|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cejna Çarşemba Sor li we pîroz bê

Bi pêwana hatina cejna Çarşemba Sor, cejna Sersala Êzîdîyan, cejna Serê Nîsanê, cejna bihar û jîyana nû, em vê cejnê li we, li tevaye Êzîdxanê û li hemi Kurd û Kurdistanê pîroz dikin. Hêvîdarin ku ev cejin bibê wesîleya salek xweş û geş û sala aşîtî û aramîyê ji bo Civaka me Êzîdî, ji bo gelê me û tevaye cihanê.

Wek ku tê zanîn cejna Çarşemba Sor a Serê Nîsanê li cem me Êzîdîyan wek roja afirandina cihanê û xêr û bereketê tê pîroz kirin.

Li gor bahwerîya Êzîdayetîyê, Yêzdanê Mezin, qasidê xwe, Tawisî Melek, ku rêberê hemi milyaketane, li gel 6 milyaketan dişînê xwarê ta ku vê dinya me biafirînin. Afirandina dinyayê di roja 7’an de, ango di roja çarşembê de teva dibê. Ji ber wê jî ev roj wek roja betlanê, veysandinê, wek roja ji bo bîranîna Xwedê, qasidê wî Tawisî Melek û her 6 milyaketan tê pîroz kirin.

Ji bilî vê yekê Çarşemba Sor wek sersala Êzîdîyan û sembola destpêka biharê û xêr û beraketê tê nirxandin. Di vê roja pîroz de Êzîdî hêkan bi rengên kesk û sor û zer û hwd. reng dikin û qaqilkên/qaşûlên wan hêkan ji bo xêr û berekatê li nav zevîyên xwe direşînin. Êzîdî di vê rojê de xêra mirîyên xwe didin, diçin ser goristanan û gora mirîyên xwe zîyaret dikin, duhayan dixwînin û xêrê belav dikin.

Li hêla din jî derdikevin seyrangehan, hêkên xwe li hev didin û şens û qismetê xwe diceribînin û kêf û şahîyê dikin. An jî diçin ber Lalişa Nûranî, zîyaret dibin û govend û dîlanê digerînin. Êzîdî di vê roja pîroz de gûlên reng bi reng bi devên derîyên xwe ve vedikin û daleqînin Eve jî nîşan û sembola hatina jîyana nû, hatina biharê ye.

Ji ber ku meha Nîsanê mehek bi xêr û berekete, xwe weke bûka salê dihesibînê, Êzîdî di meha Nîsanê de dawetan çênakin û bûkan venaguhêzin. Meha Nîsanê ji bilî xwe û pê de tu bûkên din di ser xwe re qebul nakê.

Cejna Çarşemba Sor dubare li we û tevaye Êzîdxanê pîroz bê. 

 

Bahzani.net/kurdî

18.04.2018

 

 


   

 

 

4195

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com