|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Êzdiyên ser çiyayê Şingalê dîsa koçber dibin!

 

 kurdibas

 31/03/2018 - 15:14

Nuçe/Kurdistan

Emîr Etrûşî

BasNews – Fermandarê fermandeya giştî yê hêzên Pêşmerge li Şingalê ragehand ku ji ber gefên Tirkiyê û Erdogan hejmarek mezin a koçberên êzdî li çiyayê Şingalê dubare koçber dibin.  

Fermandarê fermandariya giştî ya hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand, careke din êzdiyên serê çiyayê Şingalê û nava Şingalê koçber bûn bo herêma Kurdistanê û hejmarek mezin a koçberan dest bi amadekariya koçberiyê dikin û got: ‘’Naha nêzîk 10 hezar kurdên êzdî li serê çiyayê Şingalê jiyan dikin û ji ber gefên Tirkiyê û Erdogan metirsî li ser jiyana wan heye.’’

Herwaha got, eger Tirkiye êrîş bike ser Şingalê dê karesateke mezin li ser kurdên êzdî pêkbê û metirsiya mezin dê li ser pêşeroja êzdiyan pêkbê. Ji ber Şingal cîhê serekî yê êzdiyane û bi nemana Şingalê ve pêşeroja êzdiyan dê bikeve metirsiyê.  

Şeşo got, xelkê Şingalê ditirse careke din komkujiyek li ser êzdiyan pêkbê. Naha xelkê Şingalê yê deverê bicîh dihêlin û ber bi herêma Kurdistanê ve birêdikevin û dê di qampên li parêzgeha Duhokê bicîh bibin.

 


   

 

 

4172

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com