|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
PDK: Bi çekan êrişî baregeha me dikin

 

Ji aliyê RÛDAW 19.12.2017
 
Berpirsê Rêxistina Liqa 11 a Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li Raniyeyê, Seîd Silêman dibêje, metirsî li ser jiyana endam û kadoryên wan heye.

Raniye (Rûdaw) – Li bajarê Raniye yê ser bi Silêmaniyê ve di xwepêşandanê de alozî derket û berpirsekî PDKê jî dibêje, êrişa çekdarî li dijî baregeha wan a li Raniyeyê heye û hin çekdar teqeyan li baregeha PDKê ya li Raniyeyê dikin.

 

Li bajarê Raniyeyê îro jî xwepêşandan berdewam e û li gorî zanyariyan di xwepêşandanê de alozî derketiye û di nava xwepêşanderan de hin kesên çekdar gulleyên berdidin baregehên partiyan û avahiyên giştî.

 

Berpirsê Rêxistina Liqa 11 a Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li Raniyeyê, Seîd Silêman jî dibêje, hin kesên ku bi navê xwepêşandanê hatine ser cadeyan, çek di destê wan de heye û teqeyan li baregeha wan dikin, û ji ber wê yekê jî ew di metirsiyê de ne.

 

Seîd Silêman got: “Gulleyên xwepêşanderan li baregeha me dikevin û metirsî li ser endam û pasevanên me heye, lê belê em tenê teqeya hewayî dikin, daku kesên teqeyê li me dikin, ji baregeha me dûr bikevin.”

 

Li gorî zanyariyan, ji ber aloziyên di xwepêşandana Raniyeyê de hejmarek kes birîndar bûne, lê belê heta niha bi fermî hejmara wan nehatiye aşkerekirin.

 

Her îro di xwepêşandana li Raniyeyê de, baregehên Melbend û Komîteya Rêxistina YNKê û Melbenda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hatine şewitandin.

 

Ji ber berdewamiya aloziyên li Raniyeyê, metrisî li ser baregehên aliyên din ên siyasî jî heye.

 

Ev nûçe tê nûkirin…

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1912201712


   

 

 

4042

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com