|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Koçek Birahîm kîye?

Koçek Birahîm -                   

 

Koçek Birahîm kîye?

 

Koçek Birahîm, kurê Derwêş e, Derwêş kurê Birahîm e, ew ji Êla, Heşîra Maskene, ew mirîd in, ji Tirkîya niha ne .

 

Êla wan li zozana bû, dijminan êrîşî wan kir û temamê kesên wan kuştin û hêsîr kirin. Ji wan Birahîm û kurê xwe Derwêş ji mirinê filitîn. Wan bazda û berê xwe dan Îraqê, li Welatê Şêx bi cih bûn. Piştî xelkê çîroka wan bihîst, ku ew ji malka nas in û xweyayî ne, milet ji wan xwest ta ku bizewicin ji bona  ku neqelin. Hingî hemrê Birahîm 80 salî bû, ji ber wilo wî got ber kurê wî bizewicê. Kurê Birahîm, Derwêş zewicî û kurkî wî çêbû, navê wî kir Birahîm, ê ku piştre wek Koçek Birahîm hat nas kirin. Qesro Xoşavayî guh da Birahîm wextê hatin Welatê Şêx.

 

Piştî 6 mehan bavê Derwêş emrê Xwedê kir. Piştra dayîka Birahîm, jina Derwêş jî emrê Xwedê kir. Ew kurik dan pîrekik din ta ku wî şîr bide. Piştî hingî Derwêş jî emrê Xwedê kir. Birahîm ma sêwî. Pîrekik hebû, navê wê Qoma Qutê bû, kurkê wê hebû, wê Birahîm bir cem xwe û karê xwe pê kir. Ew ji Gundê  Xoşava bû (Xoş Ava) yanî Xoşaba. Hemrê wî giha dora 15 salan.

 

Rojkê ew ji kar hat, sewalên wî tî bûn. Dinya sar bû, wî dîvîya avê bidê sewalên xwe, lê li ser avê qeşa bû. Wî labuta xwe li qeşayê da û şikand ü sewalên wî av vexwarin, lê hesnê serê labutê ket nav avê û winda bû.

 

Ew hat malê, Qoma Qutê çû ta sewalên xwe bibînê, lê wê hesnê serê labutê nedît. Piştî wê pirsî, zanîbû ew ketiye avê. Wê got Birahîm: heta ti wî hesinî neyînê, çênabê ti rune. Birahîm çû cem wê avê û hesin anî û da Qoma Qutê û ji cem wê çû.

 

Ew ma li zikakan heta bû sibeh, hingî zilamek bi navê Qaso Xoşavayî liqayî wî bû û jê pirsî, wî jî bersiv da û Qaso ew bi xwe re bir male û Koçek Birahîm li cem wî kar kir. Rojekê Qaso çû ta bibînê ka ew çilo kar dike. Qaso dît cotê Birahîm û haywanê wî diçê û tê (ajalê wî), lê Birahîm xwe dirêj kirîye û cot ji ber xwe tê kirin. Qaso tirsîha û xwest vegerê male. Birahîm bakirîyê û got: were ez ne razayîme, û hêdî ew çûn male. Qaso jê xwest ta hew kar bike, lê her li cem wî biminê.

 

Rojekê yekî fileh hat cem Qaso û Birahîm jê xwest ta li cem wî kar bike. Qaso got bere, lê divê ew bi xwe xwarina Birahîm jê ra bibê. Piştî karê ê fileh temam bû, Birahîm dîsa vegeriha cem Qaso .

 

Birahîm ji Qaso xwest ta destûra wî bidê ji bona herê ber LALIŞÊ, ew destûr dayê. Ew çû, piştra dîsa xwest ta herê û çû, piştî 6 mehan Birahîm çû ber LALIŞÊ û hêdî hew vegeriha cem Qaso.

 

Li ber LALIŞÊ keçikik hebû, navê wê Xezal bû. Wê û Birahim hej ji hev dikirin, wek xuh û bira. Hina fitna wan kir, Baba Şêx şand pey wan û ji wan pirsî li ser meselê. Xezalê got ez û Birahîm xuh û birayên hev in  bi 3 kirasan. Baba Şêx got wan çênabê. Xezalê gotîyê: çima çêdibû li filanderê ti li ber heywanan bûyî li cem filan bîra avê, û ne heyb bû, hingî Baba Şêx got wan herin, lê hey ji xwe habin.

 

Piştî hingî Baba Şêx xewnik dît. Wî şand pey milet ta jê ra wata wê bêjin. Birahîm hat û li ser xewana Baba Şêx jê pirsî. Baba Şêx got: min dît berxik ji ezmana dihat û berankî qirêt ji meydanê derxist. Kochek Birahîm got: ew berx ez im û ew beran jî tu yî, tê herê û ezê li sicada  Melek Fexredîn rûnim û bibim Baba Şêx. Baba Şêx qahirî, lê piştî demekê Baba Şêx şand pey şêx û pîrên xwe û emrê Xwedê kir.

 

Milet got: ki karê li ser sicadê rûnê, kesik ne rûnişt heta Birahîm hat û rûnişt û bû Baba Şêx. Ji ber ku ew mirîd bû û ne şêx bû û ji ber wê bibûye Baba Şêx, divîyabû ji şêxê Melek Fexredîn bûye (Şemsanî ).

 

Ew tişt bêyî Mîrê Êzîdîya bû, ji ber wilo ew qahirî û şand pey Birahîm. Qasîdê Mîr hat cem Birahîm û gotîyê: Mîr te dixwazê, Birahîm gotîyê, here ezê bêm. Qasid çû, li bênderê Bahedrê, qasid dît va Koçek Birahîma. Birahîm gotîyê: netirsa here ez têm, Birahîm hat celsa Mîr û silav kir, hemi rûniştin, lê Mîr nikarî rûnê, ji ber pişta wî bi hêt ve ma (zeliqî), wî ji Birahîm xwest delilkî bidê, Birahîm gopalê xwe li herdê da û av derket, gopalê xwe hilda rist ji bani hat xwar (rist pişteka piştê), hingî Mîr ew wek Baba Şêx qebul kir.

Hingî Birahîm ji Mîr xwest rista Baba Şêx li pişta wî girêdê, û ew rista ji ezmên hatî heta niha li cem Ebdal Mam Fetah dimînê.

 

Koçek Birahîm ji Mîr qahirî û jê ra şand ta xwe dexîlî sicadê bikê, yan jî wê tiştikî ne baş bê serê wî. Mîr hat û ew Koçek Birahîm li hev hatin û hev xelat kirin.

 

Li cem Koçek Birahîm şêxik bi navê Hawdî hebû, Koçek Birahîm jê pirsî: şêx te çilo dît ez û Mîr li hev hatin û wî ez xelat kirim? Şêx Hawdî got: hin bi hêvî ne û hin bê hêvî ne. Koçek Birahîm 3 caran ji Şêx Hawdî pirsî û Şêx Hawdî nefsa bersivê da. Koçek Birahîm qahirî û bû wek markî mezin (ziha) û hat Şêx Hawdî. Şêx Hawdî xwe kir qurçikê ji tirsa. Fatê, pîreka Koçek Birahîm, dengê qîra Şhêx Hawdî kir û hat, dît Koçek Birahîm wî li ser sicadê ya û Şêx Hawdî di qurçikê de ye. Wê pirsî çi çêbûye? Koçek Birahîm çîrok jê ra got, çima Şêx Hawdî nabêjê ew tişt qenc bû. Fatê gotîyê: ew jî doza mafê xwe dikê; Koçek pirsî çi maf? Fatê gotîyê, zarokê Şêx Hawdî ninin, hingî Koçek Birahîm ji Şêx Hawdî re diha kirin ta zarokên wî çêbibin. Di 3 salan de 3 kur ji Şêx Hawdî re çêbûn û wî her car dianîn ber sicada Melek Fexredîn. Hingî hemrê Şêx Hawdî 80 sal bû, ew zarok li Çîyayê Şingalê diman, li nav Ciwana.

 

Koçek Birahîm 50 salî li ser sicada Melek Fexredîn wek Baba Şêx ma û wî kiras guherand. Piştî wî kurê wî Derwêş bû Baba Şêx û salkê ma û mir, piştî wî Şêxê Reş bû Baba Şêx û piştra Alî û piştra Nasir û piştra Îmaîl û piştra Kochek Selman.

 

Ev tişt berî 200 salî ji niha ve çebû, di wextê Mîr Bodaq Beg de bû.

Koçek Birahîm 2 jin hebûn,  1- bi navê Fatê, 2- û yeka din hebû.

Zarok ji Fatê re çênebûn, lê 6 zarok ji jina wî ya din re çêbûn, her sal yek ji wan her şeşan dimir, heta ma Derwêş kurê Koçek Birahîm û ew jî piştî salkê mir, piştî bû Baba Şêx. 

          

Koçek Birahîm li ber LALIŞÊ (Çilxanê) hat bi cih kirin û hin nîşanên wî li Zorava, li Şingalê û Gabara hene, û Fatê li Gabara hat bi cih kirin. Xwuha Fatê li cem Feqîr Elyas bû.

 

Kochek Birahîm got: miletê me wê herê ber bi xerb ve, li wir hesin wê bi kar bînin, lê tiştkî ne baş nebêjin, ji ber yan ezê pê ra bim û yan ezê tê de bim.

Xwezka min ne bi wî zemanî, ji ber di wî wextî de, mil û sêngê jin û keçên Êzîdîyan wê tazî bin, lê xwezî ez ji kesê wî wextî bûma, ji ber ewê ji me çêtir bin.

 

(wata vê gotinê ewe, ku Êzîdîyên qenc di wî wextî de wê hebin û bi îman bin )

 

Jêder: Çira TV,  Sadam Xanikî û Feqîr  Hecî,  programa  (Zêwa) 11.01.2018z  

 

 

Feremez  Xerîbo  

27.2.2018z

 


   

 

 

Feremez Xerîbo4127

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com