|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
BI GRAFÎK – Rewşa Kurdên Êzdî li Efrînê

 

Ji aliyê RÛDAW 28.04.2018

 

BI GRAFÎK – Rewşa Kurdên Êzdî yên Efrînê

 
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) –  Ji destpêka krîza Sûriyê ve Kurdên Êzdî yên li herêma Efrînê di rewşeke metirsîdar de dijîn.  Lê piştî derbasbûna çekdarên tundrew ên îslamî, metirsiya li ser Kurdên Êzdî bêhtir bûye.

 

Li gorî texmînan hejmara Kurdên Êzdî yên li Efrînê beriya şer 25 hezar kes bûne. Ew li 21 gundên Herêma Efrînê niştecî dibûn.

 

Li bajarê Efrînê û 3 navçeyan jî bicih bûne, ku ew jî wiha ne:

 

- Navçeya Şikakê: (Gundên Qestel Cindo, Elî Qîna, Baflûn, Qitmê, Sînka)

 

- Li Qestel Cindo tenê, bêhtirî 350 malbatên Kurdên Êzdî hene.

 

- Navçeya Lêlûn û Keleha Semaan: (Qîbar, Tirindê, Kîmarê, Eyn Dara, Xezawiyê, Burc Evdal, Basofan, Mazîn, Şadêrê, Îska, Biyê)

 

- Navçeya Deşta Çomî: (Feqîra, Kefer Zêt, Qujûma, Qîlê, Cindirêsê, Aşkê Rojhilat, Çeqela)

 

Li vê herêmê, bi dehan salane Kurdên Êzdî, neçar dibûn ku bi sedemên cur bi cur, ji cihûwarên xwe derkevin û koçber bibin.

 

Dawiya Cotmeha 2012an, gundê Qestel Cindo rastî êrîşa çekdarên Artêşa Azad bû.

 

Di sala 2013an jî çekdarên opozsiyonê êrîşî Qitmê û Qestel Cindo kirin.

 

Ji destpêka operasyona Artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyonê yên li hember Efrînê, wate ji 20ê Çileya 2018ê ve Kurdên Êzdî jî bûne amanc.

 

Ji lewra ji 16ê Adara 2018ê ve pêla koçberiyê dest pê kir.

 

 Ji aliyekî ve ji ber Kurd bûn ji aliyekî din ve jî ji ber Êzdîbûnê çekdarên opozisyonê sedeman ziyanên mezin digihînin wan.

 

Di van 10 rojan de, çekdarên opozisyona sûrî 58 welatiyên sivîl, li Efrînê revandine.

 

Di nav wan de 26 Kurdên Êzdî ji gundê Qestel Cindo hene.

 

Ji bo serbestberdana wan jî, ew çekdar daxwaza pereyên zêde dikin, ji bo her kesesekî nêzîkî 5000 dolar dixwazin.

 

Li gorî zanyariyan jî, 16 Kurdên Êzdî ji gundê Qetmê yê ser bi nahiyeya Şera hatine revandin.

 

Vîdeografik: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2804201815

 

 

 


   

 

 

4202

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com