|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Iraq: PKK ji Şingalê derket û ti hincet bo Tirkiyê nemaye!

 

 kurdibas

 05/04/2018 - 20:19

Rojhilata navîn

BasNews - Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku PKK ji Şingalê derketiye û ji bo Tirkiyeyê jî hincetek nemaye ku operasyonekê li dijî vê deverê pêk bîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Şûrş Halîd di derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Şingalê got ku ew li dijî operasyoneke li dijî Şingalê ne û wiha axivî: ‘Li dijî operasyoneke li dijî Şingalê ne, ji ber ku li Şingalê PKK û hêzên din yên Kurdî nemane.’

Li gor nûçeya Sputnikê Said destnîşan kir ku ew destûrê nadin ku ne Tirkiye û ne jî welatekî din bêyî îcazeta Iraqê operasyonekê pêk bîne.

Herwiha Said ragihand ku ew daxwaz dikin Tirkiye ji Başîkê vekişe.


   

 

 

4184

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com