|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
YNK: Xwîna qurbaniyan li stuyên wan kesan e, em qebûl nakin!

 

Ji aliyê RÛDAW 19.12.2017
Xwepêşandan li cadeyekê Silêmaniyê. Wêne: Rûdaw / Sertîp Osman.
Xwepêşandan li cadeyekê Silêmaniyê. Wêne: Rûdaw / Sertîp Osman.

Hewlêr (Rûdaw) - YNKê derbarê xwepêşandan û aloziyên wan 2 rojên dawî yên li sînorê her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, çend grûpên têkder li navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê bi navê xwepêşandanê êrişîn cihên giştî û saziyên hikûmetê û partiyan, malên welatiyan, dikandar û bazarên xlekê kirine û daye xuyakirin, ew grûp bûne metirsî li ser berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê.

 

Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di du rojên bihorî de çend grûpên têkder li navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê bi navê xwepêşandanê êrişîn cihên giştî û saziyên hikûmetê û partiyan, malên welatiyan, dikandar û bazarên xlekê kirine û bi şewitandin û têkdanê rewşeke zehmet û dijwar di nava bajaran de çê kirine, dîmeneke alozî li ser jiyana asayî ya xelkê çê kirine û bûne metirsî li ser berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê jî.”

 

YNK dibêje, di bin her navnîşanekê û her hincetekê de be , ew wan cure reftarên nedemokratîk û têkderî qebûl nakin û ew wan reftaran bi tundî red dikin.

 

Encumena Serkirdatiya YNKê dibêje: “Di vê rewşa dijwar a zivistanê de, di bin her navnîşan û hincekê de ew cure reftarên nedemokratîk û neşaristanî û têkderiyê qebûl nakin û em bi tundî red dikin. Em di vê baweriyê de ne, daxwaza rewa û yasayî û dadmendane ya derbarê mûçe, debar û jiyana hêja bo hevwelatiyan û têkelkirina wan li gel kar û kirdarên nerewa û têkderane û ajawegerî û reftarên tirsnokî ye û zirarê digihîne daxwazên rewa yên xwepêşanderên asayî.”

 

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye: “Xwîna hemû wan kesan jî ku ji ber handana neberpirsane dibin qurbanî, li stuyê wan kasan û kanalan e ku bi acendayeke fitnegeriyê li pits bûyeran in.”

 

YNK herwiha daxwazekê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê jî dike û dibêje: “Bi awayekê berpirsane sengerên xwe li eniya parastina vê ezmûna Kurdistanê xurt bikin û di parastina destkevtên gelê me de ji her gefeke fitnegerî û terorîstên xweveşartî ku acendaya dijiminên gelê me cîbicî dikin, beşdar bin.”

 

Nivîsîn: Sîna Soma


   

 

 

4039

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com