|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Nêçîrvan Barzanî: Almanya û Fransa dê pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê çareser bikin

 

Ji aliyê Ala Şalî 19.12.2017
 
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

 

Berlîn (Rûdaw) – Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, hevdîtinên wî yên li gel rayedarên  Almanya “gelek erênî” bûn û tekez kir, “Almanya û Fransa dixwazin bi hevbeşî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin.”
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi geşteke fermî li welatê Almanyayê ye, di hevpeyvîneke kurt a li gel Rûdawê de behsa civîn û hevdîtinên xwe yên bi berpirsên hikûmeta Almanyayê re kir.
 
Piştgiriya Almanya, Fransa û Ewropayê bo Kurdistanê
 
Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, serdana wî û şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê “li ser vexwandin û daxwaza Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriyel” ku hevdem Cîgirê Şêwirmenda Almanya Angela Merkel e, pêk hatiye.
 
Nêçîrvan Barzanî amaje bi serdana xwe ya bo Fransa ya di destpêka vê mehê de jî kir û got, pêştir wî li ser vexwandina Serokê Fransa Emmanuel Macron serdana Parîsê jî kiriye û diyar kir, “ew serdan û hevdîtinên li Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê giring in.”
 
Serokwezîr Barzanî got, ew vexwandin û serdanên bo Fransa û Almanya “peyamên piştgiriyê ne bo wan daxwazên  ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Destûra Iraqê de dike.”
 
Nêçîrvan Barzanî behsa hûrgiliyên serdana xwe bo Berlînê kir û got: “Di vê serdanê de me bi Şêwirmenda Almanya, Wezîrê Derve, parlamenteran û êvariya îro jî li gel Wezîra Berevaniya Almanya civînên baş hebûn û me di wan civînan de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku Herêma Kurdistanê daxwaz dike, ku pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re di çarçoveya Destûra Iraqê de çareser bike.”
 
Di beşeke din a hevpeyvînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Me daxwaz kiriye, ku ew welatên han, Ewropa bi şêweyekê giştî alîkar bin, ji bo ku em bikaribin pirsgirêkên xwe yên li gel Iraqê di çarçoveya Destûra Iraqê de çareser bikin.”
 
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandinên vê dawiyê yên welatên Ewropayê jî got: “Her vexwandinên wan welatan bi xwe piştgirî ye bo Herêma Kurdistanê û daxwazên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de, em wiha dinirxînin.”
 
Li ser pirsa, zêdebarî ku Herêma Kurdistanê daxwaza danûstandinan dike, lê belê Ebadî qebûl nake, gelo çi hêviyek heye ku Almanya bikaribe zemîneya destpêkirina gotûbêjan amade bike, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Her aliyek ku bikaribe alîkariya me bike, ji bo ku em wan gotûbêjan dest pê bikin, em pêşwaziyê lê dikin. Ewropa bi şêweyekê giştî eger alîkar be ji bo wê yekê ku zemîneyê amade bike bo wan gotûbêjên navbera me û Bexdayê, em dê pê keyfxweş bibin. Helwesta me zelal e û me çend caran helwesta xwe dubare kiriye û dîsan jî em dubare dikin, ku Herêma Kurdistanê pabend e bi hemû bingehên Destûra Iraqê û dixwaze ew pirsgirêkan jî di çarçoveya wê Destûrê de werin çareserkirin. Ya giring ev e ku em hemû daxwaz bikin ku îstiqrar li welat hebe û j bo gihîştina bi wê îstiqrarê ev diyaloga li gel Bexdayê gelek pêwîst e û redkirina diyalogê ji her aliyekê ve be, em di vê baweriyê de nînin, ku me bigihîne aramiyê, berovajî em bo her cihekê biçin û her karekî bikin, di encamê de her diyalog dikare pirsgirêkên navbera me çareser bike.”
 
Hewlên hevbeşên Almanya û Fransa
 
Derbarê  hewlên navdewletî de bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Fransa û Almanya agahdar bûn ji hewlên hev. Almanya dixwaze bi hevbeşî li gel Fransa alîkar be ji bo gotûbêjê û çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê.”
 
Em daxwaza mafê gelekê dikin
 
Di beşeke din a vê hevpeyvînê de, Nêçîrvan Barzanî di bersiva vê pirsê de ku gelo eger Bexda di mijara gotûbêjê de pêngavan ber bi pêş ve nehavêje, bijardeyên Kurdistanê çi ne, da xuyakirin: “Mesele ne ev e ku me bijarde hebin, ya ku em daxwaz dikin mafê gelekê ye û ew gel jî her dê bigihîje mafên xwe. Nabe em bi vî zimanî biaxivin ku kê bihêz e û kê lawaz e. Herêma Kurdistanê dixwaze arîşeyan çareser bike û em di vê baweriyê de ne, ku tekane rê jî gotûbêj e.”
 
Hêj metirsî li ser Kurdistanê heye
 
Derbarê egera çêbûna pevçûnan di navbera Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li gel Pêşmerge de jî, Serokwezîr Barzanî got: “Heta niha jî metirsî her maye. Liv û tevgerên leşkerî yên Iraqê li derdora Mexmûrê heye û gef her maye.”
 
Peyam bo xwepêşanderan
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser xwepêşandan û aloziyên wan du rojên dawiyê yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî ragihand: “Gelek mixabin bo wan pêşhatên wan yek du rojan. Weke prensîp, derbirîna nerazîbûnê mafê xwezayî yê hevwelatiyan e, lê belê mixabin ya ku em dibînin weke şewitandina cihên giştî û hikûmî û xizmetguzarî ti alîkar nîne. Kurdistan di qonaxeke dijwar de ye û divê em pêkve derbas bikin, ku ez di vê baweriyê de me, em dê derbas bikin. Lê belê şewitandin û êrişa ser cihên giştî xizmeta ti aliyekî nake, ji ber wê jî em daxwaza aramkirina rewşê dikin. Em daxwaz ji hêzên ewlehiyê dikim ku rewşê biparêzin, em dizanin ku rewş zehmet e, lê belê şewitandin ti tiştekê ji rewşê naguhere.”
 
Nivîsîn: Sîna Soma
 

   

 

 

4037

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com