|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
EYDA WE PÎROZ

Ev rojî û ev eyd gundê meda wa pêk tanîn:

Ev rojî û eyd pir kevnin û di nava êzdiyên Serhedê da berê berêda hatine girtî. Êzdiyên sovêta berê wan nav dikin rojiyê Xidir Nebî. 
Dibêjin Xidir Nebî mirazbexşe, kê rojiyê wî bigre wê bigihîje merazê xwe. 
Bi hesabê hesabdaran ev eyd dikeve roja îniya sisiyan ya meha sibatê.
Tê bîra min gundê meda, yek hebû navê wî Sako bû. Sako mirovekî seqet bû û di warê hesaba da ecêb têgihîştî bû. Ewî tim rojê rojiyan kivş dikir. Êzdiyên gundên dora me heta yê bajarê Tilbîsê jî bi gotina Sako hesabê rojiya dikirin. 
Rojiyên Xidir Nebî sê roj in. Sêşemê dest pê dikin û roja îniyê eyd e, 
Şev radibine paşîvê. Dema paşîvê karin xwerina xwe rind buxun. Roj tu tiştî naxun û venaxûn, heta cixarê jî nakşînîn, heta roj here ava. Nava ciivakê da ev gotina ji kal bava maye, dibêjin: “Roj çû ava fitara êzdiyan”. 
Tê bîra min gundê meda hinek berva diçûn, yanê roja duşemê jî rojî digirtin. Hinek mal jî hebûn hela semî, led û duşema berî rojiyan jî rojî digirtin, ango şeş rojî digirtin.
Berî rojiyan gundiyan malê xwe rind paqij dikirin, kinc, nivîn, navmal gişk rind dişûştin, nefera av xwe û zaroka dikirin.
Mezina digotin rojiyên Xidirnebî da gerekê xûn nerijiya. Gerekê serbir yan qurban tunebûya.
Wusa jî wan rojan gerekê sabûn, şe nehata xebitandin, bi derziyê dirûn nehata kirin. Digotin eger sabûnê bixebitînin li ser rêya Xidir Nebî cemedê çêbe, hespê wîyê bişimite, eger şê bixebitînin daristanê li ser rêya wî derkeve, derzî jî suturiya wê li ser rêya wî çêke.
Bawar dikirin ku şeva eydê Xidirnebî siyarî tê her maleke wanra derbas dibe, kê sabûnê, şe, derziyê bixebitîne astengiyê wê ser rêya Xidirnebî çêbe û nikare mala wanra derbasbe.
Evara roja rojiyê, berî fitarê gundya teva nanê miriya derdixistin (çi xwerin çêkir bûna) dibirine malê cînara, malê tirêqa. Miriyê kê yê nû hebûna, wana hazirîke giran didîtin ji bo derxistina nanê miriyan (fêkî, çerez, xwerinê baş, vê dewyê cixare) dibirine malê şêx-pîran.
Mal hebûn ku paşîvê jî nanê miriyê nû derdixistin.
Roja pêşemê ji pey fitarêra, êvarê gundî (mêr-jin) gişk berî her tiştî diçûne wan mala, mirîyê kîjana yên teze hebûn. Serxweşî didane wan, rehma xwedê mirîra dixwestin. Wan malada textê xêrê vekirî bû. Paşê li malê hev digirin, eyda hev pîroz dikirin û diçûne mala Terîqê gund, fito didan. Li cem êzdiyê ruşyayêye ocax û ziyaretê xisûsî tunebûn. Mala oldar û sitêrê mala wî wanra hesab dibe ciyê pîroz. (Cem êzdiyên rûsiyayê sitêrê malê pîrozê).
Gênc jî (keç, xort) wê êvarê, yên her taxeke gund, di maleke mezin da li hev dicivyan, dîlan û govend, eşq û kêfxweşî, laqirdî, hetanî nîvê şevê xwera şa dibûn. Zarok jî vala nediman. Digotin “Kosegeldî”. Rû-simêlê xwe çê dikirin,cilê pêkenî li xwe dikirin, tencerîke kevin xwera dikirin wek def û koma zaroknava, di nava berfa zivistanê li mala digeriyan, her malekêda henek, laqirdî, mesqeretî dikirin. Kevaniya malê jî hinek tişt dikire torbê wan (pere, hêk, çerez, mêwe). Usa heta şev dereng komên zara bi qerebalix li nav gund digeryan. Seyê gund li hev diqelibîn li hev dixeniqandin. 
Êvara pêşemê, her malekê sinîk tije poxîn yan ar dikirin, ew poxîn-ar rind sinyêda rast dikirin, bi poşîke nûye bedew dinixamtin û datanîn ser stêr. Digotin Xidirnebî wê şevê siyarî bê mala wanra derbazbe. Digotin kîjan malêra derbas dibebe ciyê simê hespê wî li ser siniyê tê xanê. Li ser sinya kîjan malê dewsa simê hespê Xidirnebî bê xanê risq, bereket, xêr û dikeve wê malê. 
Roja îniyê (eydê) kevaniya malê berbangda radibû, zad çê dikir, ji wî zadî nanê miriya dibir malên cînara û tev malxê diçûne eydana. Keç û bûkan mal rind paqij dikirin û banê malê, dîwer, ser stûna bi ar dineqişandin.Gundên me yê çiya bûn, zivistan sar bû. Şewat jî sergîn û kerme bûn. Nava xênî da Tendûr bû. Tendûr heroj dadidan. Mal bi tendûrê dihatin germkirin. Xwerin jî li ser tendûrê dihat çêkirin. Dûyê tendûrê banê xaniya reş dikir. Li ser banê reş deqên arê sipî wek steyrkên geş li nav esmanên tarî da dihatin xanê. Ser dîwara sûretê pêz, dêwêr, hespa, sa, şivana çê dikirin.
Roja pêşemê ji bo xort û keçê azap “Totka Şor” çê dipetin. Ew katekî biçûkî pir şor e. Ji pey fitara rojiya dewî ra keç û xortê azep ew totikê şor dixwerin û radizan. Dibêjin, giva xewnêda kê avê bide wan wê bi wîra bizewicin, yan kî gundî, kîjan malê avê vexun wê li wî gundî yan ji wê malê bizewicin.
Keçê azap berbanga eydê radibûn, parî nan dibirin datanîn li ser xênî û lê dinhêrîn, eger teyredekê bihata pariyê wan hilda li kî alîda, yan aliyê mala kêda bibira, bawar bûn ku wê zewaca wan jî wê wî alî çêbe. 
Berbanga eydê zarok jî radibin, goreke nû hildidin, bengoreke dirêj pêva dikirin, diçîn li ser xweniyê cînara û kulekêra gorê darda dikirin, digotin:

Dolî, dolî dangê,
Kevaniya malê xatûngê,
Xortê malê zevangê.
Pîra malê qurbangê
Risqekê bike dolîdangê…

Kevaniya malê çerez, hêk, mêwe, pere dikire gorê.
Rojê eydê êzdiyan rojên dayîna xêr xêrata, ji guneha xwepaqijkirinê, aşîtiyê, pismamtiyê û kêfxweşiyê ne. Dilsarî li nav civakê tê hildan. Tifaq û yekîtî çê dibe.

Eskere Boyiks billede.
 
 

   

 

 

Eskerê Boyîk4104

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com