|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Beyar Robarî
Sakîne

Sakîne¹

             Beyar Robarî

 

Sakîne

Şêr-şepala Dêrsima rengîne

Dilê min bi kuştina te û herdû hevalan, birîne

Xoya deryakê tevî bes nîne

                      *

Ey Sakîne

Şervanî ne karê her kesîne

Û şepala wek te her dayîkek nîne

                      *

Sakîne

Bi kujdarên te re nîne mêranî

Jiber wê hûn kuştin bidizî weke rovî

Dilovanê ji xenaziyê re, nîne çareserî

                      *

Sakîne ey taca serî

Em Kurd bêkesin weke sêwî

Jiber wê em dikşînin ta hîro bindestî

Lê bi ked û bixwûn te û hezar hevalî

Ji nêzîk de emê bibînin û bijîn serfirazî

Tu kanî rehet tev hevalan, rakevî û razî.

                                                                                      

12 - 07 - 2013

------------------------------------------------------------

¹- Sakîne Cansiz:

Sala 1958`an li bajarê Dêrsmê ji dayîka xwe bûyî. Ew ji destpêkê de yek ji endamên Prtiya Karkirên Kurdistanê (PKK) bû. Sakîne ji serokê partiyê birêz A. Ocalan ve gelek nêzîkbû. Wê bi salan li Ewrupa karê partiyê birêve dibir û li salên dawiyê li Parîsê paytexta Fransa dima. Di 9`î meha çelê de, sala 2013`an bi xenazî hat li komela kurdan hate kuştin, tev Fîdan Dogan û Leyla Soflvylemez hevalên wê. Laşê Sakînê li Dêrsmê hat vaşartin.

 

 

*****


   

 

 

Beyar Robarî4080

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com