|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
15 parlamenterên Rojhilat li ser rewşa navçeyên sînorî haydariyê didin

 

Ji aliyê RÛDAW 06.05.2018
Arşîv
Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Mehabadê di Parlamentoya Îranê de Mehmûd Salihî ragihand ku bi sedema daxsitina rêyên kolberiyê 7 milyon kes li navçeyên sînorî yên Rojhgilatê Kurdistanê rastî pirsgirêka debara jiyanê hatine.

 

Parlamenterê Mehabadê li parlamentoya Îranê Mehmûd Salihî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan çend daxwaz ji bo kolberiyê ji parlamentoyê kirine lê eger parlemento bersiv nede ew dest ji kar bikşînin

 

Mehmûd Salihî wiha got: “Em dê di vê heftiyê de hewl bidin biryar ji parlamentoyê derbikeve lê eger eger em serkeftî nebin, em dê daxwaz vexwandina serokomar bikin.

 

Pêtirî 15 parlamenterên bajarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar dane ku eger ew di wan hewlên xwe de negehin encamê, ewê dest ji karê parlamenteriyê berdin.

 

Ev yek di demekê de ye ku bi sedema daxistina rêyên kolberiyê, 21 roj in ku xelk û kasibkarên bajarê Baneyê ketine girevê û dukan û bazaran venakin.


   

 

 

4217

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com