|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
PDK: Pêwîst e fraksyona hevbeş a Kurdistanî li Bexdayê were damezrandin

 

Ji aliyê RÛDAW 12.05.2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab li ser çawaniya beşdariya Kurd di parlamentoya dahatî ya Iraqê de ragihand, ji bo ku pêgeha Kurd li Bexdayê bihêz be, pêwîst e ku bi awayekê yekgirtî biçe Bexdayê.

 

Endamê serkirdatiya PDKê Dilşad Şehab beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û derbarê pêvajoya piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê û pêgeha Kurd li Bexdayê piştî van hilbijartinan de axivî.

 

Dilşad Şehab di derbarê senaryoya piştî hilbijartinên Iraqê de ragihand, ku ji ber dabeşbûna niha ya lîstan, dibe ku ti lîstek nekaribe piraniya dengan bi dest bixe, lewma eger Kurd bi awayekî yekgirtî biçin Bexdayê û fraksiyoneke hevbeş pêk bînin, dikarin bibin hêz û fraksiyoneke mezin.

 

Wî endamê payebilindê PDKê da xuyakirin: “Pêwîst e lîstên Kurdistanî û lîstên kota yên Herêma Kurdistanê, di destpêkê de li parlamentoya Iraqê fraksyoneke hevbeş a Kurdistanî damezrînin û piştre karên sereke û li pêş ên Kurd li Bexdayê destnîşan bikin.”

 

Bi gotina Dilşad Şehab, “divê yekem car lîstên Kurdistanî kar bo vegerandina heybet û pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê bikin û piştre li ser bingeha pêgeha bihêz a Kurdistanê, dosyayên weke ax, pêşmerge, bûdce û dosyaya petrol û gazê çareser û yekalî bikin.”

 

Biryar e sibe hilbijartinên giştî yên xûla carem a parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

 

Doh û îro jî dengdana taybet li navxwe û derveyî welat hatin encamdan.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/110520185


   

 

 

4222

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com