|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Parlementerê YNKê: Me nehişt rojnamevana Kurd radestî Tirkiyê bikin

 

Ji aliyê RÛDAW 23.06.2018
Deniz Yeşilyurt
Deniz Yeşilyurt

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê li Parlementoya Iraqê Arêz Ebdullah ragihand ku bi hewldanên wan rojnamevaneke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ku li Bexdayê hatibû zindanîkirin hat berdan û gihişte Ewropayê. Ebdullah herwiha eşkere kir: “Tirkiyê gelek hewl da ji bo ku ew keça rojnamevan radestî Tirkiyê were kirin, lê hewldanên wan bi ser neket û me ew rizgar kir.”

 

Arêz Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Deniz Yeşilyurt ku keçeke rojnamevan a ji Bakurê Kurdistanê ye, bû 7 meh li Bexdayê hatibû zindanîkirin. Iraqê biryar dabû ku radestî Tirkiyê bikin, lê me gelek hewl da û ew biryara Iraqê bi ser neket. Çimku Destûra Iraqê jî rê li vê yekê nade. Herî dawî me karî wê keçikê ji Bexdayê bigihînin Belçîkayê. Şeva borî keça rojnamevan gihişte Belçîkayê.”

 

Serokê Fraksiyona YNKê yê li Parlementoya Iraqê Arêz Ebdullah behsa wê yekê jî kir: “Piştî referanduma Başûrê Kurdistanê, ew keça rojnamevan li Bexdayê li cem komek terorîst hatibû zindanîkirin. Rewşa wê gelek xirab bû, me gelek hewl da ji bo ku rewşa wê asayî bikin, herî dawî me karî wî ber bi Ewropayê bi rê bikin.”

 

Deniz Yeşilyurt ku keçeke rojnamevan a ji Bakurê Kurdistanê ye, 35 salî ye û li Tirkiyê derbarê wê de biryara 6 sal cezayê zindanîkirinê hatiye dayîn.


   

 

 

4232

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com