|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
700 hezar Krîstiyan ji Iraqê koçber bûne

 

Ji aliyê RÛDAW 26.12.2017
Li Bexdayê têne deriyê yek dêrê vekiriye
Li Bexdayê têne deriyê yek dêrê vekiriye

Duhok (Rûdaw) – Nûnera Krîstiyanan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Wahîde Yaqo got, ew dê bi nameyekê Papa agahdar bike ku li Iraqê ji 800 hezar Krîstiyanan 700 hezar Krîstiyan ji welat derketine û koçber bûne.

 

Nûnera Krîstiyanan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Wahîde Yaqo ji Rûdawê re diyar ku wî beriya du mehan  li ser rêje û rewşa Krîstiyanên li Iraq û Başûrê Kurdistanê dijîn raporek amade kiriye û ew dê wê rapora xwe pêşkêşî Serkirdeyê Rûhanî yê Katolîkan Papa bike.

 

Li gorî rapora Wahîde Yaqo di sala 1981ê de li Iraq û Başûrê Kurdistanê li derdora mliyonek û 500 hezar Krîstiyan hebûn. Ji vê hejmara 800 hezar li Iraqê û 700 hezar jî li Herêma Kurdistanê dijiyan. Lê niha tê gotin tenê derdora 100 hezar Krîstiyan li Iraqê mane. Li Herêma Kurdistanê jî 300 hezar Krîstiyan mane.

 

Wahîde Yaqo di rapora xwe de destnîşan kiriye ku di pêvajoya rizgarkirina bajarên Iraqê ji destê DAIŞê de 60 dêrên Krîstiyanan hatine rûxandin an teqandin û li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê jî ji tirsa deriyê 12 dêran hatine daxistin.

 

Derbarê rewşa Krîstiyanên li Bexdayê dijîn de jî Wahîde Yaqo wiha got:

 

“Bexda ji bo Krîstiyanan herêmeke girîgn û dîrokî bû. Beriya hatina DAIŞê jî xelkê Krîstiyan di bi bin gefande bû. Li Bexdayê çend êrişên terorî li ser dêran hatine encamdan û nêzîkî 60 dêran hatine teqandin. Ji ber vê yekê jî beşeke mezin a Krîstiyan ji Bexdayê koçber bûne. Piştî hatina DAIŞê û avakirina Heşda Şeibî rewşa xelkê Krîstiyan ên li Bexdayê dijwartir kir. Deriyê 12 dêran hatin girtin. Herwiha ji ber kêmbûna nifûsa Krîstiyanan li Bexdayê têne deriyê yek dêrê ji bo ayînan vekiriye.”

 

Li Kurdistan û Iraqê li gorî sistema kotayê li parlamnetoyê kursiyê nûneritiyê ji Krîstiyanan re têne tarxankirin. Li parlamentoya Iraqê 5 û li parlamentoay Kurdistanê 6 nûnerên Krîstiyanan hene.

 

Beşeke mezin ji Krîstiyanên navçeyên Deşta Neynewayê koçber bûne. Dema çekdarên rêxistina DAIŞê êrişî wan deran kirin de bijarde danîn li ser wan: Yan mirin an koçkirin. Wan bijardeya duyem tercih kirin.

 

Nûnera Krîstiyanan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî kontrolkirina van herêman li Deşta Newynewayê serdana Krîstiyanan kir û wiha behsa rewşa wan kir: “Rewşa xelkê Krîstiyan ên li navenda bajarê Mûsilê dijîn û yên li Deşta Neynewayê dijîn gelek ji rewşa Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê dijîn xirabtir e. Tevî cihên pîroz ên Krîstiyan ji aliyê DAIŞê ve hatine xirakirin niha jî tevahiya van herêman di bin kontrola Heşda Şeibî de ne. Beriya du mehab Tilkef, Hemdaniye û Karaquş ji DAIŞê hatin standin lê dîsa jî xelkê herêmê nikarin venagerin ser malên xwe.”

 

Nivîsîn: Aydin Bayram


   

 

 

4046

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com