|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Derbarê rewşa Efrînê de raporek hat belavkirin

 

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 11 demjimêr berê
 
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka operasyona Tirkiyê li ser herêma Efrînê gelek binpêkirin hatin kirin. Derbarê van binpêkirinan raporeke nû, ji aliyê Rêxistinên Civaka Sivîl ve li Efrînê, hate ragihandin.

 

Di vê raporê de hejmarek ji xalên binpêkirinan û nimûne û belgeyên taybet, hatine nîşandan. Rapor behsa erkên dewleta Tirkiyê dike û dê li Efrînê, weke dewleteke dagîrker bi nav dike. Rêxistinên Civaka Sivîl, li Efrînê, ji Civaka Navdewletî dixwazin ku çareyekê ji bo rewşa zehmet a wê herêmê re bibînin.

 

Rêxistinên Civaka Sivîl, li Efrînê, di rapora taybet de, ku 1ê Hezîranê hatiye ragihandin, binpêkirinên mafên mirovan, li Herêma Efrînê, nîşan daye.

 

Rapor, behsa wan binpêkirinan dike, ku ji 18ê Adarê heta 25ê Nîsana 2018an, li Efrînê, hatine kirin.

 

Ji destpêka operasyona Tirkiyê ve, li ser Efrînê, roja 20ê Çileya 2018an, li vê herêmê, gelek binpêkirin, li dijî mafên mirovan, ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona sûrî ve, hatine encamdan.

 

Raporê nîşan bi wê yekê daye ku hêzên çekdar, bi piştgiriya Tirkiyê, bi kîndarî, tevger ligel xelkê vê hermê kirin û dikin. Di encamê de, ziyanên mezin derketin.

 

Di rapora navnorî de çend binpêkirinên hatine kirin ev in:

 

-Girtin, revandin, îşkencekirin, riswakirin, tundûtûjî, standina pereyan bi zorê, tirsandin û terorkirina welatiyên sivîl.

 

-Parçekirin û dabşekirina Çiyayê Kurmênc, di navbera hikûmeta sûrî, hêzên Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozsiyonê de.

 

-Koçkirina welatiyên Efrînê û bicihkirina xelkên Xûteyê li şûna wan.

 

-Rêgirî li pêş vegera koçberên Efrînê.

 

-Têkçûna rewşa mirovî, hawarçûn û tendirustî.

 

-Destdanîna ser firoşgeh, kargeh û malûmilkên welatiyên Efrînê.

 

-Kêşeya mayinan, ku di encamê de, bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

 

-Binpêkirin di derheqê jina kurd de, li Herêma Efrînê.

 

-Binpêkirin di derheqê Kurdên Êzdî de li Efrînê, û guhertin yan wêrankirina peristgehên wan.

 

-Binpêkirina dabûnerîtên şaristanî û kultûr û folklora vê herêmê.

 

-Binpêkirinên li dijî kesên xwediyên pêdiviyên taybet.

 

Ev rapor, hikûmeta Tirkiyê, bi dagîrker binav dike û jê dixwaze ku koçberan vegerîne cih û warên wan, rêyên vegerê li ber koçberên Efîrnê veke û amêrên pêwîst ji bo hêsankirina proseya vegera wan dabîn bike  û xelkê herêmê I xwe rêveberiya xwe bike û rêgirî li pêş guhertina demografîk bê kirin.

 

Ev hemû xalên borî, di rapora Rêxistinên Civaka Sivîl de, li Efrînê, bi belge hatine belavkirin û daxwaz ji Civaka Navdewletî tê kirin, ku çareyeke guncaw, ji vê rewşa zehmet re bê dîtin.

 

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/020620189

 

   

 

 

4227

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com