|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Di xwepêşandanên Îranê de dîsa xwîn rijiya!

 

Ji aliyê RÛDAW 01.01.2018
Li Îranê 3 xwepêşanderên din hatine kuştin
Li Îranê 3 xwepêşanderên din hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Îze û Takestan a Îranê di dema xwepêşandanan de 3 çalakvanên din jî hatine kuştin. Bi vî awayî ji destpeka xepêşandanên li wî welatî heta niha, hejmara kesên canê xwe ji dest dane, gihişte 10 kesan. Herwiha di nava 2 rojên dawîn de, nêzîkî 400 xwepêşander hatine binçavkirin.

 

Duh Yekşemê 31-12-2018, hevdem li gel ahengên serê salê yên li piraniya welatên cîhanê, li bajaren Îranê jî çaremîn roja xwepêşandandn bû. Li bajarên Tehran, Kerec, Ehwaz, Kirmaşan, Takestan û çendîn bajarên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandan hatine kirin.

 

Di dema xwepêşdanandan de tundûtîjî û alozî pêk hat, xwepêşanderan êrîşê cihên hikûmî kirin û hêzên ewlekariyê jî bi heman tundiyê bersiv dane çalakvanan.

 

Di xwepêşandanên bajarê Takestanê de pevçûn derket. Li gorî gotina çavkaniyan, di dema xwepêşandanan de leşkerên Supaya Pasdaran êrîşî xwepêşanderan kirin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.

 

Herwiha di dema xwepêşandanên bajarê Îze ya parêzgeha Xuzistanê jî hêzên ewlekariyê i hember xwepêşanderan hêz bikar anîn û di encamê de kesek mir.

 

Parlamenterê İzeyê Hîdayetullah Xademî jî ragihand, ku di dema derbirîna nerazîbûnan de, li wî bajarî 2 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Bi gotina Xademî di dema çalakiyan de gelek kes jî ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

 

Parlamenter Hîdayetullah Xademî dibêje, ku pirsgirêkên aborî yên gel hene û daxwaz dike, ku ev rewş were guhertin.

 

Ji aliyê din ve, Alîkarê Parêzgharê Tehranê ji bo karûbarên ewlekarî û serbazî, elî Esxer Nesirbext ragihand, di dema çalakiyan de, li paytext 200 kesên xwe ku hewl dane ziyan bigihînin cihên giştî, hatine binçavkirin.

 

Herwiha Cîgirê Ewlekariyê yê parêzgeha Urmiyê jî eşkere kir, ku 10 kes bi tometa handana xwepêşandan, hatine girtin.  

 

Berpirsên ewlekariyê yên parêzgehên Erek û îsfahanê ragihandin, ku 160 çalakvan hatine girtin.

 

Bi tevê rêkarên ewlekariyê û bi sînordarkirina torên civakî, xwepêşandanên li bajarên Îranê, bi qêrîna dirûşmên li dijî hikûmet û berpirsên bilind ên wî welatî, berdewam dikin. Li gorî ragihandina medyaya fermî ya Îranê, hejmara kesên di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane, gihiştiye 10 kesan. 

 

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di gotarekî televîzyonî de ragihand, ku xwepêşander rexneyan li parlamento, desthilata dadwerî û hikûmetê dikin. Lewma nabe hinek ragihandin wesa nîşan bidin ku tenê hikûmet tê rexnekirin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih


   

 

 

4050

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com