|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Hovîtîya Roma Reş û nokerên wan li dijî Qesra Gundê Efşê - Em hemi Efşî ne

 

Bahzani.net/kurdî: 21.05.2018

 

Berîya bi demekê Êzîdîyên ji Gundê Efşê ên ji navçeya Nisêbînê, ku li Almanya pênaberin, ji bo vegera welat ketin nava hewldanan û dest bi avakirina gundê xwe kirin. Wek yekemîn pêngav jî dest bi avakirina qesreke mezin li gund kirin, ji bo ku gundî di dema şîn û mihesçîyên xwe de karibin xwarinê çêkin û bi xizmeta mêvanên xwe ve rabin.

Hê di destpêkê de, hin cerdevanên derdorê bela xwe li Êzîdîyan dan û ew bi kuştinê tehdît kirin. Gotin an hunên 800 hezar Euro bidin me an jî em nahêlin ku hun gundê xwe ava bikin. Wan dixwest Êzîdîyan çavtirsandî bikin ji bo ku gund û zevî û çîyayê gund bi xwe ve bihêlin. Yek ji wan cerdevanan bavê cîgirê parêzgarê/walîyê Mêrdînê ye û cesareta xwe ji wir digirtin.

Êzîdîyan jî serî li ber wan nedanî û li gundê xwe, ew qesra ku wan plan kiribû, piştî ked û mesrefeke mezin ava kirin û kirin xizmetê, lê cerdevanan û dewletê her bela xwe ji wan venekir û tehdît û çavsorîyên xwe berdewam kirin.

Hêvîyek û kêfxweşîyeke mezin di nav Êzîdîyan de peyda bûbû ku vegerin ser cih û warên xwe. Mixabin, wek ku em dibînin, qesir bi biryara dewletê hatîye xera kirin û hêvîyên Êzîdîyan ên ji bo vegera welat jî hatin bin pê kirin.

Li gor biryarê qesir xwedêgiravî bê qanûnî hatîye avakirin û cihê ku qesir lê hatîye avakirin jî dikevê nav sînorê Plana Bajêr (Cityplan). Ma heger wiha nebêjin wê hêncetek çawa ji bo xerakirina bidîtine bidîtine?. Lê kesê ku dizanê ji xwe dizanê, yê ku nizanê jî, wê bêjin qey ka Gundê Efşê li dikevê kudera herêma Nisêbîn û Mêrdînê.

Efşê ji Nisêbînê bi kêmanî 30-40 km. û ji Mêrdînê jî zêdeyî 100 km. dûre. Efşê dikevê rojhilatê Nisêbînê û gundekî di çîyê de ye. Heger bi rastî jî Efşê dikevê nav sînorê planên bajarê Nisêbînê, berîya ku bigihin Gundê Efşê, hê gelek gundên din hene ku bên xera kirin.

Wek nîmûne ji Nisêbînê ber bi Efşê ve ev gund li ser rê hene: Kertwên, Til Aqûb, Til Minar, Girê Mîra, Gundikê Dêrê, Girê Mara, Mer Bab, Til Hesen, Xerab Şemdîna, Aznawir, Birgûrîya û hwd. An gelo ev gund hemi bi qanûnî hatine ava kirin, lê tenê Qesra Gundê Efşî bê qanûnî ye?.

Mesele hemi hêcetin û ji ber ku Efşê gundekî Êzîdîya ye. Ev tiştê ku tên kirinê tenê pêstûrî û çavsorî ye û dijminatîyeke mezin e li dijî hemi Êzîdîyan û Ola Êzîdayetîyê. Armanca wan ew e ku rê li ber vegera Êzîdîyan bigrin ji bo ku li ser mal û milkên Êzîdîyan rûnin, lê bila ev dijminên mirovayetîyê baş bizanin ku wê tucaran ev xewn û xeyalên wan nerin serî û wê Êzîdî tucaran serê xwe li ber zilm û zora wan daneyînin.     

Efşê, Kelhok û çendîn gundên din ên Êzîdîyan li Bakurê Kurdistanê di bin tehdîta cerdevan û Dewleta Dagirker de ne. Xerakirina vê qesra li Efşê û zilma li ser gundê Kelhokê û bêdengî û bêxemîya welatparêzên kurd li beramberî vê zilmê, Civaka Êzîdî bi giştî xemgîn dikê û bi tenê dihêlê. Ji ber wê, divê di zûtirîn dem de Civaka Kurd û hêzên demokratîk û welatparêz ên Kurdistanî rabin ser xwe û li Êzîdîyan xwedî derkevin û pişta wan bigrin.

Îro pêwîste hemi Civaka Êzîdî xwe bikin yek û bi yek dengî û bi yek helwestê li pişt Gundê Efşê bisekinê û li dijî dijmin û nokerên wan dengên xwe bilind bikin û vê wahşêta ku Dewleta Tirk anîye serê Gundê Efşê bibin heta bi Dadgeha Mafên Mirovan li Ewropa. Heger Êzîdîyên Bakur xwe nekin yek, wê sibe ev atar bê sere gundên din jî. 

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin û heta dawîyê jî piştgirîya xwe ji bo xwiçk û birayên xwe ên ji Efşê dîyar dikin.

Em îro tev da Efşîne, Kelhokî ne, Kîwexî ne, Mezrîne ….

 

 

 


   

 

 

4224

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com