cihan alozî di xwepêşandanan de derket. Di encama aloziyan de, hejmarek kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn, tevî ku çend baregehên hikûmetê, saziyên giştî û yên partiyên siyasî li deverê hatin şewitandin.
 
Nivîsîn: Sîna Soma

   

 

 

4036

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com