|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Çîroka jiyana Selahattin Demirtaş - Vîdeo

 

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 

23.06.2018

 
Selahattin Demirtaş

Amed (Rûdaw) - Çîroka namzedê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ji cih û warê Şêx Seîd, ji Paloya Elezîzê dest pê dike. Bapîrê wî ji ber Selahedînê Kurdî, navê Selahedîn lê kir. Lê ew di ciwaniya xwe de hay ji kurdbûna xwe nebû. Li gorî gotina Demirtaş, komkujiya Helepçeyê û kuştina Serokê HEPê yê Amedê Vedat Aydin ew bi Kurdbûnê da hesandin. Ew di dîroka Tirkiyê de yekemîn kes e ku di zindanê de ye û namzedê Serokomariya Tirkiyê ye.

 

Li gundê Hatekê yê ser bi navçeya Paloya Elezîzê ku di navbera çiyayên asê de ye, di sala 1973an de, zarokek hate dinyayê ku niha çavê hemû Kurdan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê li ser e, ew jî Selahattin Demirtaş e. Bapîrê Demirtaş, ji ber hezkirina li hemberî Selahedînê Kurdî, navê Selahedîn lê kirine.

 

Fikri Demirtaş ku apê Selahattin Demirtaş e ji Rûdawê re diyar kir: “Ew dema zarok jî bû min ew cewher têde didît. Qet weke zarokên din li kuçe û kolanan nedilîzî. Tim ders dixebitî. Zarokek pir meraqdar bû. Serwext bû. Rojek birayê wî Nuredîn dema li bajarê Muglayê zanîngeh dixwend, hate girtin. 12 sal di girtîgehê de ma. Demirtaş dema diçû zindanê, serdana birayê xwe dikir, rastê heqaret û tedayiya leşkerên girtîgehê dihat. Wê demê biryar da ku bibe parêzer.

 

Ji ber ku malbat koçberî Amedê bûye, Selahhatin Demirtaş jî li Taxa Şehîtlikê mezin bûye. Zarokatiya wî di nava kuçe û kolanên Şehîtlikê de derbas bûye. Demirtaş li dikana tesîsata avê ya bavê wî Tahir Demirtaş kar dikir. Nîv roj li ber destê bavê xwe dixebitî û nîv roj jî diçû dibistanê. Ders û xebat di nava hev de bûye.

 

Seyfedîn Çaglayan ku hevalê Demirtaş ê zarokatiyê ye dibêje: “Ez tam 25 sal in berber im. Temenê min û serok Demirtaş yek e. Em hevalên hev bûn. Ew li ber destê bavê xwe, di dikana tesîsata avê de dixebitî. Hêj zarok bû, vê tesîsata dikana min a berberiyê jî wî çêkir. Ji topê pir hez dikir. Ew alîgirê Tîma Galatasarayê bû. Ji wê tîmê pir hez dikir. Em herî kêm heftiyê 2 caran diçûn, bi hev re top dilîstin. Em bi hev re diçûn gola Hezarê, qet nedihişt em destê xwe bavêjin berîka xwe. Wî heqê çûn û hatina me, xwarin û vexwarina me dida. Kesekî pir baş bû.

 

Selahattin Demirtaş dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê dixwîne. Piştre Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qezenc dike. Di ciwaniya xwe de qet eleqeya wî bi polîtîkayê nebûye.

 

Li gorî gotina Demirtaş, komkujiya Helepçeyê û kuştina Serokê HEPê yê Amedê Vedat Aydin bandoreke mezin lê kiriye û ew bi kurdbûna xwe hesiyaye. Demirtaş piştî ku dibe parêzer, di sala 2006an de dibe Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê.

 

Hevalê wî yê xebatê Muharrem Erbey dibêje: “Em çar salan bi şev û roj bi hev re xebitîn. Mirovekî zîrek bû. Baz dida, dixebitî, aciz nedibû, guhdar dikir. Qet nedigot ez serokê komeleya mafên mirovan im, ez çi bibêjim ew e.”

 

Selahattin Demirtaş di sala 2007an de li Amedê cara yekemîn bû parlamenterê serbixwe. Di 2010an de bû Hevserokê Giştî yê BDPê. Piştre stêrka Demirtaş geştir bû. Di sala 2014an de, bû namzedê serokatiya Tirkiyê. Di vê giştpirsiyê de ji sedî 9.76 deng wergirt. Weke gelek Kurdan, ew jî alîgirê tîma Galatasarayê ye. Di sala 2014an de bû Hevserokê Giştî yê HDPê. Di 4ê Mijdara 2016an de li Amedê hate girtin û niha di girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê de dimîne.

 

Demirtaş li girtîgehê wextê xwe zêdetir bi xwendin û nivîsandinê derbas dike. Li zindanê pirtûkek çîrokan a bi navê Seher nivîsand û pirtûk bi Kurdî (bi zaravayên Soranî û Kurmancî) hate wergerandin.
 

Rêdûr Dîcle ku pirtûka Demirtaş a bi navê Seher wergerandiye Kurdiya Kurmancî dibêje: “Demirtaş piştî girtîgehê jî dev ji sekna xwe berneda û bi derfetên kêm hê jî di girtîgehê de aktorekî girîng ê siyaseta Tirkiyê ye.”

 

Hevalê Selahattin Demirtaş ê girtîgehê Wehîd Guzel diyar kir: “Ew cuda û em cuda digirtin. Dema em derdiketin revîrê yan jî diçûn nexweşxaneyê, em rastê hev dihatin. Ez pê re diaxivîm. Ew jî kurt kurt. Lê rêveberiya girtîgehê nedihişt em bi hev re biaxivin. Mudaxale dikir. Digot çawa hûn merheba didin hev, silav didin hev?”

 

Selahattin Demirtaş di hilbijartinên 24ê Hezîranê de yekane namzedê Kurd ê serokomariyê ye. Di dîroka Tirkiyê de cara yekemîn e ku siyasetmedarek li zindanê dibe namzedê serokomariyê.

 

Vîdeo: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/230620182


   

 

 

4231

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com