|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
E R E B Ê Ş E M O -120


Îsal temam dibe 120 salya /1897-1978/ hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, nivîskarê Kurdî eyan, bavê romana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Semo /Ereb Samîlov/.

Despêka salên şêstî bû. Ez ji gund hatibûm û min bajarê Yêrêvanê di xwendina bilind da dixwend. Êvarê, ez sehetekê-duda derdiketim nava bajêr, bo jipey xwendinê ra hevkî rehet bim. Dewiya havînê bû. Ji pey rojên germ ra hewa êvarên Yêrêvanê pirr xweş e. Bayekî hênik dilîze û dewsa hulma germ a rojê, hênkaya xwşîk laşê mirov hemêz dike. Riya min li kûça ser navê Xaçatûr Abovyan ra derbaz dibû. Wan sala, êvara, ew kûçe timê tije mirov dibû. Rewşenbirên ermeniya yê here navdar êvara di wê kûçê da digeriyan. Ew kûçe teyê bigota dibû dilê bajêr. Nivîskar, hunermend, sîyasetmendarên eyan karmendên dewletêye bilind, rewşenbiren naskirî, hîmlî li dor wê kûçê dijîtin. 
Wê demê Yêrêvan pir xweș bû.

Di nav geleka da rîspîkî maqûl, bi bejna nîvçe bala min dikşand. Qaz qudreta Xwedê dema ez derdiketim gerê ew jî wê demê derdikete seyrangê. Porê sipî, dêmê bedewî rem, cil-rihalê qibraxe bêqisûr, kewazê dêstî bedew hewasa mirov tanîn.

Min tê derdixist, ku ew evdên êvara, wê kûçê da derdiketine seyranga payê pirrê hev nas dikirin, silav dida ne hev. 
Çavê min timê li kalê bû. Di nav gişka da xanê bû. Payê xelqê, pirrê li ber wî disekinîn, kumê xwe derdixistin, silav didanê, derbaz dibûn.
Kêfa min jî ji rîspî, maqûltiya wî, rêvaçûyna wî ra dihat û her êvar min dixwest kalê xwe bidîta û bizanbim çika ew kêye ?

Rojekê jî, di kûçê da min ji merivekî pirsî:
-Biborîne, ew rîspî kê ye ?
-Çiye, tu ji Yêrêvanê nînî ?- cwamêr ecêbmayî li min nihêrî,- ew nivîskarê Kurd Ereb Şamîlov e.
Min nav û dengê Erebê Şemo bihîstibû, hinek nivîsarên wî xwendibû. Lê ew bi xwe nû didît.
Wê êvarê ez pirr kubar û kêfxweş bûm, ku ew rîspiyê maqûl nivîskarê gelê min Erebê Şemo ye.
Paşê me nêzîk va hev nas kir û weke 15-16 sala, di rêya wejêya (edebiyeta) kurdî da, ez wî mirovê mezin ra meşiyam…

***

Hîmdarekî edebiyeta kurdên welatê sovêtê yê ewlin, nivîskarê eyan, bavê pomana kurdî Erebê Şemo / Ereb Şamîlov/ sala 1897 an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Wê demê ew herem di bin desthiletdariya împêratoriya Rûsa da bû. Sûsiz gundê Kurdên êzdî bû. Mala bavê wî şêx bûn, oldarên Êzdîyan, șêxê Şêxûbekira. Kesîb bûn. Wek hinek malbetên dîndaraye din ne xweyî milk û mal bûn. “ Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesiniyan,-gelek sal paşê nivîskar di derheqa bavê xwe dinivîse,-…diçû ber dewarên xelqê “. Wî li wê qeza kurdan, gundên melekanan, azerbaycanan, huruman û ermeniyan rêncberî dikir. Salekî şivan bû, sala din gavan û bi teherekî ebûra zarokên xwe dikir.

Ereb lawê Şemo yê sisyan bû, zaroke aqilî çavvekirî. jêhatî Di zarotîya xwe da Erebê biçûk dijweriyên jîyanê dîtin, di malên zengîna da xulamtî kir, bû berxvan, golikvan, dûajoyê bavê xwe.

Di emrê wî da bûyareke nebîrkiî bû, dema ew di dibistana melekana ya Alêksandrovkiyê ya zimanê rûsî da bû berdestî. “Gerekê min heyat paqij kira ji kaxazan, tozê, lê zivistanê: ji berfê, otaxên dersxanan gêzî kira, toza li ser texte û penceran hilda, av baniya têkira boçkan, bona vexwerina şagirtan, sibê û êvarê simawira wê bikelanda, biçûma nava gund û dukanê, çi jê ra lazimbûya, bistanda, carna biçûma bajêr temîyê wê biqedînim, lê wextê berf diket, gerekê her sibe zû sobê li dersxanê û otaxê wê dada”.

Bi saya milûkî, çavvekirî, xebathiziya Erebê biçûk dersdar hiş ji wî dike. Keça dersdara mektebê: Marûsiya biçûk “ELFEBA” zimanê rûsî pêşkêşî Ereb dike û bi alîkariya wê, Ereb, dema xweyî vala, xwe bi xwe hînî xwendina zimanê rûsî dibe. Wextê mamista rem wê yekê dibîne, Ereb bê heq hildide xwendexanê.

Wusan ew dibe şagirtê wê mekteba dudersxane, ya bi zimanê rûsî. Di demeke kin da dibe xwendevanekî herî pêş. Ji pey qedandina xwendinê ra Ereb dîsa xulamtiya malên dewletiyan, yên tirk, ermenî, rûs, hurum dike. Xulamtiya wan salan, wî bêtir di nava dijweriyên jîyanê da qal dike. Ew li ber çavê xwe halê gelê bindest û evdên kesîb-kûsîb dibîne. Xelqê kurd aliyê axa, beg û dîndarên desthiladar da jî tên zêrandin, pelçiqandin. Ew malên zengîn cem kîjana wî xulamtî dikir, payê pirê kurmancî nizanbûn. Erebê zîrek mecbûr dibû zimanê wan fêrbe, ku karibe bi wan ra bi zimanê wan biaxive.

Wusan bû, ku hê 14-15 salî jî tune bû, êdî bi serbestî tev zimanê dê wusa jî bi rûsî, ermenî, tirkî, hurumî diaxivî, rind haj erf-edet, rabûn-rûniştandin û xeysetê wanî netewî hebû.
Ji bo wê karê jî efrandinên nivîskar da ewqas kûr û rast, bi rêalîstî deb, rabûn- rûniştandin û xeysetê wanî miletiyê bi bedewetî hatye nîşandan.

Zanebûna zimanan roleke mezin emrê wî da lîst.
Şerê Rûs Tirka dest pê dike. Taxbûrên leşkerên rûsan li kêleka gundê wan çadirê xwe lê dixin. Pê dihesin, ku wî gundî da xulamekî kurd heye yê rind zimanê kurdî, tirkî, rûsî, ermenî zane. Wê demê merivê wusan pirr kêm bûn. Dest xwe da gazî wî dikin û di ordiya leşlerên rûs da kivş dikin çawa tercmeçî /werger /.

Tevî ordiya rûs ew du salan / 1914-1916 / dijî tirkan şer dike. Wan herd salan ew gelek evdên rûs ên xwendî, yên xweyê bîr-bawarî û fikirên şoreşger ra dibe nas, hevaltiyê tev wan dike, kitêba dixwîne, goveka zanebûn û fikirandina wî fire dibe.

Hê bîst salî jî tune bûye ew zilamê xweyî şuret, çawa gel dibêje, êdî digîhîje gilyan, tê derdixe, ku ew nerastî-dijweriyên jîyanê, kul-derdên bêhesab evdên bindest ra ji ku tên. Sala 1916 an Erebê Şemo diçe Sarîqamîşê û li ser çêkirna rîya hesin wak pale dikeve ser kar. Wê derê ew komûnîstên bolşêvîk ra dibe nas, tevî karê wanî xewle dibe, sipartinên wan yê gelekî bi qezîya û dizîva bi serketin diqedîne.

Bîr û bawarîyên bolşêvîkan nêzîkî ruhê wî bûn. Ew mîtîngên karkir û leşkeran da bi xeberdan pêşda tê, wan dide serwextkirin, ku azadiya wan tenê qewlê dêmokiratiyê, komûnîstiyê da kare bê mîyaserkirin. Gerekê hukumê axa, beg û milkedaran bêne hedimandin. Mirovê xebatçî gerekê bive xweyê bextê xwe, welatê xwe, keda xwe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Gundî gerekê bibin xweyî milk, xweyî ax. Ji bo wan xebatê wî jî, wî digrin davêjine girtîgehê.

Ew pir girtîgehê da namîne. Çînovnîkên dewletê, dema karê wî lêkolîn dikin, pê dihesin, ku Ereb kurdekî êzdî ye. Bi fikira wan kurd giva ewqas jî sîyasiyê fem nakin û nikarin bivne komûnîst, bolşêvîk. Ereb berdidin.
Ji pey girtîgehê ra demeke kin li gundê xwe: Sûsizê dimîne, paşê dizîva derbazî Rûsiyayê dibe, diçe bajarê Stavrapolê. Wê demê li Rûsiyayê şorişa Oktiyabirê pêk hatibû. Hukum ketibû destê Bolşêvîkan. Ereb dikeve nava ordîya Sor ya nû avakirî, kîjanê ra digoton Givardiya sor. Sala 1918 an ew êdî endemê Partiya Komûnîstê Rûsiyayê / Bolşêvîka / bû.

Xortê şoreşgerî serwext texmîn dike, ku bêy xwendina bingehîn nikare kêrî gel û partiyayê bê, xwestin, bîr û bawariyên xwe bîne sêrî. Sala 1920 î diçe bajarê Moskivayê û zanîngeha Lazariyan da dor çar sala, heta sala 1924 an dixwîne.

Sala 1924 an vedigere Ermenistanê. Wê demê Ermenistanê da jî êdî qeydê sovêtê ser ketibû. Ew Komîtêya navendî ya Partiya Komûnîstê / Bolşêvîka / Ermenîstanê da dikeve xebtê.

Hukumata Ermenîstanê ya nû, hema di salên xwe yên ewlin da mecalên anegor saz kir ji bo pêşvaçûyîna wê para gelê kurd, yên li Ermenistanê dijîtin. Ku wan ji halê şûndamayîna kûltûriyê û aboriyê derxe ji her aliya va alîkariya wan kir. Gel halê koçeriyê û nîvkoçeriyê da bû. Mirovên kurde xwendî pirr kêm bûn. Erf-edetên kevn e zîyandar qewlê nû ra nedimeşîyan, li ser rîya pêşketinê dibûn asteng û zîyana mezin didan civakê.

Di wî werî da ewledên gelê ermenî pirr alîkarî dan dostên xwe yên kurd, ji wan gelekan zimanê kurdî zanibûn û bi hizkirin diçûn e gundên kurdan, ku nav wan da nexwendîtyê bidine hildan, kurda ra kadroyên miletiyê hazir dikirin. Dibistanên gundên kurdan yê nû vekirî da çawa dersdar dixebitîn.

Erebê Şemo kete nava kûrma wê xebatê. Ewî di nav gelê xwe da karê rewşenbirîyê, kûltûrîyê, perwerdeyê, ronakbiriyê dikir, pirsgirêkên wan digîhand hukumatê, dijî edetên bêkêr û peymayên hukumdariya berêye fêodal şerr dikir. Derheqa jiyana kurda da di rojneme û kovarê komarê da dinivîsî.

Sala 1924 an, 5 ê heyva hezîranê li zozanê Elegezê civîna kurdên nepartîvan hate derbazkirin. Civînê da axaftina hîmlî ya înstrûktorê Komîtêya navendî yê Partîya Komûnîstê Ermenistanê Erebê Şemo bû. Navê têma axaftina wî „V. Î. Lênîn û netewên biçûk „ bû.

Sala 1927 an karê hazirkirna ELFEBÊ bi serketin hate dewîanîn. Xudanê wê bûn mamosta Îsahak Maragûlov* û Erebê Şemo.(*Îsahak Mêrangûlov ji gundê Vêrîn Divînê bû, komara Ermenistanê. Bi eslê xwe mexîn / Aşûrî/ bû.)

Xwendina bi zimanê rûsî, helaqetiyên wî tevî rewşenbîrên eyan û rêvabirên hukumatê, mecal didan, ku ew pirsgirêkên gelê xwe bigîhîne cîyên bilind. Bi însiyatîva wî sala 1928 an komek xortên kurd ji Gurcistanê û Ermenistanê şandine Lênîngiradê xwendinê. Ji pey kutakirina xwendinê ra bawarkî teva jî karne berbiçev kirin ji bo gelê xwe. Ji wan Qanatê Kurdo paşwextiyê bû zaniyarekî kurdzaniyê yê bi nav û deng, Semend Sîyabendov şerê dijî Almaniya hîtlêriyê da bi mêranî şer kir û navê Mêrxasê welatê sovêtê stend.

Erebê Şemo xebata berbiçev kir ji bo sazbûna rojnema kurdîye “RÎYA TEZE”. Sala 1930 î li bajarê Yêrêvanê dest bi weşena rojnemê bû. Ew rêvabirekî berpirsariya rojnemêyî herî aktîv bû. Wê salê dîsa li Yêrêvanê xwendinxana dersdarhazirkirnê ya kurdî vebû. Berpirsiyarê xwendinxanê yê ewlin ew bû.

Lê dirêj wê wezîfê nake. Zûtirekê wî dişînine bajarê Lênîngiratê xwendinê. Ew aspîrantûra înstîtûta Dîroka Kûltûrayê da qebûl dibe. Wî çaxî ew usa jî di înstîtûta felsefe, edebiyet û dîrokê da dersê zimanê kurdî dide.
Dewiya salê sîyî li welatê sovêtê da dest bi dijweriyên /rêprêsiya/ dîktatoriya stalînîzmê dibin. Bi mîliyonan evdên wî welatî yên bê sûc, am-tam dibin qurbanên wan dijweriyan.

Kurdên Sovêtê jî ziyana mezin dîtin. Sala 1937 a Erebê Şemo li Pêtrogiradê /Lênîngirade / girtin û nefiyî (sirgûnî) Sîbîrê kirin.

Dema jîyana xwe ya her e aktîv û gulvedanê, dema efrandariya gurr da ew kete devê sur, serma û dijweriyên sirgûniya zulm. Di bin giraniya sîyasiya neheq, ew jî werekî xwzevî mîna Sîbîrê da, ku qewlê hewayê û jiyanê wusanin, ku degme evd, ew jî evdên welatên germ, karin lê îdare bikin, jîyan pirr çetin bû. Mecalên jiyanê, yên here sade jî dewletê evdên nefîkirî ra hazir nekiribû. Yanê usa, kê çû, kê ma. Êdî derheqa nivîsar û efrandariyê da gilî nikaribû hebya, dima ber xwe bide ji sermê, birçîbûn û zordariyên siyasî xwe xweyî bikira, jîyana xwe biparasta.
Sîbîr bi mîliyona evdên wek Ereb ra bû goristan...

Ereb zarotî û xortaniya xwe da pirr dijweriyên wusa dîtibû, qal bûbû.

Ji pey bîst salên zemete dûr û dirêj ra, (ji pey mirina Sitalîn) sala 1956 an, wî wa gotî “efû “ dikin, dibêjn, ku tu sûcê wî tune, neheqî lê hatiye kirin.

Ji wur vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jiyana wî ya sîyasî, civakî û efrandariyê dibe. Çi, ku salê sirgûniyê wunda kiribû, şev- roj dixebitî ku wê valayê tije bike.

***

Mala wî nava bajarê Yêrêvanê, cîyê herî rind, li kûça ser navê ronakbirê ermeniya Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmet û bîranîna nivîskarê mezin kevirekî mermerî guloverî bedew lê xistine û li ser bi zimanê rûsî nivîsare: “Vê malê da ji sala 1963 a heta 1978 an nivîskarê kurd û xebatçiyê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jîtye. “

Emekê Erebê Şemo pirr e di werê pêşxistina kûltûra kurdên sovêtê da. Ew evdekî xweyê zanebûnên kûr û kûltûra bilind bû, pêşewitekî gelê xwe bû. Bi zaroka ra zarok bû, mezinara mezin. Tim di civat û êvarîyên nivîskar û xwendvanên kurdên Ermenîstanê da hazir bû, bi şêwrên qenc alîkarî dida efradarên gênc.

Derê wî miqîm li ber teva vekirî bû. Ji gundan, bajaran kurdên karker, gundî, xwendevan dihatin cem. Alî teva dikir.

Cawa li Ermenîstanê wusan jî temamya welatê sovêtê da qedirekî mezin didane wî. Navê xebatçîyê kûlturayî î emekdar yê Ermenistana sovêtê dabûnê. Wê demê navê wa didane rewşenbirên Ermenistanê yên here bi nav û deng, xweyê emekê mezin. Ji bo kar û berhemên giranbiha ew ji alîyê dewleta Sovêtê da hêjayî du ordênên welêtî herî bilind: “Dostanîya gelan” û “Ala Sor” bûye.

Ji pey mirina wî ra hukumata komara Ermenistanê xelata lîtêratûrî ya li ser navê wî kivş kirin. Ew xelat didane wan nivîskaran yên berhemên kurdîye giranbiha efieandibûn û weşandibûn…Xelata pêşin nivîskar Wezîrê Eşo sitend…

Havîna sala 1978 an bû.
Di serake bajarê Yêrêvanê, ya mezin û dora wê xelk kimkimî bûn. Bawarkî temamya serkarên Ermenistanê hatibûn wur. Nivîskarên Ermenistanê tev û seroktîya yekîtîya nivîskarên komarê li wur bûn. Ji gund û bajarê Ermenistanê, Gurcistanê, Azebaycanê kurd hatibûn. Ji dest xelkê /hewaryan/ cîyê vala tune bû. Cara ewlin ewqas xelkê kurd li cîkî top dibûn. Jora salonê tabût wî di nav kulîlka da pêçayî bû. Teyê bigota nivîskar tabûtê da raza ye. Jinên kurdan bi kincên netewîyê li rex cinyêz rûniştibûn, şîn dikirin, dinivandin.

Wê rojê jî di pantîona Goristana Yêrêvanê, ya Sovêtaşênê, kîderê mirovên komarê yên bi nav û deng defin dikirin, me EREBÊ ŞEMO tesmîlî axê kir.
Nivîskarê kurdî mezin wusa hate dinê û çû.

Derheqa Erebê Şemo û efrandinên wî da bi berfireyî bixûnin pirtûka Eskerê Boyîk “ Çanda Kurdên Sovêtê “ Weșenên Deng, sala 2012; rû 104-126

 

26.12.2017

 


   

 

 

Eskerê Boyîk4044

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com