|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Xelkê Efrînê vedigerin herêmên xwe

 

Ji aliyê RÛDAW 05.05.2018
 
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Beşek ji xelkê Efrînê ku malê xwe ji ber êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayê Enqerê terikandibûn hêdî hêdî vedigerin ser mal û milkên xwe. Herwiha li gundekî Efrînê dijî çekderên dijbereya Sûriyê xwepêşandanek hat kirin.

 

Çavkaniyeke taybet ji nav Efrînê, ji Rûdawê re ragihand ku pêvajoya bi navê “Serlêdana Vegera bo Efrînê” dest pê kir.

 

Çavkaniya taybet ji Efrînê got: Nêzîkî 400 kes ji koçberên Efrînê, ji Nubbulê çûne Birc Ebdalo. Ew koçber nêzîkî 6 demjimêran di rê de man. Lê piştî zehmetîyan jî, gihiştin cih û warên xwe.

 

Hinek ji wan xelkên Sinarê bûn, hinek jî xelkên Birc Ebdalo û Cindirêsê bûn.

 

Îro Şemiyê jî, nêzîkî 150 kesî ji derdora Nubbulê ber bi herêma xwe ve derketin. Ew jî daketin Burc Ebdalo.

 

Çavkaniya taybet ji Efrînê, ragihand ku beşek ji koçberan dixwazin tevî otomobîl û traktorên xwe vegerin, lewma vegera wan dereng ketiye.

 

Çavkaniyeke din ji Rûdawê re ragihandiye ku îro nîvro, riya Kîmarê li ber vegera koçberên Efrînê hatiye vekirin.

 

Li gundekî Efrînê xwepêşandaneke nerazîbûnê derket

 

Ji aliyê din ve li gundekî Efrînê xwepêşandanek li dijî çaliyên çekdar ên opozisyona Sûriyê derket, gundiyan daxwaz kirin, ku çekdarên opozisyonê ji nav gund were derxistin.

 

Nêzîkî 100 kesan li gundê Koran ê girêdayê Efrînê bi rêya xwepêşandanekê nerazîbûna xwe nîşan dan, û berê xwe dane ber navenda artêşa Tirkiyê li gund, û daxwaz kirin ku aliyên çekdar ên opozisyonê ji nav gundê wan derkevin.

 

Li gor gotina gundiyan, çekdarên opozisyonê heya niha derbasî nav malên gundiyan dibin û mal û milkên wan didizin û xortên gund jî digirin û îşkence dikin.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/050520185


   

 

 

4218

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com