|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Êlên Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyekê ji bo lihevanîna aliyên Kurdî dikin

Kurdistan

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

03.06.2018
 

 
 

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena Êlên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dest bi destpêşxeriyeke lihevanîna aliyên siyasî kiriye û heya niha hemû aliyên siyasî dîtine, hin aliyên siyasî li ser vê yekê erê dikin lê heya niha ti gavên piratîkî nehatine avêtin.

Kûrbûna nakokiyan û zêdebûna bandora wan li ser rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, yek ji sedemên sereke ye, ku hiştiye Encûmena Êlên Kurdî li Herêma Cezîrê bi wê destpêşxeriyê rabe.

Destpêşxeriya Encûmena Êlan di hûrkariyên xwe de, tenê li ser pêkanîna hevdîtinekê di nav herdu aliyên siyasî (ENKS û TEVDEMê) de kar dike, bêyî ku ti mercên pêşwext hebin. Serokatiya Encûmena Êlan da zanîn, ku heya niha gavên baş hatine avêtine û di demeke nêzîk de, ewê encamên wan hevdîtinan ji nerîna giştî re eşkere bikin.

Li ser wan hevdîtinan serokê Encûmena Êlên Kurdî li Cezîrê Fehed Deqorî ji K24ê re got: Ji ber ku gellek pirsgirêk di nav civak û kolana Kurdî de peyda bibûn, pêwîst bû em bi vî karî rabin, me komîteyek pêk anî daku li gel aliyên siyasî bicive û wan bi kêmanî li ser xalên hevbeş bigîne hev û xalên mezin yên cihê nakokiyê, ji bo qunaxên din bên hiştin.

Destpêşxeriya Encûmena Êlên Kurdî, hemû aliyên siyasî li xwe digire, serkirdeyên TEVDEMê jî amadebûna xwe ji her destpêşxeriyekê re tekez kirin û dan xuyakirin ku çi bizavên nêzîkbûnê hebin, pêwîst e destkeftên Rojavayê Kurdistanê ber biçav bigirin, bi taybet ku rojane pêşketinên rêveberiyê hene.

Herwiha serokê nivîsgeha têkiliyan di TEV DEMê de Ebdilselam Ehmed ji K24ê re tekez kir ku nabe mercên pêşwext ji bo lidarxitina civînan hebin û got: Madem ew civîn dikevin xizmeta berjewendiyên miletê me, ti mercên me yên pêşwext tine ne, lê aliyên bên hevdîtin û civînan li gel me bikin, divê nêzîkî destkeft û pirensîpên me nebin.

Di beramber de, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Icê ji K24ê re got: Yekrêziya Kurdî yek ji armancên ENKSê ye û pêşwaziyê lê dike, lê pêwîste di vê qunaxa niha de, niyeta lihevhatinê li cem TEVDEMê hebe û zemînê ji diyalogê re xweş bike, ji ber ku niha Kurdistana Sûrî di metirsiyê de ye.

Di 21'ê meha derbasbûyî de, Encûmena Êlên Kurdî dest bi destpêşxeriya xwe kir û biryar e di demeke nêzîk de, civîneke firh di navbera aliyên siyasî de lidar bixe ku bibe destpêka lihevanînê di nav ENKSê û TEVDEMê de.

N.O

 

Vîdeo: http://www.kurdistan24.net/ku/news/8151c56b-5713-4ae3-8a4c-4520076c3f69


   

 

 

4228

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com