|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Daxwaza Şêxê Êzdî ji PKKê: Vegerin cihê xwe

 

Ji aliyê RÛDAW 27-3-2018
 
Rûdaw

Şingal (Rûdaw) – Şêxê Mezargeha Şêx Şerfedîn Şêx Smeîl daxwaz ji PKKê kir ku eger ew dixwazin qenciyeke din bi wan bikin bila vegerin cihên xwe.

 

Daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên derbarê egera operasyonekê dijî Şingalê de metirsî cem xelkê wê navçeyê çêkiriye. Tirsa Kurdên Êzdî ji eger operasyonekê li Şingalê bê kirin ew e ku cihên wan ên pîroz û dîrokî bêne wêrankirin.

 

Şêxê Mezargeha Şêx Şerfedîn Şêx Smeîl ji Rûdawî re ragihand ku daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên derbarê egera operasyonekê dijî Şingalê de li cem wan bûye cihê metirsiyê.

 

Şêx Smeîl da zanîn ku 28 cihên pîroz û dîrokî yên Kurdên Êzdî li devera Şingalê hene û wiha got: “Serokomarê Tirkiyê dibêje em dê Şingalê bomberdiman bikin. Em naxwazin bûyereke din weke ya 3yê Tebaxa 2014ê dubare bibe. Şingal a Êzdiyan e, heta niha 72 karesat bi ser me de hatine û me stû xwe li hemberî wan xwar nekiriye. Ev der axa me ye, em dijminîtiya kesî nakin, ma çi ji me dixwazin.”

 

Şêxê Mezargeha Şêx Şerfedîn tekez kir ku ew ji bi hemû cîhan, gelan û pêkhateyan aştî û aramiyê dixwazin û wiha axifî: “Dema em dia dikin, destpêkê ji her zindiyên li ser rûyê erdê dijîn re aştî û aramiyê dixwazin û piştre ji xwe re. Tevahiya cihên me yên pîroz li vê derê ne. Lewma em çawa li vê derê jidayîkbûne,  dê mirina me jî li Çiyayê Şingalê be.

 

Şêx Smeîl banga yekîtiya Kurdên Êzidî kir û got: “Ez li cihê pîroz banga her kesî dikim. Bila em bibin yek, em ne dijminê ti kesî nînin û bila kes jî nebe neyarê me. Em naxwazin kes bê deverên me bomberdiman bike û zerarê bide xelkê me.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz ji PKKê kirk u qneciyeke duyem li wan bike û gerîlayên xwe ji Çiyayê Şingalê vekişînin û wiha pê de çû: “Em spasiya PKKê dikin. Qenciya wan ser me heye lê divê ew jî ji bo zerar negihêje me qenciya duyem li me bike û vegerin cihên xwe. Hêviya xelkê Êzidî ji wan ev e.”

 

Piştî ku navçeya Şingalê ji çekdarên rêxistinên DAIŞê hatin paqijkirin derdora 13 hezar malbatan vegeriyan navçeyê. Hê jî li Çiyayê Şingalê nêzîkî 3 hezar malbat dijîn.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/270320182


   

 

 

4170

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com