|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ebadî: Em nikarin mûçeyên Kurdistanê bidin

 

Ji aliyê RÛDAW 19.12.2017
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku Bexda nikare mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabîn bike.

 

Piştî civîna hikûmetê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û di konferansê de diyar kir: “Ez ji desthilatdarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku rêz li xwepêşandanên aştiyane bigrin.”

 

Heyder Ebadî herwiha got: “Em nikarin mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.” Ebadî ji parlementoya Iraqê jî daxwaz kir, ku di demeke herî nêz de yasaya bûdceyê pesend bike.

 

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir, ku Encumena Wezîran a Iraqê biryar daye, ku hilbijartinên parlemento û encumenên parêzgehan dê di heman demê de werin pêkanîn û ti hincetek ji bo paşxistina hilbijartinan tine ye.

 

Tevî wê yekê ku Heyder Ebadî beriya êrişên bi ser Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî de, çendîn car diyar kiribû ku eger dahata petrola Kerkûkê di destê Bexdayê de bibe, ewê bûdce û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişînin.

 

Herwiha piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrişî Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kiribûn, Heyder Ebadî çend caran soz dabû, ku eger deriyên sînorî radestî hikûmeta navendî werin kirin, dê bûdce û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bidin.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan


   

 

 

4041

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com