|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
YPGê berpirsê teqîna Qamişlo kuşt

 

Ji aliyê RÛDAW 01.01.2018

Teqîna Qamişlo
Teqîna Qamişlo

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin yek ji emîrê DAIŞê û berpirsê êrişa bajarê Qamilo ya 27ê Tîrmeha 2016ê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel ve hate kuştin.

 

Medyaya bi ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ragihand ku emîrê DAIŞê yê bi navê Husên Ayid El-Welîd ku berpirsiyarê komkujiya 27ê Tîrmeha 2016an a li Qamişlo ye, li Dêrezorê bi operasyoneke taybet hate kuştin.

 

Ayid El-Weîld piştî ku demek dirêj hate şopandin, li Dêrezorê bi operasyoneke taybet a Yekîneyên Antî-Teror yên YPG’ê hate kuştin.

 

Husên Ayid El-Weîld berpirsê teqîna Qamişlo ye, ku di 27ê Tîrmeha 2016 pêk hatibû û têde 58 sivîlan jiyana xweji dest dan û 177 sivîlî din jî birîndar bûn.

 

Emîrê DAIŞê Husên Ayid El-Weîld di 2013 de endamê Cebhet El-Nusra bû û pştre tevlî rêxisitna DAIŞê bû û bû berpirsekî mezin yê wê rêxistinê.

 

Di salên 2015 û 2016 jî berpirsên hejmarek operasyonan bû ku bêhtira wan li Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram


   

 

 

4048

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com