|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Bîranîna nivîskarê me, birayê hêja Emerîkê Serdar

Dema despêka salên şêstî ez hatim Yêrêvanê xwendinê Emerîkê êdî zanîngeha Yêrevanê ya pêdagogiyê, para edeyet û dîrokê xilas kiribû, demeke kurt dibistana gundê Elegezê (kîderê wî xwendina xwe ya navîn jî standibû) û para axaftinê kurdî ya radiyoya Yêrêvanê da xebitî bû, êdî rojnema RIYA TEZE da dixebitî. Ew û remetyê Egîtê Xudo odekê da rûdiniştin. Egît serokê para edebyetê bû, Emerîkê para kûltûrayê rêva dibir. Oda wan dergê xwe yê dilovan ber min jî vekir. Ew herd ji minra bûn wek birayê mezin.
Efrandarên meye gênc û ahil, di oda wan da li hev dicivyan, ji hev û efrandinên hevra dibûn nas, berhemên xwe yê nû dixwendin, deng-besên nû dihesiyan.. Wan sala hîmê helbestvanya meyê esil û bi hêz dihate danîn. Hevaltî û dostanya min bi helbestvan û nivîskarên meye ahil û gênc ra bawarkî ji oda wan dest pê kir… Emerîk wê demê kirîtîka (rexnegirya) edebyetê, edebyetzanyê va mijûl bû. Di qîmetkirna helbestê da gelekî berk bû. Fikira wî ra tev jî hesab rûdiniştin. 
Min helbestê xwe berê Emerîkê û Egît ra duxwendin. Dostanî, hevaltî û biratya me bawarkî heta 30 salî kişand, heta destê me ji hev qetya, em hev bela bûn…
Emerîk dixebitî, pirr dixebitî, şev û roj, bi hizkirin, dil û can dixebitî. Emerîk bi ked û xûdana xwe nerdewanê jiyanêra bilind bû. Û gihîşte çi, bi xûdana xwe gihîştê. Ji serokê parê bû katibê cawdar, paşê dewsgirtyê berpirsyar, paşê berpirsyarê RIYA TEZE… 
Keda wî hate qîmetkirin, wek rojnenevanekî komarêyî eyan bi hurmetnema sedirtya parlamênta Ermenistanê hatî xelatkirin, hêjayî navê Rojnemevanê komarêyî emekdar bû. Ew endemekî yekîtya rojnemevan û nivîskarê sovêtê bû.
Keda wî di pêşxistina edebyeta kurdên Sovêtê da mezin e. Di warê pirozayê da ew heta dewya jiyana xwe jî ma yek ji nivîskarê meyî herî berhemdar û hizkirî. 
EwÎ rêdaktorê pirtûka min ya helbesta “Tîrênc” kirye.

***
18 yan 19 ê meha Sibatê sala 2010 a bû. 75 salya Emerîkê Serdar bû. Axaftina me herda ya bi têlêfonê qet ji bîra min naçe.
Wê sibê ez rabûm, min hejmara têlêfona mala hogirê xwe Emerîkê Serdar top kir ku salvegera wî pîroz bikim.
Sal wusa zû diçin. Wextekê li rex Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed û mezinên meye din em gênc bûn. Wan ber çavê me koça xwe bar kirin, çûn. Ew çûn, em man. Ew neghîştin me, lê em gihîştin wan.Emerîkê me jî êdî pêyî 75 a kirîye,- ez difikirîm...
Emerîk li Yêrêvanê, ez li Ewropayê. 14-15 sal bûn me hev nedîtbû. 
Mecalê vê dewrê ecêvin, hejmara têlêfonê top dikî û dikarî xwe bigihînî her qulçê cihanê.
-Siba te bi xêr Emo…
-Ser çavara, Esker,- dengê min carekê ra nas kir,- min dengê te zûda nebihîstibû. Malavayo tu bûyî hîva pij ewra.
-Ez te pîroz dikim!
-Emrê me çû, me tişt ne jî xwe fem kir, ne ji dewranê…
-Em ji hev dûr ketin. 
-Em ji hev bela bûn . Kê zane emê hev bivînin yan, na…
-Tunduristiya te çawane?
-Êşa çava zorê dide min, mal dernayêm…Min helbesta te xwend, ez kewgirîm… 
Axaftina me pak nehat standin. Min nikaribû çi fikira minda hebû hogirê xwe ra bigota. Hisret dûrbûnê û bîranîn salan tev lihev bûbûn… Kela wî li wî alî tiji bû, kela min vî alî… Kerayîke dirêj kete navbera me. 
Min dixwest hogirê xwe ra dirêj biaxivim. Nehate standin.
...Wusa jî me hev nedît...

***
Ciyê te buhușt be, Rehma Xwedê li te be, birayê hêja Emerîk. Tera oxir be!

Eskerê Boyîk
20.02.2018


   

 

 

Eskerê Boyîk4120

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com