|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Kemal Tolan
Bi dîtina min, divê rêxistin, çapemenî û ragihandinên Êzdîtiyê nav û symbolên ku di Êzdiyatiyê de pîrozin li xwe ne kin.

 
 
Hêjayan,
ji ber ku em Êzdî hemû, tevaya dost, heval û xêrxwazên me Êzdiyan jî dizanin û hêjî dêjin, Laliș di Êzdiyatiyê de ziyaret, goristan, cîh û warê herî pîroz e. Li ser vê axa pîroz bi dehan dar, șikeft, kanî, ziyaret, goristan, gelek symbol, sema, eyd, rê û rizmên Êzdîtiyê hene. Bi hezaran xas û qelenderên Êzdîtiyê ji bo pîroziya vî ciyê sûr û keremtane, di hemû demsalan de bê kubarî, zêde bi libasên xwe yên spî, zikê birçî û pêxwas xizmet kirine û hêjî dikin.
 
Heta ku ji van ruhaniyên Êzdîtiyê hatiye, ewan ne hîștine, hêjî nahêlin tu kes bi kûbarî, tevî șikal-sol-pêlav-qonedran-telikan û libasên kirêt derbasî ser vê axa ciyê peydabûn, gera ruh û milyaketên batiniya Êzdîtiyê ne bive. Tișê ku ji wan Xwedê jê raziyên xizmetkar hatiye û tê, ew nahêlin-ne hîștine ku, tu kesek di nav vî cîyê herî pîroz de tiștekî derew, bi fesadî, hevsûdî, axaftin, peyv û hwd. yên ne baș bibêje û bikarbîne.
Bi dîtina min, ji ber van û hîna gelek egerên dinê jî hene, ne raste ku her Êzdiyek anjî çend Êzdî bi razemendiya xwe tenê, van nav û symbolên ku di Êzdîtiyê de gelekî watedar û pîrozin(Mînak: peyva Laliș, Berat, Batinî, Kaniya Spî û hwd-ê) li rêxistin, amûrên çapemenî û ragihandinên xwe bikin.
 
Jixwe em dibînin, di nav û bin van navên rêxistin, çapemenî û dezgehên ragihandinê de her axaftin, buyer, peyv û hwd. çi yên baș û ne baș bin, tev têne weșandin, parvekirin û bikaranîn…………
Vêca ezê zahf dilxweș bim, ku hûn jî bikaribin zanîn û nêrîna xwe, li ser vê xembariya min, bi șiklekî ku em hevûdinê ne êșînin - piçûk nekin, binivisînin û di virde bi me ra parvebikin!
 
Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșop/zargotina Êzdîtiyê
16.02.18

   

 

 

Kemal Tolan4105

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com