|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Heşda Şeibî ji bo Şingalê spasiya PKKê kir

 

Ji aliyê RÛDAW 23-3-2018
 
Xwedêda Cokê li ser biryara vekişîna PKKê ya ji Şingalê axivî
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokê diyar kir, KCK ragihand ku ewê ji Şingalê vekişin û naxwazin ji ber wan xetereyek were serê Kurdên Êzdî. Xwedêda Cokê ji ber biryara KCKê spasiya wan kir.

 

Xwedêda Cokê ku Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ye û di heman demê de yek ji fermandarên Heşda Şeibî yê li Şingalê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser biryara vekişîna PKKê ya ji Şingalê axivî.

 

Li ser mijara dema destpêkirina vekişînê, Xwedêda Cokê diyar kir ku ev biryara wan a siyasî ye û ji ber vê yekê dibe ku niha vekişiyabin û herwiha dibe ku beriya daxuyaniya xwe vekişiyabin, lewra metirsiya êrişên firokeyên şer ên Tirkiyê li ser wan heye.

 

Cokê da zanîn, deverên ku gerîlayên PKKê jê vekişiyane radestî Asayişa Êzidxanê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kirine ku YBŞ girêdayî hikûmeta Iraqê ye.

 

Xwedêda Cokê amaje bi wê yekê kir ku KCKê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku 4 sal in li Şingalê xebatê dikin û ew naxwazin ji ber wan, pirsgirêkek ji miletê Êzdî re çêbibe û ew amade ne ku dema metirsiyek li ser Kurdên Êzdî hebe, ligel wan bibin.

 

Herwiha Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokê got ku hêzên Heşda Şeibî li wê deverê nemane.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/230320188


   

 

 

4169

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com