|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Weşana NRT hat sekinandin

 

Ji aliyê RÛDAW 19.12.2017
Logoya NRT
Logoya NRT

Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi tohmeta handana ji bo alozî û tundûtîjiyê, weşana her du kanalên NRT Kurdî û NRT Erebî hatin rawestandin.

 

Li gorî nivîseke fermî ya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalîd Ebdulrehman Doskî biryara rawestandina weşana NRT dê bo heftiyekê berdewam be.

 

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan di biryara xwe de, her du beşên Kurdî û Erebî yên kanala NRT bi wê yekê tohmetbar kirine, ku handana tundûtîjiyê kirine.

 

Di biryarê de wiha hatiye gotin:

 

“Amaje bi birgeya 2 li madeya 5 a rênimayiya rêxistina frekansê li Herêma Kurdistanê a hejmar 1 a sala 2014ê, li ser daxwaza beşa monitoring li wezareta me û pêwendiya telefoniya parêzgarê Silêmaniyê birêz Heval Ebûbekir, ku kanalên NRT ên Kurdî û Erebî xelkê han didin bo xwepêşandanê û livandina wan bo karên tundûtîjiyê, ew yek jî bûye sedema şewitandina fermangehên hikûmetê û cihên giştî, ji ber wê me biryar da bi daxistina kanalên li serî bo dema heftiyekê ji roja rawestandina (weşana) wan.”

 

Ev biryar piştî xwepêşandanên îro û duh ên li sînorê her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê hat, ku di encama aloziyên li xwepêşandanan de kuştî û birîndar çê bûn û çend baregehên hikûmetê û yên partiyên siyasî hatine şewitandin.

 

Her îro ji ber aloziyên di xwepêşandana Raniyeyê de, 5 kesan canê xwe ji dest dane û 80 kesên din jî birîndar bûne.

 

Nivîsîn: Sîna Soma


   

 

 

4040

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com