|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Em piştgirî didin Demîrtaş

 

Ji aliyê RÛDAW 13-6-2018

 

Şanda partiyên tifaqa Kurdistanî di serdana pêştir a bo navenda HDPê li Amedê.
Şanda partiyên tifaqa Kurdistanî di serdana pêştir a bo navenda HDPê li Amedê.

Hewlêr (Rûdaw) – Hereketa Azadî, PAK, PDK, PSKê bi daxuyaniyekî ragihandin, ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyê de ew dê dengên xwe bidin berbijêrê HDPê yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş.

 

Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalista Kurdistan (PSK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi navê “Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de em dengên xwe bi hişmendî û hesasiyeteke  netewî-demokratîk bi kar bînin” daxuyaniyeke hevpar weşandin û helwesta xwe ya derbarê hilbijartinan de eşkere kirin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevpeymaniya Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, ku di 2yê Gulana 2018ê  de hatibû ragihandin, di beyana xwe ya ji raya giştî re gotibû, ew dixwazin di hilbijartinan de hevpeymaniyeke berfirehtir çê bikin û ji bo çêkirina vê hevpeymaniyê jî ketin nava hewildanên cidî.”

 

Partiyên Kurdistanî ragihandin, ku wan ji bo hilbijartinan li ser bingehê prensîbên siyasî yên daxwazên gelê Kurd, bi HDPyê û HUDAPARê re hevdîtin pêk anîn û xwestin hevpeymaniyekeye berfireh a Kurdistanî ava bikin.

 

Li gorî daxuyaniyê HUDAPARê heta îro tu bersîv nedaye nameya hevpeymaniyê û li gel HDPê jî li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kirine lê HDP jî pabendê wan 6 xalan nebûye û ji lewra di navbera aliyan de hevpeymaniyeke hilbijartinan çê nebûye.

 

“Em deng nadin namzedên hevpeymaniyên Cumhur û Millet”

 

Partiyên Kurdistanî eşkere kirin, ku di gera yekemîn de ew dengên xwe nadin namzetên serokkomariyê  yên Hevpeymaniya Cumhûr û Hevpeymaniya Milet û sedemên wê jî wiha rêz kirin:

 

“Hukûmetên AK Partiyê û Erdogan ji sala 2002ê ve di meseleya demokrasiya Tirkiyeyê û di mesela Kurd de hinek gavên girîng avêtin. Lê belê di van salên dawî de Erdagan û partiya wî bi xwe dev ji vê siyasetê berdan û dîsa vegeriyan ser siyaseta  dewleta Tirkiyeyê  ya kevn û  em bi îbret li vê siyaseta AKPyê  temaşe dikin.

 

Serokomar Erdogan  û hukûmeta AK Partiyê, piştî ku hewildana darbeya 15ê Tîrmehê şikest xwar, bi ragihandina  Rewşa Awarte û bi biryarnameyên di hukmê qanûnan da dengê muxalifan dibire, kesên wek wan  nefikirin  ji kar derdixe, birçî dihêle.

 

Desthilatdariya AK Partiyê  meseleya Kurd wek meseleya “terorê” dibîne;  têkoşîna gelê me ya ji bo  maf  û azadiyan a aştiyane û daxwazên kurdan yên esasî ji bo “hermana dewletê” wek gefekê dibîne. Ji têkçûna ‘’Pêvajoya Çareseriyê’’ û vir de  AK Partiyê daxwazên demokratîk û çareseriya siyasî tune hesibandiye. Temama siyaseta xwe li ser pîvanên ewlekariyê dimeşîne.”

 

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, ku AK Partiyê ev du sal in li ser pirsa kurd, di çarçoveya maf û azadiyan de tenê gotinek jî nekiriye û pişta xwe spartiye operasyonan û pesindariya jimarên kuştiyan dike.

 

Herwiha hate destnîşankirin, ku dewleta Tirkiyeyê li hember referandûma Başûyrê Kurdistanê zimanekî ne xweş bikar aniye û sivikatî kiriye, vê yekê jî di hest û dilê gelê kurd de birînên kûr vekirine.

 

Partiyên Kurdistanî ragihandin: “Ev bêtehamulî û helwesta hukûmeta AK Partiyê û ya Erdogan ya li hemberî gelê me, di nava kurdên ku dengên xwe  didin AK Partiyê de jî bû sebebê nerazîbûnê. Gotinên  Erdogan, ku digot, ‘Vana ji xwe nizanin dewlet çi ye, heger em wanayê bigrin ewê îşê wan biqede...Ewê birçî bimînin birçî!’,  hîna jî  nehatiye ji bîr kirin.”

 

Di daxuyaniyê de mînaka opersyona Efrînê jî hate bilêvkirin û wiha hate gotin:

 

“Erdogan di dema operasyonên Efrînê de jî ji jimara kuştiyan şanazî didît. Gotinên ku AK Partî tîne ziman û beyannameya wê ya hilbijartinan nîşan dide ku ev siyaseta xeter ya ku tê meşandin dê di rojên pêş de jî berdewam be. Ji ber wê jî, em bang li gelê xwe dikin û dibêjin dengên xwe  nedin wî Erdoganê ku siyaseta resmî ya înkar û asîmîlasyonê dimeşîne.

 

Di navbêyna wan namzedên ku dibêjin 'Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al' de ferqên mezin tune ye. Hin cudahiyên uslûbê di navbeyna wan de hebin jî, yek  ji wan jî  mafê netewî û demokratîk ê gelê me qebûl nakin. Loma jî divê gelê me di tûra yekemîn de dengên xwe nedin Muharrem Înce, Temel Karamollaoglu û bi taybetî jî nedin Meral Akşener û Dogu Perînçek.

 

Ev helwesta , di tûra duyemîn  ya hilbijartinên serokkomariyê da ewê destê kurdan xurtir bike, ewê bingehê wê yekê çêbike ku Kurd bikaribin bibin aktorekî esasî.”

 

“Em ê dengên xwe bidin Demirtaşê mexdûr”

 

Partiyên Kurdistanî eşkere kirin, ku “li gel hemû şaşî û kêmasiyan” jî ew dê dengên xwe bidin Selaheddîn Demirtaşê ku di rewşeke mexdûr de ye.

 

Partiyên Kurdistanî ragihandin: “Selaheddîn Demirtaş, di  beyanameya xwe ya hilbijartinê da cîh nedaye dîtinên Hevpeymaniya Kurdistanî ya Hilbijartinan yên di derbarê  çareserkirina meselaya Kurd û Kurdistanê de. Cîh nedaye maf û azadiyên gelê kurd yên netewî û demokratîk. Ev yek ji bo me û ji bo pêkanîna daxwazên gelê me weke kêmasiyeke mezin derdikive pêş.

 

Lê belê Selaheddîn Demirtaş namzedekî serokkomariyê yê girtî ye. Selaheddîn Demirtaş kampaniya hilbijartina serokkomariyê di rewşeke newekhev û di girtîgehê da dimeşîne, mecbûrî vê yekê bûye. Em mexdûrkirina Selaheddîn Demirtaş ya bi vî rengî qebûl nakin û diyar dikin ku ev yek li dijî normên hûqûqî ye.”

 

Di daxuyaniyê de cih dane gotinên Selaheddîn Demirtaş û gotibû; ‘Ya rast, ez xemgîn bûm. Divêya HDPê ev hevpeymaniya li gel partiyên Kurdistanî teqez qebûl bikira. Lê belê divê mirov dev jê bernede. Yekîtiya di navbeyna kurdan de tenê bi  hilbijartinan ve girêdayî nîne. Ev yek ji bo azadiya gelê me neçariyeke dîrokî ye. Hemû partiyên me di vî warî da divê xwedî helwesteke fedekarane  bin.’

 

Partiyên Kurdistanî ragihandin, ku ew van gotinên Demirtaş yên derbarê Hevpeymaniya Kurdistanî û HUDA-PARê de giring dibînin û her wisa banga Demirtaş a agirbestê ya ji bo PKKê jî erênî hate nirxandin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Divê Selaheddîn Demirtaş li gorî van dîtinên xwe hereket bike, di xebatên xwe yên hilbijartinan da li gorî van dîtinên xwe tev bigere û cîh  bide daxwazên gelê me yên netewî û demokratîk.

 

Di nava namzedên serokkomariyê da Selaheddîn Demirtaş li nasnama xwe ya kurdîtiyê xwedî derdikve. Em vê jî digirin ber çavan. Ji ber van sedeman, li gel hemû şaşî û kêmasiyên heyî jî di hilbijartinên serokkomariyê da emê dengên xwe bidin Selaheddîn Demirtaş.”

 

“Di hilbijartinên parlamentoyê da endam û alîgirên me azad in”

 

Partiyên Kurdistanî di berdewama daxuyaniya xwe de eşkere kirin: “Em di wê baweriyê de ne ku, di hilbijartinên  Parlamentoyê  yên 24ê Hezîranê de, endam û alîgirên me ewê bi hesasiyetên netewî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin. Bi van bîr û baweriyan  di hilbijartinên parlamenteriyê da em endam û alîgirên xwe serbest dihêlin.”

 

Li ser egera hilbijartina serokomariyê ku ji gera duyem re bibimîne jî hate gotin; “Emê berjewendiyên gelê kurd yên netewî- demokratîk û  pêwîstiyên ji bo pêkanîna azadî ,demokrasiyê û edaletê bidin ber çavan û li gorî taahudên ku em ji namzedan bigirin em ê hereket bikin.  Emê hewl bidin ku li gorî vê perspektîfê bi dor û bereke  fireh re biryareke hevbeş bidin".


   

 

 

4230

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com